Li Yemenê qeyrana mirovahiyê

Nûçeyên Cîhan

În 5 Îlon 2025 - 01:45

Pêdiviyên nifûsa Yemenê bi awayekî trajîk zêde dibin, ji ber ku fînanse û alîkarî kêm dibin û bi hezaran malbatên Yemenî, bi taybetî yên koçber bi bêdengî bi birçîbûnê re rûbirû dimînin.

Zêdetirî 10 salan e ku Yemen yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê dijî, bi milyonan Yemenî li ber birçîbûnê ne. Kampên penaberan di pêşengiya trajediya mirovî de ne. Kesên ku ji bo ewlehiyê ji şer reviyan, di nav konên hilweşiyayî de di nav birçîbûn, nexweşî û xizaniyê de asê man û nekarî xwe ji germahiya havînê an sermaya zivistanê biparêzin.

Li gor Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî, 17 milyon û 600 kes di xetereya bêewlehiya xwarinê ya giran de ne, ku nêzîkî 6 milyon kes di rewşên awarte de dijîn.

Koça dawî ya Eşwaq Mehab ne bûyerek tenê ye. Ew qîrînek e ku serpêhatiyên bi hezaran zarokên li kampan vedihewîne, yên ku bi zikên vala diçin razanê û bi hêviya perçeyek nan şiyar dibin, lê ev xewn pir caran pêk nayê.

Tiştê ku derbarê hejmaran de mirov xemgîn dike ev e ku 9 hezar û 359 malbat ji hêla zarokan ve têne xwedîkirin û ev yek ji bo jinan jî derbas dibe. Hejmara malbatên ku ji hêla jinan ve têne xwedîkirin 17 hezar û 342 malbat  û 2 hezar û 782 malbat bê malbatên xwe di kampan de dijîn.

Ji aliyê avê ve jî rewş kêmtir nîne. 301 hezar û 698 malbat bê ava vexwarinê ne, di heman demê de 238 hezar û 88 malbat jî ji ava rojane bêpar in. Ev hejmar nîşan didin ku çawa pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê ji destê koçberan derketine.

Birçîbûn li Yemenê êdî ne tenê pirsgirêkek alîkariyê an krîzek demkî ye. Ew ji bo bi milyonan kesan bûye gefek hebûnê. Li pişt hejmaran rûyên westiyayî, zarokên ku bêdeng mirine û jinên ku hêviya xwe winda kirine hene. Di nav pevçûnên berdewam û kêmbûna piştgiriya navneteweyî de, tekane hêviya van mirovên koçber ew e ku pevçûn bi dawî bibe û ew vegerin mal û axên ku deh sal berê jê koçber bûne.

NÛJINHA/YEMEN/RANIYA EBDULLAH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.