‘Varyantê Estanika Memê Alan’ ji Avestayê derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 4 Mijdar 2025 - 00:48

Pirtûkeke nû ya bi navê "Varyantê Estanika Memê Alan” ku ji aliyê Alî Aydin Çîçek ve hatiye amadekirin, ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûk neh varyantên destana Memê Alan ên bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) li xwe digire.

Destana Memê Alan wekî yek ji nimûneyên herî kevnar ên wêjeya devkî ya Kurdan tê qebûlkirin. Ev destana navdar bi sedsalan e ji aliyê dengbêj û çîrokbêjan ve hatiye vegotin û wekî îlham ji bo berhema nemir a Ehmedê Xanî "Mem û Zîn" tê dîtin.

Çîrok bi Kirmanckî, stran bi Kurmancî ne

Di pirtûkê de neh çîrokên ku ji herêmên cuda yên Kirmanckîaxêvan hatine berhevkirin û li gorî devokên wan herêman hatine nivîsandin cih digirin.

Her çend navên çîrokan wekî “Memê Ala”, “Memê Alan” û “Mem û Zîne” diguherin jî, bingeha hemûyan li ser evînê ye. Yek ji xalên herî balkêş ên pirtûkê ew e ku her çend çîrok bi Kirmanckî hatine gotin jî, hema hema hemû stranên di nav wan de bi Kurmancî ne.

Ev taybetmendî têkiliya dîrokî û çandî ya di navbera zaravayên Kurdî de radixe ber çavan.

Di pêşgotina pirtûkê de tê destnîşankirin ku ev çîrok derbarê jiyana civakî, adet û toreyên kevnar û her wiha avaniya siyasî-aborî ya Kurdan a wê demê de agahiyên girîng pêşkêş dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.