Jinên koçber ên li Şamê: Debar nabe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 1 Adar 2025 - 00:19

Krîza aborî û civakî, ji bo jinên koçber ên ku bi krîzên aborî û civakî re rûbirû dimînin, zortir e. Krîza ku bi salan e didome, bandora li ser jiyana jin û gelên Sûriyeyê didomîne.

Piştî ketina rejîma Esed, gelên Sûriyeyê hêvî dikirin ku edalet di nava civakê de çêbibe û mercên aborî baştir bibin. Lê di dema krîzê de jinên ku koçberî Şamê bûn hê jî di bin mêtinkariyê de ne. Ji ber ku aramî çênebû ev rewş xirabtir bû.

Berê sedema zêdebûna kirêya malan û bilindbûna dovîzê nîşan didan. Lê îro tevî ku dovîz ketiye jî bihayê her tiştî zêde dibe. Vê rewşê jinên koçber ên ku jixwe bê temînat û parastin in, bi rewşa aborî ya xirab re jî rûbirû dihêle.

Zêde pere ji min xwestin

Aliya El-Hadî ya ji Dêrezorê koçberî Şamê bûye, wiha behsa tengasiyên ku dikşîne dike: "Di dema şer de, ji bo bi zarokên xwe re mercên jiyana bi ewle ava bikim hatim Şamê. Malbata min û hevjînê min jiyana xwe ji dest dan. Dema hatim bajar jî rastî kirêyên zêde, bihabûna her tiştî û mêtinkariya bazirganan hatim. Xwediyên malan, tevî ku dizanibûn ez jinek bi tenê bûm, kirêya zêde ji min xwestin. Dema ku hîn bûn ez ji Dêrezorê hatime, gotin qey li derveyî welat xizmên min hene, zêde pere ji min xwestin."

Mêtinkariyê zêde dikin

Beyan Mişlih, jineke koçber e ji Derayê hatiye Şamê ew jî li ser rewşa xwe wiha dibêje: "Ji ber şer em hatin Şamê. Destpêkê kirê normal bûn, lê di pênc salan de bê hed û hîsab zêde bûn. Ji bo xaniyên biçûk û xirab jî bi milyonan lîra kirê dixwazin. Ji ber ku hikûmet hê jî nehatiye avakirin derfet ketiye destên bazirganan û mêtinkariyê zêde dikin."

NÛJINHA/DIMEŞQ-ŞAM/RAMA XALAF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.