Hiqûq wê Kurdan nas bike

Şemî 28 Sibat 2026 - 03:55

Nivîskar Soydan Akay têgehên entegrasyon û entegrasyona demokratîk a ku di çarçoveya siyasî, çandî û leşkerî de ji nû ve hatine pênasekirin nirxand û diyar kir ku di nava rastiya têkoşînê de entegrasyona demokratîk, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî têgehek nû ye. Akay bal kişand ser girîngiya hişmendiya demokratîk û da zanîn ku li cihê ku peyva "demokratîk" lê nebe, li wir bişaftin, rizîn û dejenerebûn çêdibe û got:"Belê, wê di navbera dewlet û civakê de entegrasyonek bibe; lê ev aheng wê li gorî rêgezên demokratîk be. Ji bo ku her hebûnek xwe biparêze û bi hebûna xwe di bin banê komara demokratîk de bijî, wê verastkirina hiqûqî ya têkiliyan bê kirin. Ev ê ne hêsan be. Têgehên wekî asîmilasyonê bi temamî ferzkirinên dewletê ne. Pergala serdest dixwaze entegrasyonê bi vî rengî pêşkêş bike. Bi vê têgehê re em peyamekê didin civaka Tirkiyeyê û navendên hêzê yên di nava pergala dewletê de: 'Belê, em wekî nasnameyekê hene û em dixwazin têkiliyên xwe bi we re li ser bingehek demokratîk ava bikin.' Em bi tu awayî asîmilasyon, înkarê û qirkirina çandî qebûl nakin. Em bi hebûna xwe li vir in, hûn me bi vî rengî qebûl dikin an na? Em vê nîqaş dikin û muzakere dikin."

Di nava xwe de çi dihewîne? 

Akay destnîşan kir ku Kurdan bi têkoşîna xwe destkeftiyên mezin bi dest xistine û hebûna xwe ji hemû cîhanê re îspat kirine. Akay bi bîr xist ku di gelek qadan de saziyên Kurdan hene û got:"Nexwe, Kurd wê çawa bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, li cihên ku hejmara wan lê zede ne wê çawa xwe bi rêve bibin, perwerdehiya xwe wê çawa bikin, çand, huner û têkiliyên xwe yên dîplomatîk dê çawa bi rêve bibin, aboriya xwe dê çawa birêve bibin? Piraniya van xalan di dema 'pêvajoya çareseriya demokratîk' a salên 2013-2015’an de jî hatin rojevê. Gelo asayîşa xwecîhî dikare ji şaredariyan re bê hiştin? Mijara ziman û çandê dikare rasterast ji aliyê yekîneyên herêmî ve bê nirxandin? Ev hemû mijarên entegrasyonê ne. Divê ziman, çand, huner, çapemenî, aborî û rêveberiya xwecîhî ya Kurdan bi pergala heyî re paralel bê meşandin. Her mijara ku bi hebûna Kurdan ve girêdayî ye, mijara muzakereyê ye. Em di destûra bingehîn de rêgeza wekheviyê diparêzin. Tirk çawa bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê dibînin û zanîngehên wan hene, dê dibistanên perwerdehiyê yên Kurdan jî hebin."

Ji Rojhilata Navîn re modelek e

Akay destnîşan kir ku ji bo cihgirtina di komara demokratîk de divê mirov li kolan û qadan bin û got:"Divê em vê yekê bi pêkhateyên din re bikin. Em van nîqaşan zelal bikin û bi helwesta xwe ya polîtîk di pêvajoyê de cih bigirin. Di mijara ku Rêbertî dibêje 'em derbasî qonaxa duyemîn bûn' de, divê dewlet jî hêza civakî ya li pişt Rêbertiyê bibîne. Em pêşniyar dikin ku Kurdên li 4 parçeyên Kurdistanê vê formulê esas bigirin. Mînak, îro li Rojava entegrasyon bi hebûna çekdarî re tê nîqaşkirin. Em nizanin sibe li Îranê dê çi bibe. Li Iraqê dibe ku rewşên pir cuda çêbibin. Di encamê de formula me ew e ku civak bêyî şer bi hev re bijîn û bi netewe dewletan re têkiliyekî hiqûqî ava bikin. Armanc ew e ku li Rojhilata Navîn dawî li pergala şer û talan, îmha û qirkirina ku hêzên serdest, kûrevî bi rêya netewe dewletan pêk tînin, bê anîn. Bingeha çareseriya me jî lawazkirin û rakirina hebûna hêzên emperyalîst û desthilatdar a li vir e. Tenê çareseriyek wan heye; ew jî ew e ku bi rêya netewe dewletan civakê bixin qefesê û li gorî berjewendiyên xwe birêxistin bikin. Kurd bi rastî ji vê qefesê direvin. Tiştê ku Rêber Apo pêş xistiye ev e. Em çiqasî netewe dewletê ji civakan re teşhîr bikin, ewqas wê sûdewer be.  Kurdan li dora Rojava yekitiya xwe ya neteweyî pêk anîn, niha ya mayî sazûmaniya vê ye. Çareseriya entegrasyona demokratîk li pêşiya yekitiya Kurdan ne asteng e."

Gerîla wê siyaseta demokratîk bikin 

Akay anî ziman ku Kurd li Rojhilata Navîn hêzekê mezin a polîtîk in û got:"Li her derê Kurd wê hiqûqê û hiqûq jî wê Kurdan qebûl bike. Entegrasyona demokratîk şêwaza dewlet û civaka demokratîk e bi hev re ye. Şênberbûna vê wê li ser zemîna hiqûqî be. Divê gavên şênber bên avêtin. Mînak, gerîla çek dananî, dawî li têkoşîna çekdarî anî. Statuya gerîla wê çi be, dê çawa werin? Divê mafê siyaseta demokratîk bê naskirin. Dibêjin 'çek danîn, bila vegerin malên xwe.' Na, ew ê ji bo siyaseta demokratîk vegerin. Îro dema em entegrasyona demokratîk nîqaş dikin, em azadiya Rêbertiyê, beşdarbûna gerîla ya siyaseta demokratîk, hatina bi hezaran mirovên ji Ewropayê, valakirina girtîgehan, vegera şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin û naskirina biryarên DMME’yê nîqaş dikin. Civak jî wê bibe beşek ji vê pêvajoyê. Şertê bingehîn ev e: Bêyî Komara demokratîk, entegrasyona demokratîk nabe."

MA/UGURCAN BOZTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.