Divê jiyana zarokan bê parastin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 20 Mijdar 2025 - 15:15

  • Endamên Tora Mafên Zarokan têkildarî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê diyar kir ku ji ber xebitandinê mafên zarokan tên binpêkirin û got: “Dewlet li şûna ku mafên zarokan biparêze lê piştgiriyê dide patronan.”

Di 20'ê Mijdara 1989'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve “Peymana Derheqê Zarokan” hate ragihandin. Ji wê rojê ve li cîhanê “Roja Mafên Zarokan a Cîhanê” tê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê bi hezaran zarok dixebitin û her sal bi sedan zarok jiyana xwe ji dest didin. Li her qada jiyanê mafên zarokan tê binpêkirin. Endamên Tora Mafê Zarokan a Amedê Lokman Amac û Îrfan Ekincî têkildarî 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê axivîn.

Pisporê xizmeta civakî Lokman Amaç diyar kir ku li Tirkiyeyê bi milyonan zarokên karker hene û wiha axivî: “Li Amedê her ku diçe hejmara zarokên karker zêde dibin. Piştî şerê Sûrê, pandemî û erdheja 2023'yan gelek malbat xizan bûn. Li Amedê zarok bi piranî xizmetên wekî garsoniyê li ber destan dikin. Ji %33 zarokên li Amedê dijîn wekî karkerên çandiniyê dixebitin. Zarok karên çandiniyê dikin dibistinê berdidin. Mirina zarokên karker herî zêde di sektora çandiniyê de pêk tê. Di qada çandiyê de ewlehî tune ye.”

Lokman Amaç anî ziman ku dadgeh aliyê patronan digire û got: “Di dadgehan de mafê zarokan tune ye. Gelek zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin. Lê hejmaran wan kêm nîşan didin. Divê dewlet mafê zarokan biparêze. Lê em dibîn ku dewlet piştgirî dide patronan û mafê zarokan binpê dike. Desthilatdar dibêje tenê şikir bikin. Hewce ye ku em bi xwe xwedî li mafê zarokan derkevin.”

Pisporê xizmeta civakî Îrfan Ekincî jî destnîşan kir ku di îstatîskan de jî diyar e ku her sal hejmara zarokên karker zêde dibe û ev tişt anî ziman: “

Netewên Yekbûyî gelek peyman amade kirine. Di xala 32'yan a peymana Netewên Yekbûyî de tê gotin ku divê zarok werin parastin. Divê zarokên ku 15 salî tu karan de nexebitin, zarokên di navbera 15-18 salî jî divê karên giran de nexebitin. Tirkiyê jî di sala 1995'an de ev peyman îmze kiriye.  Lê ev biryar li Tirkiyeyê nayên bicihanîn. Berpirsiyar ne tenê dewlet e. Divê civak jî mafê zarokan biparêze. Divê jiyana zarokan bê parastin.” AW/AMED/OMER DEMÎR

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.