
- Emîn Erbanî wefat kir
- Ji Dîwan Academy lîstikeke nû; ‘Bazirganê Venedîkê’
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ji bo pîrozbahiya Newrozê li Eywana Dawetê ya Agaoglû ya li navçeya Sûrê ya Amedê konserek li dar xist û cil û bergên Kurdî dane nasîn. Ev sal danasîna cil û bergên herêma Serhedê hate kirin. Endam û nûnerên saziyên Çandî yên Amedê û gelek kes tev li bernamê bûn. Di destpêka bernamê de bi stranên Kurdî ve beşdarvana govend gerand û Seroka KASEDê Salîha Ayata axaftina xwe kir. Salîha Ayata di serî de Cejna Newrozê pîroz kir û ev tişt gotin: “Wekî hûn jî dizanin, bi salan e Kurd bi çanda xwe, bi dîroka xwe, bi hunera xwe, bi zimanê xwe li ser pêyan e. Taybet çend sal 2024an, Newroza Amedê tê bîra we ne wisa? Nehiştin em bi cil û bergên xwe têkevin qadê. Gelek ji me bertek nîşan da, em neketin qadê. Piştî wê jî wekî qada çandê, me ev biryar da; taybet qada çandê ya Amedê ya Kurd, me got: ‘Çi dibe bila bibe, her sal em ê bi cil û bergên xwe Newrozê pîroz bikin.”
Piştî axaftina Salîha Ayata koma Govendê ya bi navê “Jin” a KASEDê govend gerand. Koma govendê dîmenên rengîn derxist holê. Piştre danasîna cil û bergên Kurdî destpê kir. Cûda cûda cilên bajarê Kurdîstanê hate danasîn. Beşdaran bi eleqeyeke mezin danasîn temaşe kir. Piştî danasînê kesên ku danasînê de cil û berg xwe kirin bi stranên Kurdî ve govend gerand. Di dawiya bernameyê jinan agirê Newozê pêxist.
NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Emîn Erbanî wefat kir
Hunermend Emînê Erbanî (Mehmet Emîn Erden) ku li navçeya Qoser a Mêrdînê dijiya, jiyana xwe ji dest da. Erbanî ku di salên 90î de bi albumên xwe yên “Gundê Erban” û “Gundê Me” bi nav û deng bû, di muzîka Kurdî de bi rengî û dengê xwe xwedî cihekî taybet bû. Erbanî ku nêzî 3 sal bûn nexweşîneke giran lê peyda bûbû, li nexweşxaneyeke taybet jiyana xwe ji dest da.
Erbanî ku di sala 1966an de li gundê Erban ê Qoserê hat dinê, bi navê gundê xwe Erban bi nav û deng bûbû. MÊRDÎN
* * *
Ji Dîwan Academy lîstikeke nû; ‘Bazirganê Venedîkê’
Dîwan Academy ku li Êlihê xebatên çandî û hunerî dibe serî ragihand ku ew bi lîstika xwe ya nû ya bi navê “Bazirganê Venedîkê” derdikevin hemberî temaşevanên şanoyê.
Şanoya “Bazirganê Venedîkê” ew ê di 27’ê meha Adarê de li ser dikê be. Dîwan Academy got; “Di roja şanoyê ya cîhanî de em bi lîstika xwe ya nû, Bazirganê Venedîkê, li ser dika Dîwanê ne.”
Kûnyeya şanoyê wiha ye;
Nivîskar: William Shakespeare
Werger: Kawa Nemir
Derhêner: Kenan Demir
Lîstikvan:
Pelda Bal
Ronî Dildar
Agîd İş
Garip Akıl
Kenan Demir
Afîş: Ronî Dildar
Cil û Berg: Kenan Demir
Dirûtina Cil û Bergan: Mustafa Demir
Teknîk: Raperîn Akın
Wêne û Vîdeo: Veysel Seçen
Lîstik yek perde ye.
NAVENDA NÛÇEYAN







