Komxebat bersiva li dijî êrîşan e

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 24 Cotmeh 2025 - 00:51

  • Heval Dilbihar têkildarî "Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî" diyar kir ku azadiya zimanê Kurdî di destê kurdan de ye û got:" Bêguman xebatên civakî yên bi vî rengî, ji ber ku dibin sedem, çavkanî û qonaxeke nû ya xurtkirin, bilindkirin û berfirehbûna têkoşîn û xebatên ji bo zimanê Kurdî, di heman demê de li dij êriş û gefên li ser zimanê Kurdî bersiv in jî."

ROZA METÎNA / AMED

Di 15-16’ê Cotmehê de bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li Wanê "Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî" pêk hat. Gelek sazî, dezgeh û kesayet tevlî vê komxebatê bûn. Endamê komîteya amadekar ê komxebatê û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Heval Dilbihar têkildarî naveroka komxebatê, armanc û bandora wê her wiha li ser beşdariya ji bo komxebatê nirxandin kir.

Heval Dilbihar di destpêkê de li ser armanc û sedema komxebatê sekinî û wiha got:"Wek ku ji navê wê jî diyar e, armanc û sedema sereke ya vê komxebatê ew bû ku hemû qad, sazî û derdorên welatparêz ên ku li ser navê kurdan li bakurê Kurdistanê têkoşîn û xebatan dimeşînin, di çarçoveya hişmendiya neteweya demokratik de, bi awayekî şênber ji bo her cihekî ku jiyan lê heye stratejî, polîtîka, nêzîkatî û helwesta xwe ya giştî û xweser ên têkoşîn û xebatên parastin, pêşvebirin, berbelavkirin û hilberandina zimanê Kurdî yên ji her milî ve diyar bikin, bi wê ve têkildar ji niha û pê ve bi bername, karneme û plansaziyên xwe yên demkurt, demnavîn û demdirêj pêwistiyên wê yên ji her alî ve bînin cih. Bi vê armancê, derbarê stratejî û polîltîkayên têkoşîna li dijî kurdîkujiya ku ji aliyê hêzên desthilatdar û mêtinger ve tê meşandin de, dîsa derbarê têkoşîna bidestxistina statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî, azadî û serbestiya kurdî ya li hemû qadên giştî û qadên civakî; herwiha derbarê stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo kurdî yên li hemû qadên civakî yên tevgera azadiyê, yên di nava xwe de, yên di nava gel de û yên di qada dîplomasiyê de nîqaş, nirxandin û pêşniyaz hatin kirin. Di vê çarçoveyê de, nîqaş, nirxandin, pêşniyaz û biryarên têkoşîn û xebatên şênber ên hişmendî, rêxistinbûyîn, sazîbûyîn û hîndekariya zimanê kurdî rojeveke sereke ya komxebatê bû. Çawa ku pêkanîna aştiyeke rast, jiyaneke azad û civateke demokratîk di rastiya xwe de berî her tiştî di destê me de ye, li gor rastiya ku Rêber Abdullah Ocalan bi gotina 'Zimanê dayikê ji nan û avê girîngtir e; yên ku nikarin zimanê dayika xwe biparêzin nikarin tu tiştî biparêzin' destnîşan dike, me jî di dirûşma komxebata xwe de jî diyar kiribû azadiya zimanê Kurdî jî her dîsa di destê me kurdan de ye."

Bandora komxebatê ya li ser zimên

Heval Dilbihar li ser bandora xebatê ya li ser pêşketina zimanê Kurdî jî ev tişt got:"Helbet, li ser bingeha pêkanîna pêwistiyên nîqaş, nirxandin, rexne, pêşniyaz û xalên ku di komxebatê de bûne rojev û biryarên hatine girtin, dê bi têkoşîn û xebatên ku ji niha û pê ve tên meşandin diyar bibe ku ev komxebat dê wek mayînde bandoreke çawa li ser pêşketina têkoşîna ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bike û wê awayekî şênber vê merhele û qonaxa nû çiqas bi serketin û serfiraziyeke mayînde tacîdar bike. Ku pêwistiyên wê bên bicihanîn, dê hem ji aliyê destbixistina statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî, azadî û serbestiya kurdî ya li hemû qadên giştî û jiyanî ve, hem ji aliyê hişmendî, rêxistinkirin, sazkirin û hîndekariya li nava hemû civaka kurd ve, hem jî di mijara parastin, pêşvebirin, xurtkirin û dorfirehkirina têkoşîna ji bo zimanê Kurdî de ya neteweyî û navneteweyî pêşketinên gelek erênî yên şênber, bingehîn, mayînde û encamgir derxîne holê."

Beşdariya ji bo komxebatê

Heval Dilbihar bi lêv kir ku ji gelek beşan tevlîbûneke xurt ji bo komxebatê çêbûye û wiha pê de çû:"Hem ji aliyê hejmara beşdaran ên ji hemû alî, beş û derdorên cuda yên ji hemû qadan, hem jî ji aliyê xwetevlîkirina nîqaş û nirxandinên naverokê, beşdariyeke gelek xurt pêk hat. Ev komxebat di pêşengiya saziyên zimanê Kurdî, bi piştgirî û beşdarbûna platforma saziyên demokratîk de, ku di nav de hemû qad, partî û saziyên kurd ên demokratik û azadîparêz ên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê cih digirin hat lidarxistin. Di serî de ji qada zimên bigirin heta qadên jin, zarok û ciwanan, ji qada siyaset û rêveberiyên xwecihî bigirin heta qadên hiqûq û dîplomasiyê, ji qadên çand, huner û wêjeyê bigirin heta qadên kedkar, ekolojî, tenduristî, perwerde û bîr û baweriyê, ji qadên çapemenî û weşangeriyê bigirin heta gelek qadên din ên civakî di komên komxebatê de cih girtin. Lê ya herî giring nivîskar, hunermend, derdorên kurdîparêz jî tê de gelê kurd bi xwe jî rasterast û bi rengekî herî çalak beşdarî komxebatê bû, bi rexne, nirxandin û pêşniyazên xwe pêşkêşiyên koman berfirehtir û dewlemendtir bikin; di rêveçûn û encambûna komxebatê de rista xwe ya diyarker bi cih anî."

Divê komxebatên wiha domdar bin

Heval Dilbihar bal bir ser naveroka komxebatê û wiha got:"Komxebat li gor armanca xwe, li ser xal û mijarên wek di tevgera azadiyê û neteweya demokratik a kurd de zimanê kurdî û stratejî û politîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî, di têkoşîna ji bo zimanê Kurdî de têkilî, girîngî û rista jin, zarok, ciwan, çand, wêje, huner, siyaset, çapemenî, weşangerî, ekolojî, perwerdehî, tenduristî, bîr û bawerî û rêveberiyên xwecihî, hiqûq, dîplomasî û gelek xal û mijarên din sekinî; pêşkêşî, nirxandin û pêşniyaz bi pêş xistin, biryarên gelek girîng ên ji bo parastin, pêşvebirin û berbelavkirina zimanê Kurdî girtin û îradeya xwe derbirand ku dê ji bo pêkanîna van biryaran dê bi hiş û giyanê seferberiyê, bi mekanîzmayên herî guncav têkoşîn û xebatên herî tevgir, hevgir, domdar, mayînde, afirîner, şênber û encamgir bên meşandin; herwiha hewl bide ku komxebatên wiha domdar û mayînde bike, li her qadê komxebatên xweser bide lidarxistin, bikeve nava hewldanên lidarxistina konferans û kongreyên zimanê Kurdî yên li her çar milên Kurdistan, Ewropa û welatên din ên cîhanê, bi taybetî pêşengiyeke şênber û mayînde ya têkoşîn û xebatên ji bo statuya Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî, dîsa têkoşîn û xebatên hişmendî, rêxistinkirin, hîndekarî, perwerdehî û sazîbûyîna zimanê Kurdî ya li her jîngeheke civaka kurd bike."

Komxebat bersiva li dij êrişan e

Heval Dilbihar anî ziman ku ew dikarin bibêjin xebatên bi vî rengî li dijî êriş û gefên li ser zimanê Kurdî bersiv in û wiha bi dawî kir:"Bêguman xebatên civakî yên bi vî rengî, ji ber ku dibin sedem, çavkanî û qonaxeke nû ya xurtkirin, bilindkirin û berfirehbûna têkoşîn û xebatên ji bo zimanê Kurdî yên domdar, di heman demê de li dijî hemû êriş û gefên li ser zimanê Kurdî bersiv in jî."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.