Newroza li Rojava parastina nasnameyê ye

În 20 Adar 2026 - 15:30

  • Li Rojavayê Kurdistanê di salên 90î de, dema ku rejîma Baasê bi polîtîkayên bişaftinê agirê Newrozê qedexe dikir, gel bi ruhê berxwedanê cejna xwe diparast. Îro agirê Newrozê li qadên azad ne tenê Kurdan, lê belê Ereb, Suryan û Ermenan jî di bin sîwana ‘Neteweya Demokratîk’ de dicivîne.

Li Rojavayê Kurdistanê, Newroz ji pîrozbahiyeke asayî zêdetir, wekî çîroka parastina nasname û çandê tê pênasekirin. Di salên 90î de, dema ku rejîma Baasê bi polîtîkayên asîmîlasyonê agirê Newrozê qedexe dikir, gel bi ruhê berxwedanê û bi “agirê dizîka” yê di nav sobeyan de nasnameya xwe diparast. Rejîmê ji bo navê Newrozê ji bîra civakê bibe, roja 21’ê Adarê weke “Cejna Dayikê” ya fermî îlan kiribû. Lê belê her ku agirê Newrozê yê li ser banan bi awayê veşartî dihat vêxistin, dibû çalakiyeke siyasî ya li dijî pergalê. Agirê ku wê demê ji aliyê polîsan ve dihat vemirandin îro di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ji hêla Hêzên Ewlekariyê (Asayîş) ve tê parastin.

Guhertina rewşa siyasî û bi awayeke azad pîrozkirina Newrozê bidestxistina îradeyê ye. Salên 90’î û 2000’î di bin destê rejîmê de Newroz wekî “serhildanekê” dihat dîtin. Rejîma Baasê pîrozbahî qedexe kiribûn û bi zanebûn roja 21’ê Adarê weke “Roja/Cejna Dayikê” îlan kiribû da ku navê Newrozê ji holê rakin. Di vê demê de, her agirê ku dihat pêxistin, çalakiyeke siyasî ya li dijî dewletê bû. Piştî sala 2011’an Newroz êdî ne tenê cejnek bû, di heman demê de bû cejna fermî ya Rêveberiya Xweser. Guherîna herî mezin ev e. Her wiha di salên 90’î de peyamên hebûn û nasnameyê dihatin dayîn, lê îro peyamên li ser pergala siyasî, xwişk-biratiya gelan û dîplomasiyê tên dayîn.

TEV-ÇAND’ê şêwazê pîrozbahiyên Newrozê ji qelebalixiyeke sade veguherand mîstîsîzm û hunereke kûr. Li şûna pîrozbahiyên klasîk, TEV-ÇAND şanoyên mezin ên li ser mîtolojiya Kawa û dîroka Newrozê amade dike ku vê cejnê bi bingaha wê ya dîrokî ve bigire dest. Di bin sîwana vê saziyê de, orkestrayên modern û koroyên zarokan hatin avakirin ku ev yek asta hunerî ya pîrozbahiyan bilind dike. Berê pîrozbahî tenê bi çend kilamên şoreşgerî û govendan dihatin pîrozkirin lê bi xebatên TEV-ÇAND’ê re Newroz bû rîtueleke berxwedanê ya hunerî û berfireh.

Mîsyona herî girîng a vê tevgerê, şerê li dijî bişaftina çandî û parastina her hêmayeke hûrgiliya folklorî ye.TEV-ÇAND li Rojavayê Kurdistanê rê li ber meyleke mezin a cil û bergên folklorî yên resen vekir ku ev yek wekî amûreke parastina çandê tê dîtin. Sazî giringiyeke taybet dide nexş û sembolan bi destan hatine çêkirin ku her yek ji wan di nava xwe de çîrokeke qedîm dihewîne. Bi vî rengî pêşî li windabûna sembolên herêmî tê girtin.

Yek ji misyonên sereke yên TEV-ÇAND’ê, hunerê ji bin banên veşartî ber bi qadên giştî ve derxistin bû. Bi hewildanên saziyên çandê, îro li navendên bajaran “Qadên Newrozê” yên taybet hatine avakirin da ku ev der bibin navendên kombûna gel û pêkanîna rîtûelên çandî. TEV-ÇAND hunerê wekî qadeke îrade û xwebûnê pênase dike ku gel tê de nasnameya xwe ya çandî bi awayeke azadî nîşan dide.

Li rojavayê Kurdistanê guherîna herî bingehîn ew e ku Newroz ji sînorên “herêmên Kurdan” derbas bûye. Berê Newroz tenê ji hêla Kurdan ve dihat pîrozkirin. Îro li Rojavayê Kurdistanê Ereb, Suryan, Ermen û Çerkez jî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyan dibin. Newroz ji cejneke etnîkî veguheriye cejneke herêmî û civakî. Lê mixabin di nava 10 salên dawî de guherîneke civakî ya bi êş jî çêbû. Ji ber dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, niha bi sed hezaran kes Newrozê di nav kampan de pêşwazî dikin.

Niha li Rojava guhertinên gelek mezin çêdibin. Ev guhertin dibe ku bibe sedema destwerdaneke nû jî û dibe ku bibe sedema serxwebûnê jî. Tijekirina gelê Kurd ya qadên Newrozê, dê li ser guherandina statuya Kurdan bandoreke mezin û erênî ava bike. Agirê ku bi keda cangoriyên azadiyê hatiye pêxistin, dê gurtir be û siberoja Kurdistanê ronîtir bike bi hesret û daxwaza vegera welat ve derbas bibe.

AW / WAN / BESNA EDÎŞ-BAZÎD EVREN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.