Ber bi çîroka Sarayê ve
Sêşem 17 Adar 2026 - 16:30

- Çîroka Nasrîn Perwaz ku bi sernavê "Di bin Laleya Ebbasî de" li ser serpêhatiyên xwe yên li Zindana Evînê nivîsandiye, dişibe çîroka gelek jinên ku îro li Îranê li ber xwe didin. Yek ji van jinan, Sara jî, serpêhatiya xwe ya li zindanê veguherandiye hêzeke polîtîk.
Zindana Evînê ku bûye sembola bikaranîna tirs û tundûtûjiyê li dijî dengên muxalif ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, bi taybetî cihekî wiha ye ku tê xwestin jin bên "tepisandin". Zindana Evînê ku ji ber sedemên wekî baweriyên olî, pîşe, nasnameya siyasî, çalakvanî yan jî bikaranîna herî biçûk a mafê xwepêşandanê mirov lê tên girtin, di bîranîna jinên Îranî de cihekî girîng digire. Zindana Evînê, navendeke tundûtûjiyê ye ku tê de gelek rêbazên îşkenceyê tên bikaranîn û cihekî wiha ye ku gelek jin lê bi tecawizê re rû bi rû mane û hatine darvekirin.
Hovîtiya pergala dadwerî ya Îranê ji cezayê darvekirinê wêdetir diçe. Li gel zêdebûna zextên dawî yên li ser jinan, parêzvanên mafên mirovan ên jin li Îranê bi cezayên giran ên girtîgehê re rû bi rû dimînin. Çalakvanên jin ên girtî di şert û mercên tirsnak de dişînin girtîgehên ku bi sedan kîlometre dûrî malbatên wan. Pirî caran, ev jinên girtî di heman hucreyan de wekî girtiyên din ên ku ji ber sûcên edlî hatine mehkûmkirin tên girtin.
Pirtûka Nesrîn Perwaz a bi navê "Di Bin Laleya Ebbasiyan de: Zindanên Evînê", serpêhatiyên wê yên li Zindana Evînê ku heşt salên xwe lê derbas kir û berxwedana jinên ku ew bi wan re bû vedibêje. Pirtûk rejîma zordar a li Îranê bi çavên şahidekî nîşan dide û balê dikişîne ser îşkence, tecawiz, darvekirin û mirina ku tê înkarkirin.
Berhem li ser çîrokên jinên ku li Evîn û zindanên din îşkence dîtine, li ber xwe dane û jiyana xwe ji dest dane disekine. Tevî hemû zilmê, Nesrîn Perwaz bêyî ku ji nasnameya xwe tawîz bide, jiyan û şahidiya xwe vediguherîne çîrokeke bihêz.
Her çend zextên bi vî rengî îro jî berdewam dikin, jinên Îranî bi girtinê re rû bi rû dimînin. Sara ya 35 salî, yek ji wan jinan e. Sara ku ji ber baweriya xwe ya Bahaî bi cudakariyê re rû bi rû maye, cara yekem di 19 saliya xwe de ji ber parastina mafê xwe yê zanîngehê hatiye girtin. Ew tekez dike ku her kesê ku li Îranê bi awayekî cuda difikire, bi zextê re rû bi rû ye.
Sara di temenekî ciwan de du caran hatiye binçavkirin; ew bi tevahî 45 rojan di hucreya yekkesî de maye. Di doza xwe ya yekem de 10 meh cezayê girtîgehê wergirtiye, lê doza wê ya duyem bi tohmeta "propagandayê" hatiye vekirin. Dema ku pêvajoya îtîrazê berdewam dikir, ew di sala 2016'an de hatiye Tirkiyeyê da ku dîsa neyê girtin.
Sara ku hewl dide li Tirkiyeyê jiyanekê ji bo xwe ava bike, dibêje ku ew neçar maye bêyî destûra xebatê bixebite û 10 sal ji jiyana xwe winda kiriye. Tevî vê yekê, ew dibêje ku tiştên hatine serê wê ezmûnên hêja li wê peyda kirine.
Sara dibêje ku ew hîn jî bandorên zilmê li Îranê hîs dike û ji ber ku ew ne Misilman e, ew bi taybetî zehmetiyê dikişîne ku xwe îfade bike. Rewşa domdar a çavdêriyê nahêle ku ew xwe azad hîs bike.
Li gorî Sarayê hem tirseke mezin û hem jî bêhêviyeke kûr li welêt serdest e. Xelk ewqas ji rejîmê bêzar bûne ku neçar in ku di navbera awayên cuda yên mirinê de mirinekê hilbijêrin.
Sara ku di ragihandinê de bi malbata xwe re zehmetiyan dikişîne, ji rewşa kesên di girtîgehê de pir bi fikar e. Tevî vê yekê, ew hêviya xwe diparêze ku gelê Îranê rojekê dê bigihîje azadiyê.
Sara dibêje ku rejîm ne ji jinan bi xwe, lê ji raman û hebûna wan ditirse. Li gorî wê, armanc ew e ku jin neyên dîtin, wan bêdeng û bêreng bike.
Xewna herî mezin a Sarayê Îraneke azad, wekhev û aştîxwaz e. Dema ku li rabirdûya xwe dinêre, ew dibêje ku ew dikare ji xwe re bêje, "Tu ya hîn baştir heq dikî."
MA / STENBOL / NECLA DEMÎR ARVAS







