Hevdîtin têrê nake divê azad be

Pêncşem 27 Mijdar 2025 - 03:38

Xelkê Amedê hevdîtina Komîsyonê ya li gel Rêber APO nirxandin û diyar kirin ku hevdîtinên veşartî nayên qebûlkirin û xwestin nêrîn û fikra Ocalan ji raya giştî re bê eşkerekirin. Her wiha welatiyan bal kişand ser azadiya fizîkî ya Rêber APO û gotin heya ku ew azad nebe civak jî azad nabe.

Reşehat Ada derheqê çûyîna komîsyonê ya cem Ocalan de wiha got:“Komîsyon çû hevdîtinê, ev tiştekî pirr baş e. Aştiyeke bi rûmet wê çêbe. Bila her kes baş bizanibe heya Serokê me azad nebe, welatê me û girtiyên me yên siyasî jî azad nabin. Gelê me jî civak jî azad nabe. Lê ku gavên erênî ji aliyê dewletê ve neyê avêtin em qebûl nakin. Em ê heya azadiyê li ber xwe bidin.” Bozan Baran jî nerazîbûna xwe li dijî neeşkerekirina naveroka hevdîtinê anî ziman û got:“Çima veşartî diçin, bila bi eşkere biçin. Em nizanin çi hatiye axaftin, ku li gorî xwe biaxivin, em ê çawa baweriya xwe bi dewletê bînin. Bila êdî mafên Kurdan nas bikin. Em dixwazin bila her tişt bi gel re jî were parvekirin ku gel jî bizanibe çi diqewime.”

Almast Bagci jî bal kişand ser azadiya Rêber APO û got:“Bila Serok Apo û hemû girtiyên me werin berdan. Bila êdî aştî çêbibe û Serokê me û girtiyên me bigihîjin azadiya xwe.”

Vedat Soyal jî anî ziman ku bi hevkarî û yekîtiyê aştiyek mayinde dikare pêk were û got:“Çûyîna Komîsyonê ya Girava Îmraliyê, tiştekî pirr baş e û em ê bi ser bikevin. Pêvajo li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi hevkariya Devlet Bahçelî li pêş ket. Em çûyîna komîsyonê jî gelek erênî dibînin. Em dixwazin êdî di civakek azad de bijîn.”

Muhammed Yilmaz jî got:“Heyet çûye Girava Îmralê, ev tiştekî pirr baş e. Rêber APO 27 sal in di girtîgehê de ye ev jî îradeyek pirr bi hêz e. Mirovek nikare ewqas sal tenê bimîne. Çawa ku em bi çavê biratiyê li gelê Tirk dinêrin, bila ew jî wisa me qebûl bikin.” Welatiyê bi navê Omer Şahîn jî got:“ Bila êdî Serok Apo azad bibe, dema ku Serok Apo azad be êdî pirsgirêk jî li holê namînin. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin, ji bo wî jî êdî bila azadî were vî welatî.”

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.