Gundî pir ji rojnamegeriyê hez dikir
Çarşem 18 Adar 2026 - 15:30

- Sebelan Kiliç derbarê kekê xwe rojnameger Osman Kiliç (Gundî) de axivî û qala bîranînên wî kir û got: “Pir ji xebatên rojnamegeriyê hez dikir. Girêdayî karê xwe û bîrdoziya xwe bû. Xwedî seknek şoreşger bû. Xemgîn bû ku karê wî nîvco dimîne.”
Rojnameger û dîrektorê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Osman Kiliç (Gundî) ê ku demeke dirêj bû nexweş bû di 12'ê Adarê de li Holandayê jiyana xwe ji dest da. Osman Kiliç ji salên 1990'î vir ve di nava kar û xebatên Çapemeniya Azad de cih digirt. Cenazeyê Osman Kiliç li bajarokê Zoqeydê yê navçeya Misircê ya Sêrtê hate veşartin û şîna wî li vir hate danîn.
Xwişka Osman Kiliç (Gundî), Sebelan Kiliç derbarê birayê xwe de axivî û qala bîranînên wî kir.
Koçberiya ji ber zilmê
Sebelan Kiliç diyar kir ku ew di sala 1984'an de weke malbat ji Kurdistanê çûne Ewropayê û wiha axivî: “Jiyana li Kurdistanê û Ewropayê me kir du parçe. Piştî sala 91'ê xwişka me ya mezin tev li nava refên gerîla bû. Em neçar man vê carê hemû malbat biçe Ewropayê. Heta 92'yan ev rewş wisa berdewam kir. Ji ber ku dewletê her tim tundî li me dikir. Piştî ku xwişka me tev li gerîla bû, Gundî jî li wir biryar da û tev li xebatên Tevgera Azadiyê bû. Hevalê Gundî ji asta biratiyê wêdetir di hevaltiyê de nêzî me dibû. Bi taybetî ew çend salên ku heta avakirina MED TV'yê li Brûkselê gelek xebat kir. Hema bêje ez û xwişka min a biçûk em li televîzyonê mezin bûn. Ji ber ku Gundî li wir dixebitî.”
Sekna xwe parast
Sebelan Kiliç da zanîn ku birayê wê Gundî di gelek gotinên xwe de gelek caran qala gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir û wiha got: “Heta kêliyên dawî bi serokatiya xwe û bi felsefe û bi paradigmaya wî ya nû ji bo me hat ve girêdayî bû. Hevalê Gundî weke şoreşgerekî berê bû. Ez wî dişibînim şoreşgerên demên destpêkê. Ez wî dişibînim wekî sekna heval Mazlûm, Heqî, rêheval Egîd, Erdal, hevalê Fûat, hevalê Alî Riza û gelek hevalên wisa. Ji ber ku min hinek ji wan hevalan nas kir, ez dişibînim wan. Heta kêliya dawî jî sekna xwe diparast. Û bi van hestan jî tevdigeriya. Heta kêliya dawî jî li hevalên xwe geriyaye û xwe rexne kiriye. Yanî heta deqîqeya dawî jî dilê wî ji bo rêxistina wî û welatê wî lê dida. Xatirê xwe ji heval û dostan xwest. Digot, ’em ê Newroz îsal bi hev re nebînin’ û lêborînê ji hevalên xwe dixwest.”
AW / SÊRT / ABDULLAH ESEN







