Çanda koçeriyê nade jibîrkirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 3 Adar 2026 - 15:30

  • Nazê Alkan ku bi salan li herêma Nordiz a navçeya Payizava a Wanê koçerî dikir, di sala 1984'an de dema ku gundê wê ji ber polîtîkayên "ewlehiyê" yên dewletê hat valakirin di jiyana xwe de guherîneke mezin kir. 

Malbata Alkan ku neçar ma ku koçî navenda bajarê Wanê bike, bi sedan pez û jiyana ku bi salan xebata dijwar ava kiribû li dû xwe hişt. 11 salan ji ber qedexeya ketina gundê xwe ji axa xwe dûr ketin û yek ji awayên herî dijwar ên koçberiya bi darê zorê dîtin. Piştî zêdetirî 40 salan, Nazê Alkan ku hewl dide xwe biguncîne jiyana bajêr, deriyên mala xwe ji bo rabirdûyê vekiriye, bi biryar e ku çanda xwe ya koçerî ji bîr neke an jî nehêle yên din ji bîr bikin. 

Nazê Alkan bi konekî koçeran ê biçûk ku wê li quncikekî mala xwe daniye, rabirdûya xwe tîne roja îro. Kon tijî tiştên ku rêyên koçberiyê, çiyayên bilind û salên ku li dû keriyên wê derbas bûne tînin bîra wê. Konên koçer ên mînyatur ên ku ew bi xwe çêdike, bûne sembola bîra çandî. Gorên hirî yên ku ew bi destê xwe çêdike hem şahidiya berhemdariya wê û hem jî sebra wê ne. Xemilandinên hirî yên rengîn ên ku dîwarên mala wê dixemilînin, zindîtiya estetîka koçeriyê nîşan didin. Nazê Alkan ku şêwaza jiyana koçeriyê di mala xwe de zindî dihêle, naxwaze ku çanda koçeriyê winda bibe. Her çend ew pir caran bi reaksiyonên neyînî re rû bi rû dimîne jî, ew vê rengîniyê wekî şêwazeke jiyanê qebûl dike, vê çandê tîne roja me ya îro. Nazê Alkan, wekî bersivek li hember asîmîlasyona çandî, jiyana koçeriyê ya çandî di nav çar dîwarên mala xwe de zindî dihêle.

Jiyana gund û zozanan xweş bû

Nazê Alkanê diyar kir ku ew ji jiyana koçeriyê û ya gundan pir hez dike û got: "Em xelkê Payizava yê herêma Nordizê ne. Gundê me gelek xweş bû. Di gundê me de em tenê çar malen mezin hebûn. Me birên pez û berxikan hebû. Em dewlemend bûn û rewşa me jî pir baş bû. Jiyana gundan pir xweş bû. Em her serê sibehê radibûn me konên xwe dibirin zozanan vedikirin. Şivanên me yên pez û berxikan hebû. Malên me, malên mêvan xwedanker bûn. Me dema ku zozanan de konên xwe vedikirin cîran jî dihatin dora me rûdiniştin. Jiyana gund û zozanan gelek xweş bû. Me gelek ji jiyana gundan û malên xwe yên gundan hez dikir. Dema ku em li gundan bûn, tundiya mêran li ser jinan tune bû. Jin jî û mêr jî dixebitîn. Ji ber wê li hemberî hev du rêz û hurmet hebû."

‘Pez bi xemlên jinan dihatin nasîn’

Nazê Alkanê bi lêv kir ku di zozanan û jiyana koçeriyê de jin kirdeya jiyanê ne û wiha domand: "Dema ku zivistan xelas dibû û bihar dihat dinya reş dibû em jin diçûn pincarî. Me mala xwe bar dikir û diçûn deverên bilind. Em jin du danan diçûn bêrîvaniyê. Me şîr diavêt meşkê û meşk ka dikir. Pir pezê me hebû û em dewlemend bûn. Piştî ku em ji bêriyê vedigeriyan em dihatin malê û me ji palên xwe re xwarin çêdikir û kincên wan dişûşt. Heta saetên şevê yên dereng jî em dixebitîn. Gelek wextê xwe jî me jinan bi çêkirina van gûfkan derbas dikir. Me konên xwe û mala xwe, pezê xwe bi van gûfikan dixemiland. Dema ku pez û hespên me diçûn nav zomên xelkê, digotin ev yê werçonyanin. Ev jî ji ber gifikan bû. Çimkî her hespek û pezek jî bi gifkên ku jinan stûyê wan ve daliqandibûn dihatin nasîn. Ew jiyan gelek xweş bû. Em ji 1984'an ji gundê xwe koçber bûn û hatin bajêr. Gund dihatin vala kirin û aramî neman û em  jî nêçar man ku gund û warê xwe bihêlin. Piştî ku em hatin bajêr jî 11 salan çûyina me ya gundan qedexe kir."

Bêriya rojên xwe yên berê dike

Nazê Alkan da zanîn ku 40 sal zêdetir in li bajêr dijî lê hîna jî çanda koçeriyê jibîr nekiriye û got; “Dema ku ez van tiştan çêdikim û bi diwarên mala xwe ve daldiqînim bala zarokên min û cîran min dikişîne û ew jî pir jê hez dikin. Ev rengê Kurdî û çanda Kurdî ye. Ez teşiyê çêdikim, gûfkan çêdikim, ez xurckan çêdikim, ez goran çêdikim. Ez dixwazim hemû deran bixemilînim. Keyfa min ji pir rengiyê tê. Maleke me li gund jî heye û ew mala min jî bi van gûfkan xemilî ye. Ez niha wê jiyana xwe ya koçerî di nava mala xwe de dijim. Ji bo ku ev çande wenda nebe û mirov jibîr neke ez wiha dikim. Divê ku mirov xwe jibîr neke. Divê ku mirov wê çandê û hevaltiya gundan jibîr neke. Jiyana gundan û koçerî cuda bû. Her tim mêvan hebûn, pir xweş bû. Lê bajaran ne wisa ye. Dema ku mêvanê yekî çêdibe aciz dibin û naxwazin ku deriyê mala xwe ji kesekî re vekin. Lê keyfa me ji mêvanan re dihat. Ez pir bêriya wan rojan dikim." 

 ZEYNUP DURGUT /MA/WAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.