Zozanên Kurdistanê li Ewrûpa ne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 4 Adar 2026 - 17:30

  • Pêşangeha ZOZAN li Grazê (Awisturya) projeyeke hunerî ya kolektîf e ku li ser çanda rojane ya Kurdî di nav "transneteweyî" de disekine. Navê "ZOZAN" ji zozanê (havîngeha çiyayî ya Kurdan) tê, ku sembola jiyana kevnar a koçberî û mobîlîteyê ye.

ZOZAN projeyeke navdisiplînî ye li Înstîtuya Antropolojiya Civakî ya Akademiya Zanistan a Awistiryayê. Antropolojiya dîtbar, pratîka hunerî û lêkolîna huner-bingeh bi ser hev vedike da ku şêwazên nerîtî û modern ên koçberiya civakên kurd bike belge, analîz bike û wan (jinûve) pêşkeş bike. Proje xwe dispêre du koleksiyonên pirmedyayî. Bi riya kargehên bi serkêşiya hunermendan, şêwazên cihêreng ên pêşkêşkirinê hatin peydakirin.

ZOZAN bi rêya malpera  https://www.zozan.at/kur/ du koleksiyonên Mehmet Emir û Werner Finke pêşkêş dike û kûrbîniyekê dide lêkolîna xwe ya hunerî û zanistî. Tevî koleksiyonên multimedia yên Werner Finke û Mehmet Emir, malpera ZOZAN bi rûbirûbûnên demên niha yên bi mîrata çandî, nasname û şêweyên bîrê re jî mijûl e.

ZOZAN têgeheke kurdî ye di maneya mêrga havînê de. Tişta ‘Zozan’ îfade dike, jiyanakevneşopî ya xwedîkirina heywanan e li mêrgên havînê, jiyaneke seyar û jiyaneke bi nisbetazad e. Ev têgeh wek nav jî tê emilandin û îşaretî dîmenên rengîn ên çiyayê kurdan dike. Projeya ZOZAN sê qadên tematîk tîne ba hev: bizavdariya kurdan a borî û ya niha, hilberîn û temsîliyeta hunerî ya kurdan li mekanên neteweborî. ZOZAN, xalên wê yên destpêkê du dokumentasyonên berfireh ên multimedia yên civakakurdan e ku di navbera salên 1968 û 2015an de hatine afirandin. Koleksiyona Werner Finke û Koleksiyona Mehmet Emir dokumantasyonên yekta yên jiyana kurdan a rojane ne. Awayêjiyana kevneşopî û veguherînên civakî-aborî didin xuyakirin.

Midaxeleyên hunerî organîze dikin

Di projeyê de, boçûneke navendî organîzekirina midaxeleyên hunerî ye li ser bingeha du koleksiyonên berfireh. Ev midaxele wê têkevin şiklê kargehan ligel hunermendên (ne-)kurd û beşdarên neqandî ji saziyên cûrbicûr ên kurdî û ewropî. Bi vî awayî, pêvajoyên têra xwe herkoyî yên nasname, bizavbarî û bîranînan dikare bê zevtkirin û babetên mîna jiyana berê, mîrata çandî û zehmetiyên niha yên globalîzasyonê dikare bên nîqaşkirin. Bi vê çendê, ZOZAN lekolîna bingeh-huner, pratîka hunerî û boçûnên civakî yên antropolojîkbi ser hev vedike da ku şêweyên kevneşopî û modern ên koçkirina di civaka kurdan de dokument bike, analîz bike û (jinûve) temsîl bike. Girêdanên ji sînorên neteweyî wêdetir jî bi vî awayî wê bên xuyakirin. Armanca midaxeleyên hunerî pêşvebirina şêweyên nû yên temsîliyetê ye ligel beşdaran.

Hunera dîtbar û xebitîna bîrê

Hilberîna berhemên hunerî û medyaya dîtbar her diçe zêdetir roleke girîng dilizê di meseleyên(pir) aidiyet(ên) û xebitîna bîrê li mekanên neteweborî. ZOZAN li ser van pirsan disekine: Gelo hunera dîtbar dikare dînamîka xebitîna bîr û nasnameyê zevt bike? Çi ye rola hunerê di sazkirina bîr û vebêjên dîrokî de? Gelo hilberîna hunerî çawa dikare derbas bike sînorên etnîkû neteweyî, û piran ava bike? Dikare çi be girîngiya hilberîna hunerî di avakirina hevparî û bihevrebûnên di civakên dêmanî de?

Pêşangeha ZOZAN

ZOZAN li ser awayên tevgerdariya adetî û awayên nû yên koçkirinê yên di civakên kurdan de disekine û wan (ji nû vê)temsîl dike. ZOZAN lêkolînen xwe dispêrin hunerê, pratîkên hunerî û boçûnên civakî yên antropolojîk bi ser hev vedike. Di projeya ZOZANê de, midaxeleyên hunerî yên xwe dispartin koleksiyonên Werner Finke û Mehmet Emir hatin kirin. Hunermendan kargeh çêkirin li Bregenz, Graz, Hamburg, Silêmanî, Paris û Wiyenayê. Ji 100î zêdetir beşdar li ser meseleyên nasname û koçberiyê, bîranînên rabirdûyê yên awayên jiyan û şidetê, mîrata çandî û zehmetiyên vêga yên globalîzasyonê sekinîn bi xêzkirin, kolaj, obje, deq, wêne, film û înstalasyonên xwe. Encamên van xebatên hevpar bi hev re tên pêşkêşkirin di vê pêşangehê de. Ji aliyê FWF (PEEK AR 682) hat fînansekirin û li Înstîtuya Antropolojiya Civakî (ÖAW) hatin birêvebirin.

Hunermendên beşdar:

Sabah Ahmed, Halgurd Ahmad, Hoshang Bahjat, Friedrich Becke, Savaş Boyraz, Songül Boyraz, Asmin Buhan, DARO, Ezgi Erol, Thomas Freiler, Pavlos Fysakis, Seyda Goyan, Karzan A. Jan, Dila Kaplan, Zeynep Kaplan, Adnan Kegi, Melis Kaya, Jonas Nieft, Duygu Örs, Srusht Omer, Lisl Ponger, Layla Qadir & Kosar Mageed, Niga Salam, Dilan Salik, Nora Severios, Aram Tastekin, Rojda Tuğrul, Irene Wallner, Ruth Weismann, Meltem Yildiz.

Tîma pêşangeha ZOZAN jî ji van kesan pêk tê; Mehmet Emir, Eva Kolm, Maria Six-Hohenbalken, Eva Stockinger, with the assistance of Eszter Agota Hárs and Marina Stoilova.

Pêşangeha ZOZAN 27’Sibatê vebû û ewê heta 18’ê Adarê 2026’an vekirî bimîne.

Werner Finke kî ye?

Werner Finke (1942-2002) ji Perchtoldsdorfa nêzîkî Viyenayê hatiye herêmên kurdan ên li Tirkiyeyê û li dor sî salan geriyaye. Yek ji berfirehtirîn koleksiyona etnografîk a materyalên çanda kurdî ya dinyayê çêkiriye (niha li Viyenayê Weltmuseumê ye). Koleksiyona wî ya multimedia ku piştî mirina wî ya ji nişka ve hat teslîmkirin bo Înstîtuya Antropolojiya Civakî (ÖAW), li dor 30,000 slayt û wêneyan, film û dokumentên deng ên 8mm û 16mm ku heta niha pir kêm hatine weşandin, dihewîne.

Ji 1967an vir ve, Finke çûye gundên kurdan, bi eşîran re çûye zozanan û destkariyên wan dokument kiriye. Her wiha wî ya ji bo gerên etnografîk û koleksiyona yekta elaqeya wî ya bo derdora xwezayî, çandiniya kevneşopî, xwedîkirina heywên, zinaet û jiyana gundan nîşandide û dide xuyakirin bê ev çawa guherîne.

Li herêmên kurdan ên li Tirkiyeyê şerê bi dehan salan kir ku awayên hilberîna kevneşopî bên terikandin (mîna karên li deverên çiyayî) û koç bikin. Ji bo gelekan, koça bo bajarên mezin ên li herêma xwe an bajarên mezintir ên Tirkiyeyê ne sînorê dawî bû. Koça bo welatên din, piranî Ewropaya Rojava û têkiliyên neteweborî yên bi warê xwe re rê xweş kir li ber pêvajoyên mezin ên veguherîna li van herêman.

Ew xelkên ku Finke jiyana wan dokument kiriye, nifşên di pey wan re aniha li bajarên mezinên Tirkiyeyê û li seranserî Ewropayê belav bûne. Civata wan vêga li mekanên sîber in; bi riya malpêrên eşîrî û medyaya civakî bi hev re di têkiliyê de ne.

 

Mehmet Emir kî ye?

Mehmet Emir di 1964an de li Dêrsim/Tunceliyê (Tirkiye) çêbûye. Li Akademiya Hunerên Bedew a Wiyenayê wênesazî xwendiye; di warê wênekişêyê de bûye pispor û di qada multimedia de dixebite. Ji 1981ê vir ve li Viyenayê dijî û di serdanên xwe ya salane de herêma xwe dokument kiriye.

Bêhizûriya siyasî ya ji 1960î vir ve, zextên asimilasyonê û projeyên bendavên mezin kiriye ku gelek kes ji bajarên rojhilat û başûrrojhilata Tirkiyeyê koç bikin. Îro gelek gund vala ne, hinek tenê havîngeh in ji bo koçberên ku di betlaneyên xwe yî salane de serdana warên lê çêbûne dikin.

Hin gund wek herêmên leşkerî hatine diyarkirin û qedexe ye kes têkeve wir, hinek hatine tehrîbkirin. Mirovên ji gundê Mehmet Emir koçî bajarên mezin ên Tirkiyeyê û Ewropayê kirine, lê hê jî bi riya rûpelên Facebookê yên gundên xwe têkiliya xwe didomînin.

Xebatên Mehmet Emir li pêşangehên li London, New York, Stenbol û Wiyenayê hatine nîşandan.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.