
SÎNAN ŞAHÎN
Rêber Apo di Manifestoya Civaka Demokratîk de dibêje tekoşîna esas di navbera civaka dîrokî û dewlete de ye. Bi vî awayî nîqaşên li ser komûn hîn kurtir bûn. Li gel ve ‘Komûn û jiyan’ du têgînên giredayî hev û bi kûrahî û bi berfirahî hev temam dikin. Wek civak û xweza di nava hevsengiyekê de ne. Her dû têgîn hev red nakin berovajî wê hev ava dikin. Komûn jiyaneke rast û bi wate ya hevpar pêşdixîne. Jiyan ger bi komûnan hatibe avakirin li wir jinek azad, mêrek azad, civakek azad dide afirandin û jiyan bi rûmet û azad tê jiyîn.
Komûn Sîstemekî Parastineyê
Komûn, ji bo gelan pergala aramî û îstîqrarê ye. Ji bo civak bikaribe li hemberê hemû cureyên êrîşan bi taybet ên kapîtalîzmê û yên desthilatdariyê xwe biparêze pewîste jiyana xwe wekî komûn saz bike.
Dema mirov berê xwe bide dîrokê dibine ku çawa desthilatdarî û pergala arîstokrasiyê, sîstema komûn û komûnalîteyê çewisandiye û xistiye bin xizmeta xwe. Dîsa dibîne ku çawa pêşengên civakê hatine kuştin, bi lîstok û dehfikan û bi hemû rêbazên dervî mirovahiyê civak ji hev hatiye belav kirin û şerê gelan hatiye derxistin. Di encama van êrîşan de bi hezaran mirov qetil kirine û kirine qurbanê berjewendiyên xwe.
Ji bo sîstema komûn û jiyana hevpar a wekhev mayînde bimîne pêwîste civak li hemberî komplo û dehfikên desthilatdariyê gelekî şîyar bin. Her wiha li taxan, li gundan, li navçe, li bajaran û li hemû qadên jiyanê li ser bingehê komûnan pêwîste xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku komûn sîstemekî hebûna mirov û civakê diparêze û dike xwedî hêza çareserî û îrade ye. Ger civak bibe xwedî pergala komûnan û herkesî komûneke xwe hebe, bi taybetî jî di milê parastina cewherî, tendûrîstî, aborî, perwerdehî, çandî, siyasî de jiyana xwe bi komûnan rêxistin bike li wir roj û pêşeroja zarokan wê bi tendûristî ava bibe. Civaka ji xirabiyên desthilatdariyê hemûyan xilas bibe û wê bibe xwedî îradeya xwe, îradeya xwe teslîmî kesên din neke. Ji ber vê em vê mijarê dikin rojeva xwe, dinirxînin û girîngî didin komûn û jiyanê.
Komûn û Netewa Demokratîk
Rêber APO di parêznameya 5’emîn de balê dikişine ser girîngiya ‘kes û hemwelatiya azad û jiyana komûn di netewa demokratik de’ û wê jiyaneke komûnal çawa bê avakirin bi girîngî pênase dike. Her wiha ji bo pergala komûn û jiyaneke komûnal li ser bingeheke rast li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn pêşbikeve û bandora xwe li cihanê bike radiweste.
Mînaka wê ya şênber Bakûr û Rojhilatê Suriyê ye. Li qadên Rêveberiya Xweser bi hezaran komûn hene. Bakur û Rojhilatê Suriye mozaîka gelan e. Di komunan de gelek reng û ziman bi hev re jiyan dikin; Kurd, Ereb, Suryan, Aşurî, Ermenî, Turkmen û Çeçenî hene. Her wiha hemû reng, ziman, bawerî, ol, mezhep di nava sîstema komûnan de bi hev re jiyaneke hevpar dijîn. Ruxmî ku ewqas ziman, çand, ol, mezhep bi hev re jiyan dikin, nakokî, pirsgirêk, qeyran di nava wan de çênabin. Ji ber ku li wir ruhê netewa demokratik tê jiyan kirin û ew jî xwe dispêre komûnan. Komûn jî ji bo xwe wekî nirxê herî girîng însan dibine.
Jiyana komûnal jiyaneke li hemberî ferasetên nijadperestî, netewperestî, olperestî, zayendperestî derdikeve û qabul nake ye. Çima, ji ber komûn xwîşk û biratiya gelan esas digre. Ev nirxandinên me ne tene teori ye, ev heqîqat bi xwîna Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Aşur û Çeçanîyan avabû. Bi xwînê, xwîşk û biratiya gelan li ser jiyaneke rast hate avakirin.
Her wiha komûnên ku hatine bi rêxistin kirin ji hevserokên komûne bigre heya komîteyên komûnê û her endamekî komûnê li beramberî hev xwe berpirsiyar dibînin û jiyana xwe bi rêxistin dikin. Pirsgirêkên di komûnê de derdikevin bi hev re çareser dikin. Bi taybet rolê komîteya li hev hatinê pir çalak e. Her wiha hemû endamên komûnê dema ku erkek dikeve ser milê wê/wî bi dil beşdarî hemû xebatan dibe. Taybet mijara parastinê dike bingeha komûnê û ji bo wê rolekî çalak dilîze. Mînaka wê çalekiya li Bendava Tîşrînê ye. Beşdarbûna civakê ya komûnan li ser bingehê jiyana hevpar, bi hev re karkirin, hev parastin, him êş û zehmetî him xweşî bi hev re parve kirin e.
Li ser vê bingehê li gundan, taxan, navçe û bajaran, di hemû qadên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de di avakirina komûnan de û di jiyanê de jin gelekî çalak in û xebat û têkoşîna jin pir bi bandore. Her wiha di şoreşa Bakûr û Rojhilatê Suriye yê de şoreşa herî mezin şoreşa jin e. Di milê siyasî, parastin, aborî, çandî, perwerdehî û civakî çalak û pêşeng in. Bi taybet YPJ û jinên li Bakûr û Rojhilatê Suriye bala cihanê dikşîne ser xwe û bûye hêviyek ji bo gelên cihanê.
Li ser vê bingehê ji bo komûn û jiyan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşbikeve û bi wate bibe û bibe parçeyekî ji jiyana me tê xwestin bi şev û roj rojeva me, niqaşên me li ser komûn û jiyanê be. Jiyana hevpar ya li ser jiyaneke rast bê meşandin be. Ev erk jî di destpêkê de dikeve ser milê pêşengên civake; jin û ciwanan. Lê erka me hemûyan e, ji ber ku komûn jiyan bi xwe ye.
