Baweriya bi aboriyê nema ye
Sêşem 25 Sibat 2025 - 03:25
ROZA METÎNA / AMED
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bi lêv kir ku bawariya bi aboriya Tirkiyeyê her diçe kêm dibe û wiha got:” Veberhêner bi gelemperî di şert û mercên aborî yên xirab ên wekî qeyranên darayî yan enflasyona bilind de berê xwe didin zêr. Zêdebûna îthalata zêr li Tirkiyeyê rasterast nîşan dide ku baweriya bi aboriyê kêm dibe û xelk li malên ewletir digerin.”
Li Tirkiyeyê bi qeyranên siyasî, civakî, navxweyî girêdayî qeyrana aborî jî her diçe kûrtir dibe. Îktidara heyî her çiqas hew bide vê qeyranê veşêre jî lê belê ev qeyran bi bandorên xwe hîn bêhtir belav dibe û fatureya vê yekê dîsa ji civakê tê birîn.
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî têkildarî rewşa aboriya Tirkiyeyê, bandora şer a li ser aboriyê, îthalata zêde, polîtîkayên rejîma AKP’ê yên derbarê aboriyê de û gendeliya ku rê li pêşketina aboriyê re digire, nirxandin kir.
Rewşa aboriya Tirkiyeyê
Sezaî Temellî di destpêkê de li ser aboriya Tirkiyeyê wiha got:”AKP desthilatdariyek e ku ji dema desthilatdariya xwe ve bi dilsozî polîtîkayên neolîberal dimeşîne û di her şert û mercî de berjewendiyên sermayeyê esas digire. Di serdema desthilatdariya AKP'ê de dema ku sermaye her tim li aliyê serketî bû, karker jî li aliyê windakirinê bûn. Di vî warî de ji roja ewil hatin îktîdarê heta niha îmze avêtin binê gelek sepanan. Lêbelê, di nîşaneyên aborî de tabloya herî xirab bi taybetî bi derbasbûna Sîstema Hikûmeta Serokatiyê derket holê. "Polîtîkayên heterodoks" ên ku di serdema Nabatî de hatine meşandin, ku em dikarin wekî beşek ji wê pêvajoyê bihesibînin, ew serdem e ku riya xirab a aboriyê dest pê kir ku bêtir xuya bibe. Lêçûna aborî ya polîtîkayên di vê serdemê de hatin meşandin, bi taybetî ji bo çîna karkeran pir zêdebû. Di serdema AKP'ê de xizanî di dîroka Tirkiyeyê de gihişt asta herî bilind, hêza kirînê kêm bû û bi qasî 19 mîlyon welatiyan bi alîkariya civakî karîbûn bijîn. Ji aliyekî ve hejmara kesên dikevin lîsteya milyar dolarî zêde bû, li aliyê din jî hejmara feqîran bi lez û bez zêde bû.Bi kurtasî, aboriya Tirkiyeyê bi pirsgirêkên cidî yên wek enflasyoneke bilind, hêdîbûna mezinbûnê û xirabbûna dabeşkirina dahatê, zêdebûna xizaniyê, kêmasiya hesabê heyî û kêmbûna rêjeya danûstendinê re rû bi rû ye. Her çend polîtîkayên diravî yên ku têne meşandin bi mebesta kontrolkirina enflasyonê ya di demek kurt de be jî, di vî warî de jî têkçûnek heye. Ji bo mezinbûn û aramiya aboriyê divê reformên binyadî yên berfireh bêne kirin. Lê heta ku tercîhên aboriya siyasî ya alîgirê sermayeyê yên hikûmeta AKP-MHP’ê neyên guhertin, di aboriyê de pêşketineke rasteqîn pêk nayê.”
Mûçekar di bin zextê de ne
Sezaî Temellî da zanîn kesên mûçeya herî kêm digirin ji ber polîtîkayên ji aliyê îktidarê ve tên meşandin mexdûr dibin û wiha pê de çû:”Ji bo nirxandina vê rewşê û baştir têgihîştina bandora biryarên aborî yên heyî yên li ser mûçeyên kêmtirîn, kesên teqawît û hejaran, pêwîst e em li ser çend faktorên bingehîn bisekinin. Zêdebûna nirxê danûstendinê dibe sedema enflasyonê, bi taybetî bi zêdebûna bihayên hilberên ji derve û lêçûnên ji ber girêdayîbûna biyanî ya bi enerjiyê re. Kesên ku dahatên wan ên sabit hene, nemaze yên bi mûçeya herî kêm dijîn, ew kes in ku herî zêde mexdûr dibin, ji ber ku nikarin vê windabûna hatinê telafî bikin. Zêdebûn dibe sedema kêmbûnek cidî ya qalîteya jiyanê ya kesên ku xwediyê dahata sabit in. Di encamê de bi biryarên ku hatin girtin, AKP'ê aborî anî wê astê ku di polîtîkayên aborî yên heyî de di navbera zêdekirina nirx û lêçûnan de xeleka nebaş çêbû. Di vê çerçoveyê de, karkerên mûçeya kêmtirîn, lê bi berfirehî hemû mûçekar, her roj di bin zextek mezintir de ne.”
Yên sûdê werdigirin sermayedar in
Sezaî Temellî li ser gotinên aborî mezin dibe ev tişt anî ziman:” Di bin desthilatdariya AKP’ê de aborî mezin bibe jî, tenê çend sermayedar û alîgir ji vê sûdê werdigirin, ne bi milyonan welatî. Ji ber vê sedemê, mezinbûn bi tena serê xwe qîmetek wê tune ye. Di avahiya aborî ya heyî de, mezinbûn divê têkiliyên belavkirinê baştir bike. Ger hêza kirînê ya bi milyonan kêm bibe dema ku biha zêde bibin û welatî jî bi zehmetî hewcedariyên xwe yên herî bingehîn peyda bikin, ev mezinbûn tu feydeyê nade gel. Di serdema AKP'ê de newekhevî zêde bûne û hejmara xizanan di asta herî bilind a dîrokê de ye. Ji ber vê sedemê mezinbûna aborî ya heyî ne mezinbûnek e ku newekheviyan kêm bike yan jî ji holê rake.”
Baweriya bi aboriyê nema ye
Sezaî Temellî bi lêv kir ku bawariya bi aboriya Tirkiyeyê her diçe kêm dibe û wiha dewam kir:”Zêdebûna îthalata zêr a li welatekî bi gelemperî wekî nîşanek pêbaweriya aboriyê xuya dike. Ji ber ku zêr bi gelemperî di demên nediyariya aborî de wekî 'benderek ewle' tê dîtin. Veberhêner bi gelemperî di şert û mercên aborî yên xirab ên wekî qeyranên darayî yan enflasyona bilind de berê xwe didin zêr. Zêdebûna îthalata zêr li Tirkiyeyê rasterast nîşan dide ku baweriya bi aboriyê kêm dibe û xelk li malên ewletir digerin.”
Îthalat rê li aboriyê digire
Sezaî Temellî da zanîn îthalata zêde rê li mezinbûna aboriyê digire û wiha dewam kir:"Li hawîrdoreke ku îxracat lê têra xwe ne xurt e, zêdebûna girêdayiya biyanî hevsengiyên aborî kûrtir dike. Îthalata zêde, girêdayînekê bi xwe re tîne û îxracata bi qasî ku pêwîst e zêde nebe rê li mezinbûna aboriyê digire."
Reform û rêveberiyek xurt pêwîst e
Sezaî Temellî bi lêv kir ku ji bo aramî û baweriya bi aboriyê re ya li welatekî divê rê li ber gendeliyê bê girtin û wiha got:"Welatên aramiya wan di asteke bilind de ne, bi giştî ew welat in ku di têkoşîna li dijî gendeliyê de gavên bibiryar avêtine û xwedî saziyên xurt ên li ser serweriya hiqûqê ne. Endeksa gendeliyê ku Tirkiye di rêza 107'an de cih digire, dide xuyakirin ku ji bo pêşketina aborî û civakê di warê hiqûq û şefafiyê de reform û rêveberiyeke xurt pêwîst e. Têkoşîna li dijî gendeliyê dê ne tenê baweriya qanûnî di heman demê de baweriya aborî û civakî jî ava bike."
Aborî bi demokrasiyê ve girêdayî ye
Sezaî Temellî diyar kir ku aborî bi siyaset û hiqûqê ve girêdayî ye û wiha got:"Qada ku em jê re dibêjin aborî ne qadeke xweser e ku ji qadên din ên civakê cuda ye. Hemû qadên rastiya civakî bi hev ve girêdayî ne. Aborî bi siyaset, hiqûq, çand û demokrasiyê ve girêdayî ye. Bê demokrasî, azadî û serweriya hiqûqê refaha civakî pêk nayê."
Wê lêçûnên şer zêde bibin
Sezaî Temellî de heman demê de bal bir ser bandora şer a li ser aboriyê û wiha bi dawî kir:” Belê, şer feqîr dike. Refaha civakî kêm dibe ji ber ku çavkaniyên ku divê ji bo refaha gel bên xerckirin ji bo çekan tên xerckirin. Şer tiştekî pir biha ye. Yên ku welat birêve dibin vê yekê baş dizanin. Ger tê bîra we Erdogan di axavtina xwe ya li ser aboriyê de got, 'Hûn bihaya guleyekê dizanin?' Her wiha li gorî vîzyona NATO'yê ya sala 2030'î, lêçûnên parastinê yên li cîhanê dê zêde bibin. Tirkiye jî ji vê yekê bêpar nîne. Bi gotineke din, di salên pêş me de wê serdemek çêbibe ku lêçûnên şer ên li çaraliyê cîhanê wê zêdetir bibin.”