
- Mehmet Ocalan, birayê Abdullah Ocalan ku di roja jidayikbûna wî 4'ê Nîsanê de her kes vexwend Amarayê, got: "Werin em Serok ji Girava Îmraliyê derxînin."
77'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li gundê wî Amara yê Xelfetî ya Rihayê bê pîrozkirin. Pîrozbahiyên ku dê di 1'ê Nîsanê de dest pê bikin, dê her kes li bajarên xwe bi hevkariya Komeleya Ekolojiyê çalakiyên bi mijara "Azadiya Fizîkî ya Serokatî", "Mafê Hêviyê" û "Rewşa Rêber" li dar bixe û şitlan biçîne. Piştî vê yekê, di 3 û 4'ê Nîsanê de, dê li navçeya Xelfetiyê festîvalek were lidarxistin ku her kes dê li wir bicive. Di 3'yê Nîsanê de, dê "Sifreya Rojê" were danîn û her kes dê xwarinên ku bi xwe re aniye pêşkêş bike. Rojeva sereke ya çalakiyên rojbûna 77'emîn dê naskirina statuya Abdullah Ocalan, sermuzakerevanê "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" û guhertina şert û mercên wî yên li Girava Îmraliyê be da ku azadiya wî ya fizîkî were misogerkirin.
Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, banga beşdarbûna çalakiyên 4'ê Nîsanê kir û got ku divê 4'ê Nîsanê ya îsal bibe wesîleya derxistina Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê.
Mehmet Ocalan diyar kir ku 4'ê Nîsanê ji bo hebûn û ronahiya Kurdan girîng e û got: "Serok, dê bibe 77 salî. Em vê rojbûnê pîroz dikin. Banga me ya 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê ye. Tirkmen, Ereb û gelên din, bila hemû werin. Em dixwazin hemû Kurd werin vir. Di rojên pêş de, werin em Serok ji Girava Îmraliyê derxînin û peyama xwe bi vî rengî bidin."
Mehmet Ocalan, bal kişand ser wê yekê ku pêdivî ye peyameke mezin li Amarayê were dayîn û got: "Ger em karibin di 3 û 4'ê Nîsanê de li vir mîtîngeke mezin li dar bixin, em ê Serok ji Girava Îmraliyê rizgar bikin. Di dawiyê de, ez vê bêjim: Ger Serok li Girava Îmraliyê bimîne, jiyana wî di xetereyê de ye. Werin em ji 3'yê Nîsanê heta 4'ê Nîsanê rojbûna wî li Xelfetiyê, li gundê Amarayê, pîroz bikin. Werin em Serok ji bo pêşerojê ji Girava Îmraliyê derxînin."
MA / RIHA / MELÎKE VAROL







