
Kovara Bar Helbestê hejmara xwe ya nû gihand ber destên helbesthezan. Bar Helbestê hejmara xwe ya 9'an îsal derxistibû, niha hejmara 10'an derxist.
Kovara ku di her hejmarê de nivîskarek dike berga xwe, vê hejmarê de cih dane helbestvana ji Rojava Dîlan Şewqî. Ji bo vê yekê Rêzan Diljen ligel helbestvan Şewqî hevpeyvînek kiriye. Şewqî dibêje, "Helbesta kurdî jî bi nêrîna min divê ne tenê bi zimanê xwe be, belê divê bi dirûv û cil û bergê helbestê be û navê wê û dengê wê kurdî be."
Li aliyê din helbestek Dîlan Şewqî bi navê "Eşq" û wergerek wê jî hatiye weşandin.
Di vê hejmarê de gelek helbestên wergerê hene ku hejmara van, ji helbestên helbestvanên kurd ên hatine nivîsîn zêdetir e. Yanê di vê hejmarê de werger bûye serdest.
Di hejmara 10'an de helbestên van kesan hatine weşandin: Italo Calvino, Berken Bereh, Mihemed Maxût, Jacques Prevert, Hoşeng Nizarî, Victoria Sackville West, Ellen Bass, Firat Keklik, Evdilxaliqê ÎSal, Himanshi Bhadana & Dr Swati Chauhan, William Wordsworth, Cihad Mistefa, Jorfe Luis Borges, Peter Gizzi, Charles Baudelaire, Selamî Esen, Yehya Omerî, Ehmedê Şamlû, Hewar Kemal, Heinrich Heine, Rose Auslander, William Butler Yeats, Christina Rosseti, Miradê Miradan, Alda Merini, Mehmet Çalişci, Koleka Putuma, William Carlos Williams, Tahir Begê Caf, Nûreddîn Zaza, E.Allen Poe
Ji bo têkilî:
kovarabar@gmail.com
NAVENDA NÛÇEYAN












