
- Koma Amed ku di salên 1990’î de bi gotinên xwe yên siyasî, şêwaza muzîka resen û awazên xwe yên pirrengî bûbû dengê nifşekî, piştî gelek salên sirgûn, qedexe û zextan, xwe amade dike ku li Stenbolê bigihîje hezkiriyên xwe. Koma Amed di Newrozê de wê li ser dikê be.
Newroza îsal ewê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” herî kêm li 53 navendan bê pîrozkirin. Li Stenbolê Newroz dê di 22’ê Adarê de bê pîrozkirin.
Endamê Koma Amed Serhad Çarnewa li ser medyaya civakî diyar kir ku Koma Amed dê tev li Newroza Stenbolê bibe.
Di 25ê Cotmehê de Şaredariya Peyasê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Sanatça Organîzasyon li Qada Newrozê ya Amedê bi beşdariya sed hezaran kes konsera Koma Amed li dar xistibû. Koma Amed piştî 30 salan cara yekemîn li herêmê û Tirkiyeyê konserek li dar xistibû.
NAVENDA NÛÇEYAN







