OSMAN KAPAN
Di dem û dewranên berê de siyanet û hurmet bi rabûn,rûniştin û kirina mirovan dihate pîvan.Li gorî emel,ewqas qedir û qîmet dihate dayîn.Di wan deman de têkiliya mirov rû bi rû bû,çav bi çav bû.Ji bona wê ku çi ji hevûdin re bigotana li gorî wê tev digeriyan.Lewra ku ne welê tev bigeriyane,bi dîtina hev çavan şerm dikir,berjêr dibûn,rû ji fediya sor dibû.Ya din,mirovên dewranên berê,xwedî soz û peyman bûn.Çi bigotana dianîn e cih,lewra ku neaniyana cih di nava gel de bêqîmet dibûn.Îca li gorî wê gel li gotinan na,li kirinan dinerî.Gotina pêşiyên me a ku dibêje;”bi soza mêrên berê” her çiqasî baviksalarî jî be,rastiya gotinê tîne ziman.Kurt û kurmancî paya qedirdayînê li gorî gotin û kirinê bû.Werin em bi hev re li kurteçîroka Zerdeştê kal guhdar bikin:
Pêxember Zerdeşt,Hîn nû elametên pêxemberiyê lê peyda bûne û di nava gel de xwe bi rêxistin dike.Çend dildarên pak xwe li dorê daye hev û ji bona raman û mexseda xwe bi gel bidin pejirandin,bi şev û roj hedanî bi wan nakeve,li nava gel digerin,meram û mexseda xwe bi wan re parve dikin û wan vedixwînin ser rêça xwe.Li deverna bi eşkereyî hinek ramana wan dipejirînin,hinek bi dizî dipejirînin,hinek wan diqewirînin û neheqiyê li wan dikin.
Çiqasî neheqî li wan dibê jî,ji bona ku bi ramana xwe bawer in,hîn pirrtir bi bawerî û vîneke xurt tevdigerin.Ne tenê Pêxember Zerdeşt alîgirên wî jî bi heman awayî tevdigerin.
Carina li deverna berdidane wan bi rojan birçî diman.Pêxember Zerdeşt digot:” Xweza dayîk e, her tişt şîrê wê ye,em ji wê hatine,xwe ji wê têr bikin.Lê neêşînin!” û gotinên xwe didomandin:”Bi gotina rast gel serwer bikin,bi xweşbînî gel bikişînin xwe,bi bawer kirina ramana xwe gel bi hesidînin xwe…”ji bona wê tişta sereke ji alîgirên xwe dixwest,di gotin û kirinê de yek bin,di rabûn û rûniştinê de bi edeb bin,ji gel re bibin mînak.Ya herî girîng bila di kesayeta we de,bila tim û tim hefsarê nefsê di destê aqilê we de be.Lewra ku nefsê serdestî ji aqil stand,winê ji mirovtiya xwe derbikevin.
Desthilatdar ji kirinên Pêxember Zerdeşt di tirsiyan,wana jî li gorî xwe olperestên xwe li hemberî wî tuj dikirin,olperestan jî zixtik didane gel.Rojekê Pêxember Zerdeşt û çend hevalên xwe li daristneke xalî û bi xof dimeşin,digihine du rê yekê.Rê yek bi hêla çep ve ,yek bi ya rastê ve diçe.Pêxember Zerdeşt hema raste rast berê xwe dide rê ya çepê.Çil-pêncî gavî dimeşe,li paş xwe dinere ku tenê sê kes li pey wî dimeşin,yên din di serê rê de sekinî ne û bi çavên tirsok,li wan dinerin.Pêxember Zerdeşt lêanîder ku tiştekî derasayî heye.Li wan vegeriya û sedema nehatina wan pirsî.
Yekî ji wan got:”Qasidê Axura Mazda Zerdeşt,ew rê,rê ya çûn û nehatinê ye.Mirovin li wir in,çi kesê bi wir ve diçe,bi paş ve nayê.Li gorî hin gotina wan di kujin û dixwin,li gorî hin gotinên din wan dîl digirin û wekî bendeyan dixebitînin.Leşkerên desthilatdariyê jî nikarin bi wir ve biçin…”
Pexember Zerdeşt bişirî û got:”va ez diçim,yên ku baweriya wan bi Axura Mazda û rastiya wî heyî,dê li pey min werin,yên din jî oxira wan ya xêrê be…”Pexember Zerdeşt tirsa xwe hefsar kir û li wêrekiya xwe siwar bû û kete rê.Piştî şêst-heftê gavî hevalên wî yeko yeko dane pey û meşiyan.Pêxember Zerdeşt bi hatina wan şad bû.Meşiyan,tirsa nava xwe kêm kirin,meşiyan baweriya wan zêde bû,meşiyan bextewariya wan zêde bû.Lewra ber bi armanca xwe ve dimeşiyan.
Hîn negihiştî gund,zarokê gund hatin pêşiya wan û kevirên destê xwe li wan werkirin.Kevirek li serê Pêxember Zerdeşt ket û xwîn herikî.Hevalên wî aciz bûn û xwe tewandin keviran ku bersiva wan zarokan bidin.Pêxember dengê xwe li wan kir û got kevirên destê xwe daynin.Li zaroka nerî û bi wan re bişirî,bi desta işaret kir ku werin cem wî.Lê zaroka dîsa kevir avêtin wan.Di wê kêliyê de yekî kal ji ber latekê rabû û dengê xwe li zaroka kir.
Ewê kal hate cem Pêxember Zerdeşt û got:”Zilamê xerîb,van zarokan serê te şikand,hevalên te xwestin ku bersiva wan bidin te nehişt û bi zarokan re kenî…
Got û hey got.Pêxember Zerdeşt merem,armanç û ol a xwe jê re got.Û bi bişrînî domand:”Mirovên xwedî armanç û bawerî,ne li gorî xwe,li gorî gihiştina armanca xwe tevdigerin.Ku me sebir nekiribana,we yê em bikuştana.Lê hinekan ji we dê helwesta me ji yên din re bigotana,wê demê wan wê win neheq,em mafdar bidîtana.Bi her awayî mexseda me yê hasil bibûna…
Ev çîrok li we biyanî nehat,an na?







