Bandora neyînî ya li populasyona çûkan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 13 Adar 2026 - 15:15

  • Lengergeha li qeraxê Gola Wanê li herêma hêlînên çûkan hatiye çêkirin, bandoreke neyînî li ser populasyona çûkan dike. Ji ber çêkirina lengergehê hêlînên çûkan texrîb bûn û tê gotin ku vê jî kir ku populasyona çûkan kêm bibe.

Sînan Aslan ê weke qeyûm li Şaredariya Artemêtê ya Wanê hatibû tayînkirin, di sala 2021’ê de li Taxa Buzhaneyê li qeraxê Gola Wanê lengergehek çêkir. Lengergeh, di nava qamirgehê li herêma hêlînên çûkan hate çêkirin. Ev lengergehe, bandoreke neyînî li ser zêdebûn û populasyona çûkên koçber ên her sal tên herêmê dike. Lengergeha ku li ser erdekî biqasî 116 hezar donimên qamirgehê hate çêkirin, di sala 2023’yan de hate temamkirin. Bi qasî kîlometreyekê dirêj e û firehiya wê jî 5 metre ye. Bi çêkirina lengergehê re qamirgeha li dora hêlînên çûkan jî tune bû. Vê jî bandoreke neyînî li ser zêdebûna çûkan û populasyona li herêmê kir.

Gola Wanê û derdora wê, yek ji cihên herî biav ên herêmê tên zanîn û malovaniya nêzî 250 cureyên çûkan dike. Piraniya van cureyên çûkan, di demsalên koçê de tên qeraxa golê, qamirgeh û çiravan. Hinek cure jî di demsalên havînê de li vê herêmê hêlînên xwe çêdikin û hêkan dikin.

Bi taybet jî çûkên li qadên qamirgehê dijîn, hêlînên xwe yên biewle li vir çêdikin. Lêbelê piştî temambûna projeya banda qeraxê, çûkan jî qadên xwezayî yên jiyanê winda kir. Çûk, neçar dimînin ku dadin ser rûniştekên li seranserî rê û banda qeraxa golê hatine danîn. Ev rewş jî dike ku xwarin û vexwarina çûkan xerab bibe û hem jî dike ku gef li ser ewlehiya wan çêbibe. Çavdêr, dibêjin ku çûk di çêkirina hêlînan de zehmetiyê dikêşin û di dema koçê de cihê ku lê bimînin peyda nakin.

Qamirgeh û çiravên li Gola Wanê ne tenê ji bo çûkan, her wiha ji bo ekosîstema herêmê jî xwedî cihekî girîng e. Ev qad, dikin ku cureyên gihayan jî berfireh bibin û qadên jiyanê yên masî û zindiyên avê ne. Li hêla din derfetê dide ku çûkên koçber rola xwe ya di zincîra ekolojîk de bidomînin. Tunekirina qamirgehan û neparastina cihên avî, hem zirarê dide cureyên çûkan hem jî dike ku curbicuriya biyolojîk a li herêmê kêm bibe.

Bi banda qeraxê re çûk dikevin stresê û ev jî dike ku hêkan nekin û cureyê wan zêde nebe. Rêjeya çûkên ciwan jî her ku diçe kêm dibe. Çûkên li vê herêmê dijîn, hem ji bo ekosîstema herêmê hem jî ji bo domdariya rêyên koçê xwedî cihekî krîtîk in. Neparastina qamirgeh û cihên avî, ne tenê ji bo çûkên li herêmê, her wiha li ser tevahiya ekosîstemê jî gefeke mezin e.

Banda qeraxê ya li Artemêtê li qada jiyanê ya çûkên koçber hatiye çêkirin, hem qadên jiyanê yên çûkên koçber texrîb dike hem jî ji ber xerakirina hevsengiya ekosîstemê, ne tenê di asta herêmî de lê di astek navneteweyî de weke pirsgirêkeke hawirdorî derdikeve pêş. Parastina qamirgeh û cihên avî, ji bo cureyên çûkên koçber nifşên xwe bidomînin pir girîng e.

MA / WAN / ZEYNEP DÛRGÛT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.