Li Rojava çi gav hatin avêtin ?

În 6 Adar 2026 - 16:45

  • Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku Peymana 29’ê Çileyê hêj tam bandor li qadê nekiriye û got: “Hinek gavên ewlehî, îdarî û teknîkî hatine avêtin lê ji ber nêzikatiya hikûmeta demkî, pêvajoya entegrasyonê temam nebûye.”

Di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de peymanek hate mohrkirin. Bi peymanê re pêvajoya entegrasyonê jî bi awayekî fermî dest pê kir. Lê tevî bi ser re 35 roj derbas bûne jî hêj gavên hatine avêtin kêm in û gelek xalên girîng nehatine bicihanîn.

Rojnameger Dogan Cîhan, têkildarî pêvajoya entegrasyonê û gavên hatine avêtin axivî. Dogan Cîhan, diyar kir ku tevî helwestên neyînî yên hikûmeta demkî jî li qadê hinek gavên şênber hatine avêtin û got: “Civînên ewil ên koordînasyonê li Hesekê û Qamişloyê hatin lidarxistin. Merwan El Elî ku Şamê ji bo ewlehiya Hesekê peywirdar kiribû, bi fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya. Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Cizîrê Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl Elî) tev li civînê bû. Gotin ku Efrîn weke cîgirê El Elî hatiye peywirdarkirin lê biryanameyeke fermî nehate weşandin. Di 2’yê Sibatê de konvoyeke Hêzên Ewlehiya Giştî ya girêdayî Walîtiya Derayê bi fermandariya El Elî hate Hesekê. Di 3’yê Sibatê de jî komeke ji heman hêzan sewqî Qamişloyê hatin kirin. Ev yekîneye, di bin berpirsyartiya Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê Nûrî el Baba û bi koordînasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rojava li noqteyên ewlehiyê hatin bicihkirin.”

Dogan Cîhan, diyar kir ku Nûredîn Îsa Ehmed bi pêşniyara HSD’ê weke Waliyê Hesekê hate tayînkirin û got: “Ev gav, li herêma Cizîrê bû destpêka pêvajoya entegrasyona îdarî. Pêvajoya entegrasyonê ji ewil di qada tenduristiyê de dest pê kir. Ji bo sazî û xebatkarên Rêveberiya Xweser entegreyî Wezareta Tenduristiyê bên kirin, komîteyeke ji sê kesan pêk tê hate avakirin. Rayedarê Wezareta Tenduristiyê Dr. Xalid El Xalid serokatiya komîteyêkir û Hevserokên Daîreya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Memo Xelîl Mihemed û Dr. Meryem Ebdurehîm Ehmed jî weke endamên komîteyê hatin peywirdarkirin.”

Bi domdarî Dogan Cîhan bal kişand ser gavên di qadên binesazî û aboriyê de hatine avêtin û wiha axivî: “Ji bo Balafirgeha Qamişloyê dîsa bikeve meriyetê, şandeyeke teknîkî ya Midûriyeta Hewavaniya Sivîl a Sûriyeyê li Qamişloyê lêkolîn kir. Piştî temambûna xebatên teknîkî, tê payin ku êdî bikeve meriyetê. Ji bo Sehayên Petrolê yên Rimêlanê yên di bin kontrola HSD’ê de, rayedarên Şam û Rêveberiya Xweser civiyan. Li ser xebitandina van sehayan û başkirinên teknîkî lihevkirinek çêbû.”

Cîhan Dogan, da zanîn ku di 6’ê Sibatê de li Hesekê di mijara entegrasyona leşkerî de civîneke girîng hate lidarxistin û got: “Endamê Fermandariya Giştî ya HSD’ê Çiya Kobanî û şandeya Odeya Operasyonan a Wezareta Paratinê ya Sûriyeyê li ser entegrasyona HSD’ê, bicihbûna tûgayên dê bên avakirin û pêvajoya vekişîna artêşa Sûriyeyê axivîn. Ji 11’ê Sibatê ve jî di çarçoveya xala ‘vekişîna hêzan a ji xetên şer’ de HSD, YPG û YPJ’ê ji Hesekê heta Dêrikê xwe ji xetên şer vekişandin û ev qad radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava kir. Hêzên Şamê jî li hinek herêman xwe vekişandin derveyî sînorên Muhafazaya Hesekê yan jî cihên xwe ji Hêzên Ewlekariya Giştî re hiştin. Lê hêj li hinek cihan xwe venekişandine. Di vê pêvajoyê de rêyên Hesekê-Reqa, Hesekê-Şedadê û Hesekê-Til Berakê hatin vekirin. Her du aliyan li ser van rêyan noqteyên kontrolê yên hevpar ava kirin. Bi vê gavê tê armanckirin ku hem liv û tevgera sivîl hem jî bazirganî û veguhestin bi ewle dest pê bike.”

Rojnameger Dogan Cîhan, da zanîn ku pêvajoya Kobanê ji ya herêmên din cuda hate nirxandin û ev nirxandin kir: “Dorpêça li ser bajar hêj didome lê hinek gavên bisînor hatin avêtin. Hêzên Ewlekariya Giştî ya Helebê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kobanê ji bo entegrasyon û rakirina dorpêçê li Heleb û Kobanê çendek civîn kirin. Di van hevdîtinan de li navçeya Şêxlêrê 8 noqteyên kontrolê û navendeke ewlehiyê hate avakirin. Li xaçerêyên gundên Xirûz, Nûr Elî û Xirab Işkê yên navçeya Çelebiyê jî 6 noqteyên kontrolê yên hevpar hatin avakirin. Her wiha komên dagirker xwe ji 74 gundên Kobanê vekişandin. Ev gava herî girîng a şênber bû. Bi giştî di mijarên ewlehî, îdarî û teknîkî de hin gav hatine avêtin lê ji ber nêzikatiya Şamê, pêvajoya entegrasyonê hêj temam nebûye.”

Di berdewamiyê de Dogan Cîhan diyar kir ku hêj gelek sernavên di peymana 29’ê Çileyê de cih girtin nehatine bicihanîn û got: “Pêvajo hêdî dimeşe û sedema vê jî helwesta hikûmeta demkî ye. Bi taybet jî Kobanê û Herêma Cizîrê ji hev cuda digire dest û ev jî mijara herî binîqaş e. Hikûmeta demkî, Kobanê weke amûreke zextê bi kar tîne. HSD û Rêveberiya Xweser gelek caran gotin ku girêdayî peymanê ne û gavên li gorî vê avêtin. Lê hikûmeta demkî, hebûna siyasî û leşkerî ya gel û civakên din qebûl nake. Bi taybet jî komên nêzî Tirkiyeyê li dijî peymanê derdikevin. Lewma bicihanîna hin xalên peymanê dereng dimîne. Gelek aktor û bandorên derve hene lewma pêvajo tevlihev dimeşe. Nêzikatiyên Tirkiyeyê û daxwazên wê jî dike ku pêvajo bixitime û giran pêş bikeve.

Yek ji xala peymanê ew bû ku kesekê HSD’ê diyarkirî di Wezareta Parastinê de bê peywirdarkirin. HSD’ê jî Çiya Kobanî weke namzet nîşan dabû. Çiya Kobanê, li Şamê gelek hevdîtin kir lê heta niha jî tu tayînên fermî nehatine kirin. Çavkanî dibêjin sedema vê vemayînê jî îtîrazên Tirkiyeyê ne. Ev jî dike ku entegrasyoan leşkerî dereng bimîne.

Yek ji mijara herî zêde nîqaş heye jî statuya YPJ’ê ye. Di hevdîtina ewil de di prensîbê de hatibû erêkirin ku YPJ weke tabûrek di nava avadaniya nû ya leşkerî de cih bigire. Lê piştre ev nêzikatî guherî. Ev mijar hêj mijara nîqaşê ye. HSD’ê bi berdana girtiyên li herêma xwe bersiv da efûya giştî ya Şara. Lê hikûmeta demkî kesên di demên dawî de li Heleb, Dêr Hafir, Tebqa, Reqa û Dêrazorê girtî berneda. Ev jî bi zanebûn tê vehêlandin.

Xaleke din a peymanê jî vekişîna hêzan a ji xetên şer bû. Ev baş nehatine bicihanîn. Bi taybet jî li Kobanê pêk nehatiye û dorpêç û ambargo didome. Hikûmeta demkî hewl dide li Til Koçer, Til Hemis, Til Berak û Çiyayê Kezwanê li derveyî peymanê bimîne û li van herêman mayinde be. Di gelek mijaran de muzakere hêj berdewam in.”

Dogan Cîhan, bi lêv kir ku tevî bi ser peymanê re mehek derbas bûye jî di asta civakî de encamên şênber derneketine holê û ev tişt anî ziman: “Deriyên sînor, rêyên sereke, balafirgeh û saziyên îdarî nehatine vekirin. Di peymanê de ji bo vegera biewle ya koçberan biryara avakirina mekanîzmayan hatibû dayin. Lê di vê mijarê de pêşketinên şênber tune ne. Bi taybet jî bi hezaran koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hêj li Herêma Cizîrê di kampan, dibistan û mizgeftan de dijîn. Ji bo Efrînê çendek gavên amadekariyê hatin avêtin. Civîneke koordînasyona hevpar di navbera her du aliyan de hatin kirin. Ji bo vegerê hêj şertên pêwîst nehatine bicihanîn. Gelek pirsgirêk hene ku divê bên çareserkirin. Tê gotin ku li Efrînê gelek mal hatine talankirin, mal û milkê gel hatiye desteserkirin. Kesên vedigerin dê li ku bijîn, dê debara xwe çawa bikin ev pirs hêj bêbersiv in. Di çarçoveya peymanê de biryara avakirina komîteyê hatibû dayin lê hêj nehatiye avakirin.”

Dogan Cîhan, da zanîn ku li gorî peymanê dê piraniya ewlehiya bajarên gel lê vegere yekîneyên asayîşê yên ji gel pêk tên biparêzin û got: “Lê di vê mijarê de hêj gavên şênber nehatine avêtin. Ev jî weke mijareke herî girîng a pêşîlêgirtina vegera ye. Tirkiye û komên wê hêj niha jî li Girê Spî û Serêkaniyê ne. Hikûmeta demkî dibêje hêj li van bajaran kontrol bi dest nexistiye lewma li bendê disekinin. Lewma têkildarî van her du bajaran mirov niha ne li benda gavên şênber e. Ji bo vegerê divê mekanîzmayên ewlehî û îdarî bikevin meriyetê.”

Dogan Cîhan, anî ziman ku xebatên dîplomatîk ên nûnerên Rêveberiya Xweser ên li Ewropayê, bi tevlibûna Konferansa Ewlehiyê ya Munihê re derbasî qonaxeke nû bûye û axaftina xwe wih qedand: “Nûnerên Rojava cara ewil di vê astê de tev li platformên navneteweyî bûn. Ev jî encama têkoşîna leşkerî ya nêzî 14 sala ye. Ev hevdîtin ji bo derdorên siyasî û civakî yên Rojava bû çavkaniya moralê. Girîng e ku aktorên li qadê derfetê bibînin ku nêrînên xwe yekser bi muxataban re parve bikin. Bandoreke yekser a van hevdîtinan li qadê çêbû. Piştî van hevdîtinan, cara ewil NY’ê muxatabekî derveyî Şamê esas girt û bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Kobanê re hevdîtin kir. Vê jî kir ku her çend bisînor be jî konvoyên alîkariyê bigihijin Kobanê. Van xebatan kir ku zext li ser rêveberiya Şamê çêbibe û nekare peymanê bi temamî ji holê rake.” MA / RIHA / MELÎK VAROL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.