Behsa têkoşîna Mahsum Korkmaz kir
Çarşem 25 Adar 2026 - 16:30

- Şervanê azadiyê Loqman Botan têkildarî Hefteya Qehremaniyê behsa serpêhatiya xwe kir û da zanîn ku piştî salên 1980’yî bûye şahidê têkoşîna Fermandarê Nemir Egîd (Mahsum Korkmaz) û gelek pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê.
Şervanê azadiyê Loqman Botan ku salên dûr û dirêj e di nava têkoşîna azadiyê de cihê xwe digre, têkildarî Hefteya Qehremaniyê, naskirina rêxistinê, dîtina Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) û bandora wî ya ku li ser kesayeta wî hiştiye, axivî.
Loqman Botan di despêkê de li ser nasîbûna xwe ya bi têkoşîna azadiyê re axivî û got: “Birastî dema mirov li ser qehremanên 28’ê Adarê nêrînên xwe tîne ser ziman, pirsa em çiqas layîqî wan şehîdên qehreman in ji xwe dike. Ji ber ku ew nirxên me yên herî giranbûha ên şoreşa Kurdistanê ne. Di serî de em li hember wan rêhevalan bi hurmet bejna xwe ditewînin û heta dawî jî em deyndarên wan in.
Ez di sala 1972’yan de li bajarê Şirnexê ji dayik bûme. Ji sala 1980’yî şûn de, min têkoşîna azadiya Kurdistanê nas kir. Piştî darbeya 1980’yî ya ku li Tirkiyeyê pêk hat, rewşa herêma Botanê jî cuda bû. Him di hêla erdnigarî de û him jî di hêla welatparêziya xwe de gelek rêxistinên Kurd tê de cihê xwe digirtin. Ji ber vê yekê di herêma Botanê de welatparêziyek xurt heye.
Bi qasî ku tê bîra min piştî darbeya leşkerî ya salên 1980’yî bû, rojekê di nav bexçeyê me de du reşayetî xuya kir û min bi lez agahî da bavê xwe. Piştre min fêm kir ku ew du milîtanên PKK’yî ne, (wê demê ji wan re ‘Telebe’ û ‘Apocî’ dihat gotin. Wan rêya xwe winda kiribû û di baxçeyê me re derketibûn. Min cara destpêkê ew didîtin. Bi şev bû, pişt re bavê min da pêşiya wan û wan ber bi sînor ve bir, da ku derbas bibin. Beriya hemleya 15’ê Tebaxa 1984’an, êdî gelek hevalên pêşeng dihatin gund, bajar û herêma Botanê. Bi vê yekê re me gelek heval didîtin. Piranî heval dihatin gundên Cînîwer ku dikeve aliyê çiyayê Pîro ku ew jî li herêma Bestayê ye. Jixwe ew herêm ji bo xwebicîhkirina gerîla cihekî pir baş û cihekî pir stratejîk e. Wê demê gelek heval dihatin cem me û diçûn. Ji wan hevalên ku me didîtin; hevalê Egîd (Mahsum Korkmaz), Erdal (Mustafa Yondem) Ezîme (Mîhrîban Saran) û hevala Saadet (Necla Qehreman) bû. Gelek hevalên din jî dihatin, lê bi taybetî hevalê Erdal pir li herêma me dima. Hevalê Egîd, pir nedihat û nediçû. Gelê herêmê pir ji wan hez dikir, lê ji ber rewşa ewlekariyê heval di tevger û çûnûhatinên xwe de pir baldar bûn. Ji ber ku di herêmê de ji aliyê dewletê ve hin sîxur hatibûn bi rêxistinkirin û di derbarê hevalan de agahi didan dijmin, hevalan ji bo tedbîrên ewlekariyê zêde xwe nîşanî her kesî nedikir.”
Pêngava 15’ê Tebaxê
Di derbarê dema pêngava 15’ê Tebaxê de jî Luqman Botan wiha axivî; “Dema pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ku ji aliyê fermandar Egîd ve hat destpêkirin, dema çalakiya Dihê hat pêkanîn, wê demê min û dayika xwe, li gund me bexçeyê xwe av dida. Li pişt xaniyê me rêya giştî ya ku diçe herêma Dihê hebû. Di wê kêliyê de cara yekemîn bû ku ewqas maşîneyên zirxî yên leşkerî bi awayekî konvoy, ber bi herêma dihê ve diçû. Bi rastî destpêkê me nizanî bû çi çêbûye, di serê me de nakokî hebû û ez di temenê 11 salî de bûm û ez pir ditirsiyam jî. Rojek şûn de, dema bavê min ji kar hat, dayika min jê pirs kir ku çi diqewime. Bavê min jî da zanîn ku hemleya 15’ê Tebaxê dest pê kiriye û diyar kir ku “Apociyan” li Dihê, li dijî hêzên dewletê çalakî pêk aniye. Piştî bihîstina vê çalakiyê, hîn bêhtir mirov dixwest hevalan bibîne û hîn bêhtir alîkar bibe. Bi rastî wê demê hîn bêhtir li ser min bandoreke mezin çêbû ku ez bikevime lêgerînê.”
Naskirina Fermandar Egîd
Di dewama axaftina xwe de Luqman Botan têkildarî nasîbûna xwe ya bi fermandar Egîd re jî axivî û wiha got: “Di sala 1985’an de, bi qasî ku tê bîra min an meha Tebaxê bû yan jî meha Tirmehê bû, dema ez û birayê min yên ji min mezintir dema em çûn Besta herêma Şereban, da ku dara jixwe re kom bikin. Dema me dar kom dikir, bi carekê re 5-6 mirovên bi çek, cilên leşkerî ku riya wan dirêj bû li dora min û birayê min kom bûn. Ji ber ku temenê me biçûk bû, ango me hin tişt tam fêm ne dikir, birastî jî em gelekî ditirsiyan. Ji nav wan hevalan ku paşê min ew ji nêz ve nas kir, hevalê Erdal bû. Jixwe wî ji me pirs kir û got, ‘hûn hatine vir çi dikin, hûn ji ku ve tên?’ Heta hevalê Erdal hat li gel min rûnişt û ji min re got, ‘Netirse, em tiştekî bi we nakin.’ Bi rastî heval pir germ nêzî me bû. Piştî wê nêzîkatiya germ, tirsa me şikest. Pişt re hevalê Erdal ji me re got; ‘Gelo hûn dikarin ji me re hin nan û xwarinê bînin, dîsa em lîsteyeke pêwîstiyan bidin, gelo hûn ê bikaribin wan tiştan ji bo me tanzîm bikin?’ Dema hevalê Erdal li hevalê kêleka xwe zîvirî û got, ‘Heval Egîd, mirov dikare ji vê malbatê bawer bike û hin tiştan bi wan eyar bike’ wê demê min fêm kir ku ew hevalê li kêleka hevalê Erdal, hevalê Egîd e. Jixwe bejna wî hinekî kurt bû, riya wî jî hebû. Jixwe wê demê hat gel min û destê xwe li ser serê min re bir û anî. Wê demê ji ber em zarok bûn û diçûn komkirina daran, dayika min her tim nanê zêde dixist çenteyê me de. Dîsa di bexçeyê me de hilû hebûn, torbeyek ji wan û bîdonek av, her tim di çenteyê me de hebû. Ji birayên min re gotin; ‘Em dikarin hinek nan bibin?’ Birayê min jî hemû nan ji çente derxist û got: ‘hûn dikarin hemû nanî bigirin, lê tenê ji ber birayê min biçûk e, pêwîst e hinek av di bîdonê de, ez jê re bihêlim.’ Piştî ku dîyalogek wisa çêbû, birayê min ji bilî hinek av, hemû tiştên çente de da hevalan. Wan jî ji bo me hemû darên ku me dixwest em kom bikin, kom kirin û alîkarî dan me ku li her du hêstirên gel me, bar kirin. Hîna wê demê min ji xwe re digot ku dema ez mezin bibim, ez ê tevlî gerîla bibim.”
Şahadeta fermandar Egîd
Têkildarî bihîstina şehadeta Fermandar Egîd jî Luqman Botan wiha hestên xwe anî ziman: “Di sala 1986’an de, piştî şehadeta hevalê Egîd û hevalê Erdal ez pir xemgîn bûm. Hîna sûret û kenê wan hevalan li ber çavê min e. Ji aliyekî ve ez xwe pir bi şans hîs dikim ku bi dîtina wan hevalan ez bûme şahidê dîrokekê. Bi rastî jî ez weke şervanê Rêber Apo bi hemû aliyê xwe ez deyndarê wan hevalan im. Li ser vî esasî mirov dikare heya dawî bimeşe û heya dawî di pêkanîna xeyal û armancên wan şehîdên qehreman de azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bike.”
ROJNEWS /MEXMÛR/BAZ MORDEM







