
Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Xalxalok û Zarokistana Perperike ên girêdayî Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ku di bin banê Şaredariya Peyasê de perwerdehiya pirzimanî dibînin, ji bo zarok bi jiyîn û keşfkirinê hîn bibin, beşdarî çalakî û aktîvîteyên rengîn dibin. Di vê çarçoveyê de li Zarokistanan tevî zarokan bi şîara “Tirşîn Tirş e, Em Şêrîn in” çalakiya çêkirina tirşiyê hat lidarxistin. Zarokan di vê çalakiyê de fêkiyên cihêreng nas kirin, bi destên xwe şûşeyên tirşiyê amade kirin û hem kêf kirin, hem jî jîrîtiyên giring ên wekî rêzkirin, paqijî û baldarî bi dest xistin. Gerînendetiyê diyar kir ku wê bi çalakiyên wiha, ku piştgiriyê didin tecrubeyên jiyana rojane yên zarokên biçûk, bi her awayê xwe bê navber wê berdewam bikin.
JINNEWS/AMED














