- Çemê Xabûrê ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, li wir jî di sînorên bajarên Serêkaniyê, Til Temir, Hesekê û El Bisêra yê kantona Dêrazorê re derbas dibe û diherike Iraqê. Çem ji bo tevahiya xelkê ku li vê xetê jiyan dike wek çavkaniya ava vexwarin û çandiniyê bû.
Ji demên kevnar ve, çem çavkaniyek sereke ya avê û jîngeha karûbarên aborî û çandiniyê bû. Çerxên avê li ser çem hatibûn çêkirin û bi rêya wan ava çem digiha erdên derdorê.
Di 10 salên borî de bi taybetî ji sala 2015`an vir ve, Çemê Xabûr ji ber qutkirina avê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve zuha bû û bandoreke mezin li jiyana xelkên herêmê kir. Li qeraxên Çemê Xabûr, çerxên avê hebûn, ku nîşaneyên kevnar ên herî berbiçav li herêmê bûn.
Ehmed El Mehşûş El Birak ê ji taxa El Merdiyan a bajarê Hesekê li ser dîroka van çerxên avê axivî û got, "Bapîrê min Şêx Mehşûş El Birak El Milhim, di sala 1896`an de çerxên avê çêkirine. Bapîrê min endazyarek Ermenî anî û darên guncaw ji bo çêkirina wan ji bajarê El Bûkemalê yê Dêrazorê anîn. "
Li gorî El Birak, çerxên avê heta sala 1969’an bênavber dixebitîn. Lê parêzgarê wê demê yê Hesekê dest danî ser erdên derdorê û ji bo şênî daxwaza erdan nekin, ew çerxên avê rakirin. Di sala 1984`an de, Meclisa Bajarê Hesekê û xebatkarên pispor çerxên avê sererast kirin û dîsa xebitandin. Lê belê di sala 1985’an ji ber lehiyê piraniya wan xerab bûn. Ji wê demê ve heya niha di rewşa xwe ya heyî de mane.
El Birak anî ziman ku çerxên avê yên Hesekê ku li ser axa wan hatine çêkirin ji bo wan xwedî cihekî taybet e û got "Ev herêm tevahî ya me bû. Lê rejîma berê dest danî ser. Ev çerxên avê ji bo me pir bi nirx in. Em qebûl nakin ku kes dest bide wan."ANHA/HESEKÊ