Ji 2004’an heta îro Meşa Amarayê

Çarşem 25 Adar 2026 - 16:00

  • Kurd û Kurdistanî ji 2004'an heta niha ji bo biçin Gundê Amarayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye ziyaret bikin meşên dirêj li dar dixin. Îsal jî ji bo meşek bi heybet xwe amade dikin.

Kurd ji 2004'an ve her sal 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî hemû astengiyan bi girseyî û bi coş pîroz dike. Îsal bi taybetî piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibata 2025'an de, hat detpêkirin pêvajo ber bi aştiyê ve diçe. Newroza îsal nîşan dide ku dê meşa Amara ya 4'ê Nîsanê bêtir bi girseyî pêk bê.

Rêwîtiya Rojê 22 sal in bê navber didome. Her sal bi hezaran kurd berê xwe didin Gundê Amarayê û dest bi rêwîtiya Rojê dikin. Gelê Kurd rojbûna Rêberê xwe wekî rojbûna xwe dibînin. Ji 2004'an heta niha her sal 4'ê Nîsanê salvegera rojbûna Abdullah Ocalan bi çalakî, meş, çandina daran û gelek bernameyên cuda pîroz dikin. Bi hezaran welatî ji sala 2004'an heta 2017an ji bo biçin Amarayê û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikin tevî hemû astengiyan meşên girseyî li dar xistin. Piştî darbeya 15'ê tîrmeha 2016'an û şûnde desthilata AKP'ê OHAL hincet nîşan da û ji 2017'an û vir ve 8 salan (heta 2024'an) astengiyan derdixin û ketina gund qedexe kirin. Lê her çend ketin û derketina Amarayê qedexe kirin û herêma qedexe îlan kirin jî dîsa Kurdan xwe gihandin Amarayê û li Amara Rojbûna Ocalan pîroz kirin. Her çend leşker bi fermana Waliyê Rihayê gelek salan astengî derxist jî dîsa gel astengî nas nekir û xwe dan Amarayê.

Îsal jî piştî Newroza ku li gelek navendan bi tevlêbûna milyonan hat pîrozkirin, kurd û Kurdistanî ji bo Meşa Mezin a Amarayê xwe amade dikin. Tê payîn ku bi deh hezaran Kurdistanî li Xalfetiyê mihrîcanê li dar bixin û roja 4'ê Nîsanê bimeşin Amarayê.

Di 4'ê Nîsana 2008'an de jî ji gelek bajaran welatiyan berê xwe dabûn Amarayê. Ji Navçeya Sîlopiya Şirnexê 2 otobus ji bo ‘Meşa Amarayê’ bi rê ketibûn. Lê polîsan bi hinceta ku ‘deynên wan hene’ otobus girêdan û destûr nedabû rêwîtiya welatiyan. Wesayîtên ku nêzî 2 saetan li vir hatin rawestandin, piştî kontrolan derketibûn rê.

Mustafa û Mahsum hatin kuştin

Di 4'ê Nîsana 2009'an de dîsa bi hezaran berê xwe dabûn Amareyê û meşiyabûm Amarayê. Bi hezaran welatî 25 kîlometre beriya bigêjin Amarayê, polîs û leşkeran bombeyên gazê avêtin ser girseyê. Di êrîşan de bombeya gazê li serê Mustaf Dag (27) û Mahsum Karoglan (21) ketibû. Di encama êrîşa leşkeran a li dijî meşvanên Amarayê de Mustafa Dag û Mahsum Karaoglu jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 60 kesên din ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û Bîrecîkê. Bi deh hezaran welatî li nêzî Xalfetiyê kom bûn û xwestin bimeşin Amarayê. Lê dîsa polîsan bi guleyan mudaxale kir.

Di 4'ê Nîsana 2010'an de zêdetirî 10 hezar kes tev li meşê bûn. Gel posterên Abdullah Ocalan, wêneyên Mahsûm Karaoglan, Mûstafa Dag û alên konfederalîzmê, posterên Mazlum Dogan û Orhan Dogan hilgirtin. Gelek hunermendên NÇN'ê derketin ser dikê û stran gotin.

Di 4'ê Nîsana 2012'an de leşkeran gund dorpêç kir û destûr neda ku gundî ji gund derbikevin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, rêveberên TUHAD-FED'ê û wekîlên BDP'ê gundê Abdullah Ocalan lê hate dinê ziyaret kirin. BDP, KCD û TUHAD-FED ji navçeya Pirsûsê bi konvoyê çûn Amarayê. Leşkeran li Amarayê rewşa awarte ava kirin û gund dorpêç kirin.

Di 4'ê Nîsana 2013'an de bi 10 hezaran kesan 2 rojan di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şahî li dar xistin.

Di 4'ê Nîsana 2014'an de jî bi boneya 65’emîn salvegera Roja Rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikin bi deh hezaran welatiyên ku ji gelek bajar û navçeyên herêmê hatin Rihayê li navçeya Xalfetiyê gihiştin hev. Şevê din bi deh hezaran kes li qada 4'ê Nîsanê ya Xalfetiyê li hev kom bûn û pîrozbahî pêk anîn.

Di salên, 2015 û 2016'an de bi deh hezaran welatiyên ji Kurdistanê û Tirkiyeyê li Elîgor û Xalfetiyê kom dibûn şahiyên wekî mihrîcanan li dar xistin û bi konserên mezin û fîşekên hewayî 4'ê Nîsanê pîroz kirin.

Îktîdara AKP/MHP’ê piştî OHAL îlan kir û şûnde di salên 2017, 2018’an de li ser navê OHAL’ê ketina gund qedexe kirin û tenê temsîlî heyet çûn Amarayê.

Di salên 2019, 2020, 2021, 2022, 2023 û 2024'an de jî Walîtiya Rihayê di navbra 1-6'ê Nîsanê de li Rihayê hemû çalakî û şahî qedexe kirin. Li ser fermana walî, esker û polîsan destûr nedan ku parlamenter ji biçin Amarayê.

Sala 2024'an bi taybetî piştî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li sedan welatan dest pê kir û li Ewropa û Bakurê Kurdistanê “Meşa Azadiyê” pêk hatin, kelecana gel zêdetir bû. Îsal jî piştî peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 27'ê Sibatê û 8'ê Adarê tevlêbûna 8'ê Adarê û Newrozê zêdetir kir. Girseya ku tev li pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê bû, bêtir girêdana xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman. Ev tevlêbûna gel a 8'ê Adarê û Newrozê nîşan dide ku dê îsal Meşa Amara jî bi coş û girseyî derbas bibe. Ji niha de amadekariyên 4'ê Nîsanê dest pê kiriye.

Îsal tê payîn ku dîsa mihrîcaneke mezin bê lidarxistin û gel dîsa ji Xalfetî bimeşe Amarayê.

AZADIYA WELAT / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.