Hevdîtina bi Rêber Apo pêvajoyeke nû ye

Çarşem 26 Mijdar 2025 - 03:55

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû biryara komîsyonê ya hevdîtina bi Rêber Apo re weke "gaveke erênî û pêwîst" nirxand û bang kir ku qanûnên derbasbûnê û azadiyê bêne derxistin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû biryara komîsyona li meclîsê ya ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji Medya Haber TV re nirxand. Hevpeyvîna bi Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:

Bi wesîleya salvegera 47'emîn a damezrandina PKK'ê rêberê damezrîner ê PKK'ê Rêber Apo silav dikim. Şehîdan jî bi hurmet û minet bi bîr tînim. Yên ku têkoşîna 50 salî ya PKK'ê gihand vê astê Rêber Apo û şehîdên li ser xeta Rêber Apo têkoşiyan bûn. Her wiha gaziyên me ne. Bêguman gelê me jî di nava van 50 salî de her tim piştgirî da PKK'ê, li pişt PKK'ê sekinî, tevlî têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê bû. Cejna partiyê ya gelê me jî di vê salvegerê de pîroz dikim. PKK di dîroka Kurd û Kurdistanê de bi rastî jî xaleke werçerxê ye.

Di dawiya salên 1960'î, di destpêka salên 1970'î de rastiya Kurd li ber mirinê bû. Hîn rastiyeke Kurd hebû. Lê belê di bin qirkirin û komkujiyên fîzîkî û çandî de li ber tinebûnê bû. Lewma destpêka rabûna PKK'ê tê wê wateyê ku Kurd li ber zinar bi per û bask kir, firand. Bû têkoşîneke bi vî rengî. Ji ber vê dema ku şert û mercên wê demê li ber çavan bêne girtin, destpêkirina tevgereke bi vî rengî bi rastî jî ne hêsan bû. Kurd ji rastiya xwe direviyan. Ji xwe li qada navneteweyî piştgirî ji gelê Kurd re nedihate dayin. Ji ber ku Tirkiye endamekî NATO'yê ye bi her awayî piştgirî ji dewleta Tirk re dihate dayin. Lewma rabûna PKK'ê dîrokî ye.

Di nava van 50 salan de bi rastî jî têkoşîneke gelekî mezin hate meşandin. Li gel hemû zext û êrişan li ser piyan ma. Ev yek di heman demê de ne tenê PKK, tevgera me xurt kir, her wiha gelê me jî li hemberî van êrişên giran li ser piyan ma, li hemberî êrişên giran hilneweşiya û xurt bû. Gelê Kurd di dîroka xwe de yekemcar di bin ewqas êrişên giran de li ber xwe da, li ser piyan ma. Ne berxwedaneke 6 mehan e. Çend nifş? Çar, pênc nifş dikare bê gotin. Di nava vê têkoşînê de mezin bûn. Hema hema her kesên niha li Kurdistanê ev têkoşîn dîtin, bi naskirina nirxên vê têkoşînê mezin bûn. Divê ev yek bi vî rengî bê dîtin.

Kurd berê li Rojhilata Navîn weke gelekî paşmayî dihate dîtin. Li ser qaşo paşdemayina Kurdan gelek çîrok hatibûn afirandin. Eger niha qalê bikim bi dehan çîrok hene ku henekê xwe bi Kurdan dikir, Kurd biçûk didît. Çandeke bi vî rengî li Rojhilata Navîn ava bû. Gelo niha bi vî rengî ye? Niha, bi têkoşîna azadiyê ya PKK'ê re niha Kurd civaka herî ronakbîr a Rojhilata Navîn e. Di nava vê serdema demokrasiyê de civaka ku hişmendiya xwe ya demokratîk herî bilind e Kurd in. Azadiya jinê, jin a ku civak û mirovahî afirand li Rojhilata Navîn bi rastî jî di bin zexteke giran de hate hiştin, lê îro bi fikrên Rêber Apo jinên Kurd ne tenê li Rojhilata Navîn li seranserê cîhanê jin a herî bi fikrê azadiyê ye.

Bêguman me PKK fesix kir. Me sedemên fesixkirina PKK'ê berê eşkere kir. Di encama têkoşîneke 50 salî de. Bêguman cîhan, Rojhilata Navîn guherî. Êrişkariya kapîtalîzmê li holê ye. Heta bi hişê çêkirî hate afirandin. Li cîhanê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan gihîşt qonaxên nû. Di nava vê rewşê de pêwîstî pê hebû ku PKK jî ji aliyê stratejîk û taktîkî ve bê guhertin. PKK'ê rola xwe ya dîrokî bi cih anî. Nirxên mezin afirand. Hebûna Kurdan misoger kir. Belê hîn li Tirkiyeyê nehatiye naskirin, li Îranê hîn nehatiye naskirin. Li Iraqê û Sûriyeyê hîn pirsgirêk hene. Lê belê hebûna Kurdan derxist holê. Bi vî rengî ya herî rast ew bû ku bi vî rengî cihê xwe di dîrokê de bigire. Bi nêzîkatiyeke nû ya stratejîk û taktîk diviyabû têkoşîn bihata meşandin. Lewma PKK hate fesixkirin. Fexiskirina PKK'ê nayê wateya destberdana ji têkoşîn û dozê. Ji xwe têkoşîn her tim rê û rêbazan diguherînin. PKK'ê jî guhertina stratejîk kir, biryar da ku êdî ne bi têkoşîna çekdarî lê bi siyaseta demokratîk têkoşînê bimeşîne.

Xwişkên Mîrabel ên ku li tundiyê rast hatin û hatin qetilkirin, hemû jinên hatin qetilkirin bi minet û hurmet bi bîr tînim. Têkoşîna jinê têkoşîna mirovahiyê, azadiyê, demokrasiyê ye. Têkoşîna jinê têkoşîna pêkanîna hebûna civakê ye. Têkoşîna jinê têkoşîna xwedîderketina li hemû nirxên mirovahiyê ye. Lewma tundiya li hemberî jinê bi eslê xwe êrişa li dijî mirovahiyê ye, êrişa li ser civakê ye, êrişa li dijî azadiyê ye. Êrişa li hemberî hemû nirxên erênî ye. Divê ev yek bi vî rengî bê fêhmkirin.

Bêguman em biryara çûyîna gel Rêbertî erênî dibînin. Jixwe ev daxwaza me jî bû. Li aliyê din Rêbertî di sala 2012'an de jî gotibû 'Bila komîsyonek ava bibe, ez nêrînên xwe ji wê komîsyonê re ragihînim'. Rêbertî dixwaze ji Meclîsa ku dibêje ew temsîla gelên Tirkiyeyê dike, qala rewşê bike. Me çima serî rakir, em çima têkoşiyan, ev têkoşîn, ev serîrakirin wê bi dawî bibe, eger em ê bibin xwişk û bira ev yek wê çawa pêk were? Dixwaze vê vebêje. Vegotina ji meclîsê re, vegotina ji komîsyona meclîsê re vegotina ji civaka Tirkiyeyê re ye. Rêbertî vê girîng dibîne. Dixwaze Kurd bêne fêhmkirin. Kurdan çima serî rakir? Niha tê xwestin ku dest ji vê serhildanê bê berdan û xwişk û biratî bê avakirin. Tê xwestin ku bi Tirkiyeyê re entegrasyona demokratîk pêk were. Dixwaze vê ji meclîsê re vebêje. Lewma biryareke bi vî rengî girîng e. Ev hevdîtin ji bo pêvajoyê xwedî girîngiyeke çawa ye? Bêguman Kurd wê têkoşîna xwe dewam bikin. Belê helwesta CHP'ê demokratîk nîne. Biryar, encameke ku ji dijberiya li Kurdan bi bandor bûye. Li hemberî dijberiya demokratîk a AKP'ê radibe, lê bi heman rengî bê bêhurmetiya li hemberî îradeya gelê Kurd, bi nirxandina hest û îradeya Kurdan li gorî xwe, CHP heman tiştî dike. Ez vê gavê mijara CHP'ê bi vî rengî dinirxînim.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.