Daxwaza hevdîtina bi Rêber APO re kirin
Pêncşem 27 Mijdar 2025 - 03:35

Ciwanên endamên Partiya Komunîst a Kurdistanê (KCP) û Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PASOK) ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatin Enqereyê. Ciwanên başur, li gel endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partî ji bo biçin Girava Îmraliyê û bi Rêber APO re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan. Ciwanên beriya serdana Wezareta Dadê bikin, li navenda Giştî ya DEM Partî bi parlamenterê Şirnexê Newroz Uysal Aslan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê ciwan çûn ber Wezaretê Dadê û daxwaznameya ji bo hevdîtina bi Rêber APO re pêşkeşî Wezareta Dadê kirin. Ciwanan derbarê serîledanê de li ber wezareta Dadê daxuyanî dan. Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî tevlî daxuyaniyê bû.
Di serî de ji endamê meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kâaganarslan axivî û diyar kir ku weke Ciwanên Demokratîk demeke dirêj e xebatên wan hebûn û got:“Şandeya Ciwanan a Başurê Kurdistanê hat li Mêrdînê tevlî panela Yekitiya Neteweyî bûn. Piştre jî çûn li Rihayê û niha jî li Enqereyê wê ji bo biçin Îmraliyê daxwaznameyê bidin Wezareta Dadê. Weke Ciwanên Demokratîk demeke dirêj e xebatên me didomin.”
Ji Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê Sehko Şhwan jî anî ziman ku ew ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê hatin û got:“Em ji bo piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û rewşa Rêber Ocalan hîn bibin û piştgiriya xelkê Başur ragihînin dixwazin biçin Girava Îmraliyê û bi Rêber Ocalan re hevdîtin bikin. Dixwazin Rêber Ocalan azad bibe.” Ji Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistan Salar Abdurrahman jî destnîşan kir ku neteweya Kurd neteweyeke aştîxweze û got:“Me li vir çend serdan kirin. Me bi van serdanan xwest nîşan bidin ku xelkê Kurd milletekî aştîxwaz e. Em dixwazin bi Rêber Ocalan re hevdîtin bikin û piştgiriya pêvajoya aştiyê bikin. Em dixwazin welatê me jî azad be û hemû kes bi azad di nav astiyê de bi hev re bijîn.”
Piştî daxuyaniyê şandeya Ciwanan bi Newroz Uysal Aslan re ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin daxwazname dan Wezareta Dadê.
NAVENDA NÛÇEYAN












