
- Di sêrî de qada siyasî hemû qadên têkoşînê hewl didin ku pêvajoyê baş fam bikin, bi civakê bidin famkirin û têkoşîna aştî û azadiyê bilintir bikin. Lê encam çi ye? Ev ked çiqas dikare bibe bersîv û di hiş û dilan de zelaliyekê ava bike?
MÛSA ŞANAK
Hewldana vekirina rêyek aştiyane ya ku bi mehane didome giran be jî merhele merhele heta îro hat.
Di sêrî de Serokê MHPê bi daxuyaniyekê bang li Rêberê PKKê Rêzdar Ocalan kir. Dema Omer Ocalan çû serdana Wî, Rêzdar Ocalan jî ew banga wî bersîvand û got ku heke derfet bê dayîn, ew hêza wî ya pratik û teorik heye ku pirsgireka kurd ji zemîna şer derxîne û bikişîne qada hiqûqî û siyasî. Pê re rê li ber çûyîna heyetê vebû.
Di 27ê sibatê de Banga Sedsalê, banga AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK hat aşkerekirin. Di 5-7ê gulanê de Kongreya 12. hat lidarxistin, biryara xwefesihkirin û bidawîkirina şerê li dijî Tirkiyeyê hat dayîn. Di 11ê tîrmehê de jî komek gerila bi awayekî sembolik be jî li pêşberî medyayê, bang li raya giştî ya navneteweyî kir, çekên xwe danîn, ew dan ber êgir, îmha kirin û bi awayekî bêçek vegeriyan cihê xwe. Wan bi vê çalakiyê peyitand ku ew li pey biryarên Kongreya 12mîn in.
Dora gavavitinê êdî ya hikumet û dewletê bû.
Bi derengî be jî li Meclîsê komîsyonek hat avakirin. Digel hinek nêzikatiyên teng ên ku di civakê de şik û gumanan çêdikin jî hê hêvî heye ku ji bo aştiyeke mayînde û birûmet tiştinan bike. Nêzikatiya li dijî dayika aştiyê ya ku di komîsyonê de bi kurdiya kurmancî axivîbû, gelek pirs û bertek bi xwe re anîn. Bêdengkirina wê dayikê bêrêziya li dijî çand, ziman û nasnameya kurdî bû. Bi rêzikname û hiqûqa heyî parastina vê heqaretê jî bêrêziyek ji ya berê xirabtir bû.
Ma komîsyonê aqil nekiribû ku dê dayikên kurd bi kurdî biaxivin û li gorî wê haziriyekê bikin? Çima bi vê pêşbîniyê wergêr amade nekiribûn? Di vir de kêmasiya endamên DEM Partî û DBPê yên di vê komîsyonê de jî heye. Xuya ye ku wan jî ev yek aqil nekiriye.
Êrîş û heqareta li dijî Kurdî
Êrîş û heqareta li dijî kurdî ya li Meclîsê teyisî der jî. Piştî wê li çend cihên din, li bajarên wekî Mêrsîn û Tekîrdagê jî li dijî kesên kurdîaxêv êrîş pêk hatin. Serokê Meclîsê Kurtulmuş piştî serdana Amedê di malpera Meclîsê de peyameke bi kurdî weşand. Ew jî tê wê wateyê ku bertekên li dijî nêzikatiya wî ya ji bo Dayika Aştiyê encam girtiye. Êriş û operasyonên li dijî şaredariyên CHPê jî pêvajoyê jehrî dikin û şik û gumanên heyî zêdetir dikin. Ji ber vê sedemê ye ku her roja ku diçe rajeya piştgiriyê ya ji bo pêvajoyê kêm dibe. Ew êrîş û operasyon di nava gel de têgîhanek şaş jî ava dike. Heçko AKP, MHP û DEM Partiyê li hev kirine, bûne yek û li dijî CHPê şer dane destpêkirin. Mixabin têgîhanek wisa jî derketiye holê. Desthilatdarî hinekî jî bi zanebûn dixwazê vê têgîhanê ava û kûrtir bike.
Êrîş û operasyonên li dijî CHPê di esasê xwe de li dijî ‘lihevkirina demokratîk’ a CHP û DEM Partiyê ya li metropolan e. Di vê wateyê de êrîşeka li dijî yekîtiya mixalefetê ye. Hewldana parçekirin û xistina wan a ji hêzê ye. Çiqas li dijî CHPê be, ewqas jî li dijî DEM Partiyê ye. Hewldaneke dijdemokratîk e. Bi ruhê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re qet li hev nake.
Encamên derketine holê çi ne?
Di sêrî de qada siyasî hemû qadên têkoşînê hewl didin ku pêvajoyê baş fam bikin, bi civakê bidin famkirin û têkoşîna aştî û azadiyê bilintir bikin. Bi vê mebestê serê xwe bi her hevokeke ku ji Giravê hatî diêşînin. Nîqaşên li ser peyam û perspektîfên Rêzdar Ocalan ji her demê zêdetir pêk tên. Civîn li ser civînan tên lidarxistin. Bi rastî jî kedeke mezin tê dayîn. Lê encam çi ye? Ev ked çiqas dikare bibe bersîv û di hiş û dilan de zelaliyekê ava bike?
Bi qasî ku xuya dibe encamên derketine holê ne ewqas xurt in. Ev yek jî wesfîniya wê keda mezîn dide lêpirsînkirin.
1-Her qad li gor xwe bernameyekê çêdike, hewl dide ku bi tevlêkirina qadên din wê bi xurtî bixe pratîkê. Ji ber ku baş bikordîne nebûnê bername dikevin ser hev û hêza me parçe dibe. Ev jî wek qelsiyekê diteyise der û bandora çalakiyan dişikîne. Dem dem çalakiyên bikordîne yên hevpar jî çêdibin û ew bî xwe re coşekê jî pêk tîne. Wekî mînak meşa bigirseyî ya 1ê Îlonê.
2-Zêdebûn û pêkhatina li pey hev a çalakiyan derfetê nade ku di nava gel de têra xwe xebat bên meşandin. Bi çend bangewazî û belavokan birêxistikirineke xurt pêk nayê. Jixwe qutbûnek heye di navbera saziyan û gel de, bi vê rêbazê jinûveavakirin û xurtkirina têkiliyan jî ne mimkun e.
3-Pirsgirekeke me jî ew e ku em bi elimîn, bi rê û rêbazên berê dixebitin. Nûbûn bi piranî tenê di gotinê de dimîne. Gelo bi nêzikatiyeke seranser û şiklî em ê bikarin ji pêvajoyê re bibin bersîv? Ku bê pirsin em hemû jî ya ku divê bê kirin bi xurtî bi lêv dikin. Di bilêvkirinê de kêmasiya me tune. Lê em çiqas xwe li gor wê ji nû ve ava dikin? Xwe çiqas diguherînin û vediguherînin? Çima em vê ji her kesê/î dixwazin, lê bes bi xwe baş pêk nayînin? Gelo xwexapandineke çawa heye di bingeha vê xwenedîtinê de? Kurt û kurmancî mebesta me û rê û rêbazên me tam li hev nakin. Ev yek nakokiyeke mezin e û dibe ku bi demê re hinek xetereyan jî bi xwe re bîne.
4-Wisa xuya ye ku di famkirinê de jî şaşî derdikevin. Famkirina li gor xwe û famkirina şaş jî derdikeve holê. Em dikarin bibêjin ku xetereya herî mezin a ku dê zirarê bide têkoşînê jî ev yek e.
Wekî mînak; îsal sed saliya bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bû. Gelo çima me bi vê minasebetê çalaki û bernameyên xurt bi pêş nexistin? Me çima ev yek nekir wesîle û ew êş û trajediyên di nava vê sed salê de hatine jiyîn ranexistin ber çavan? Qada siyasî ya ku her sal di salvegera bidarvekirina wan de bernameyên navendî çêdikir, çima îsal dev ji vê berda? Berovajiyê vê çima mihrîcanên Warto, Erdîş û Tetwanê tam di sedsaliya vê trajediyê de hatin lidarxistin? Tekane bername ji aliyê Komaleya Şêx Seîd ve hat lidarxistin û ew jî pir qels derbaz bû. Saziyên me lê xwedî derneketin û tevlê nebûn. Çima tevlê nebûn? Piştî çalakiya Komaleyê, Hudaparê heman qad bi girseyeke mezin dagir kir û muhra xwe li wê rojê xist.
Çima wisa bû? Çimkî qada siyasî nirxandinên Rêzdar Ocalan ên li ser rêbertiyên kevneşopî yên ku di perspektîfa ji bo Kongreya 12mîn de hatibûn kirin li gor xwe xwendin û şaş fam kirin. Ji ber vê yekê bû ku wekî qad wan tu bername amade nekirin û bi awayekî layiqane li bîranîn û mîrateya wan xwedî derneketin. Mixabin wan ji bilî bernameya li Palûyê qet bernameyek jî çênekir û meydan ji Hudaparê re hişt.
Rêzdar Ocalan ji bo konferansa li Ewropayê ya ku bi minasebeta sedsaliya bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî hatî lidarxistin peyamek şand. Piştî belavbûna wê peyamê, qada siyasî hay ji şaşiya xwe bû; lê êdî pir dereng bû. Lêxwedîderketin di wextê de pêk nehatibû, valahiyek derketibû holê û dijberên xeta azadiyê jî ew valahî dagirtibûn.
5-Di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de xebat û têkoşîna ji bo zimanê kurdî xwedî cih û risteke diyarker û stratejik e. Lewra ziman hîmê bingehîn ê çand û nasnameya kurdî, hîmê xwebirêxistinkirin û avakirina civakî ya neteweyî ye. Ji bo vê jî lazim e ku hemû qadên me li gor girîngî û wateya wê nêzîkî xebatên zimên bibin. Mixabin di vî warî de jî lêxwedîderketin di gotinê de dimîne.
Wekîl û şaredarî li xebatê xwedî derneketin!
Ji bo jiholêrakirina qelsî û kêmasiyên di vî warî de, Saziyên Zimên ên Demokratîk, bi tevlêbûna nûnerên hemû Saziyên Platforma Demokratîk, di 15-16ê cotmehê de li Wanê komxebata “STRATEJÎ Û POLÎTÎKAYÊN TÊKOŞÎNA JI BO ZIMANÊ KURDΔ li dar xistin. Komxebat ji beşdariya gel û kesayet û saziyan re vekirî bû, tevlêbûneke xurt pêk hat û bi dawî bû.
Encamnameya komxebatê ya ku bi kurmancî û kirmanckî (zazakî) hatî amadekirin jî wek nexşerêya xebat û têkoşîna ji bo zimanê kurdî ye. Hêvî heye ku hemû qad û saziyên me li gor wê nexşerêyê bername û karnameyên xwe amade bikin û kurdî bikin bingeha jiyan û rêxistinîbûna xwe.
Wekî encam, nexşerêya ku derketiye holê ji qada ciwanan heta qada jinan, ji qada siyasî heta qada rêveberiyên xwecihî ji bo hemû qadên têkoşînê derbasdar e û divê ku hemû qad bi pratika xwe ya kurdewar û azad bendewariyên civakî pêk bînin.
Mixabin ji wekîlên Wanê û hinek hevşaredaran jî tevlêbûnek çênebû. Lazim bû ku di sêrî de hemû wekîl û hevşaredarên hemû navçeyên Wanê, wekîlên herêmê giş li vê xebatê xwedî derketibana. Diviyabû ku wan bi tevlêbûn û parvekirinên xwe hêzek bidaya vê komxebatê. Ev yek jî pêk nehat û mijara rexneyê ye.*
Yek ji mînakên xebat û têkoşîna ji bo zimanê kurdî jî “DEKLERASYONA JI BO ZIMANÊ KURDΔ ya ku ji alîyê Însiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî ve hatiye amadekirin e.
Însiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî hewl dide ku vê deklerasyona ku di nava xwe de daxwazên kurdan ên derbarê zimanê kurdî dihewîne bi sedan sazî û dezgehên demokratik, aştîxwaz û azadîxwaz bide îmzekirin û wê di rojên pêş me de pêşkêşî raya giştî bike. Ev xebateke gelek girîng e.
Têkoşîn û xebatên ji bo avakirina civakeke demokrratîk û azad kar û berpirsyariya me hemû kurdên azadîxwaz e. Ji ber vê yekê ji bo serketina wan divê em hemû têbikoşin û bixebitin.















