
Pirtûka Mehmet Şîrîn Fîlîz a bi navê "Edebiyata Kurdî ya Dîasporayê: Sirgûn, Penaberî, Nasname" ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.
Pirtûk 222 rûpel e û balê dikişîne ser wê edebiyata Kurdî ya ku li dîasporayê ava bûye.
Di pirtûkê de bi rêya analîzkirina metnên nivîskarên dîasporayê tê nîşandan ku nasname, ziman û lêgerînên aidiyetê çawa di nav vê edebiyatê de xwe daye der.
“Edebiyata Kurdî ya Dîasporayê: Sirgûn, Penaberî, Nasname” hem nirxandineke edebî ye û hem jî şahidiya bîrekê dike ku di sirgûniyê de ava bûye.
Di danasîna pirtûkê de wiha hatiye nivîsandin: "Bêjeyên ku di rêya sirgûnê de hatine bikaranîn di eslê xwe de sîtavên welatekî windabûyî ne.Ev pirtûk berê xwe dide edebiyata Kurdî ya ku li dîasporayê ava bûye. Ew bi paşxaneya dîrokî ya têgeha dîasporayê dest pê dike û berê xwe dide tecrûbeyên sirgûnê yên civakên koçberan û rengvedana wan a di edebiyatê de. Paşê jî avabûna dîasporaya Kurdan û xebatên edebî yên ku li vê derê ava bûne ji xwe re dike mijar."
NAVENDA NÛÇEYAN













