Koçber zehmetiyê dibînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 21 Mijdar 2025 - 15:45

  • Li navendên demkî yên li gundewarên Siwêdayê koçber zehmetiyên kêmbûna zêde ya xurek û xizmetguzariyên bingehîn weke av, kehrebe, derman û perwerdeyê dikişînin.

Li gel hewlên mezin ên ji hêla komîteyên xwecih û komên xwebeş ve ji bo koçberên Siwêdayê tên kirin, hîna navendên demkî yên koçberan zehmetiyên mezin ên kêmbûna madeyan li gel nebûna piştgiriya darayî ya fermî dikişînin. Di aliyê debarê de hema bêje koçber pişta xwe didin hevgirtina şêniyan û welatiyên li derveyî welat.

Girêdayî mijarê endamê Navenda Demkî ya Al Mishkat a Lêkolîn û Belgekirinê Reşad Ebû Seide diyar kir ku berê hejmara navendên demkî 96 bû, lê hejmara heyî 75 e.

Ebû Seide aşkera kir ku zêdetirî 1500 malbat (7500 kes) ku nîvê wan jin û zarok in, li navendan bi cih bûne.

Li gorî Ebû Seide, li navenda bajarê Siwêdayê 17, li bajarê Şehba 13, li bajarê Selxed 8 navendên demkî hene û yên din jî li gundên rojhilat û başûr belav in. Ev navend têra 8 hezar kesan dikin û lêçûna wan a rojane nêzî 25 milyon dolar e. Tenê danê firavînê ya kesekî/ê bi lêçûna 5 hezar lîreyê Sûriyeyê ye.

Têkildarî rewşa xizmetguzarî ya giştî li navendan, Ebû Seid da zanîn ku av bi awayekî qismî heye û di hefteyê de di navbera 2 heya 3 caran qut dibe. Ew jî ji ber kêmbûna mazotê ya pêşxistina jenetorên kehrebê ji bo pompên avê ye. Ev yek pêwîstiyeke lojîstîk a lezgîn e.

Ebû Seid ji bo kehrebê jî anî ziman ku ev li navendan hema bêje tune ye, lê hin caran jenetor tên pêxistin. Li kêleka wê jî zerdanên dewrî yên sînordar ên komên tenduristiyê çêdibin, lê dermanên nexweşên giran û destwerdanên lezgîn pir kêm in. ANHA/SIWÊDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.