Çiyayên Kurdistanê, bi hatina zivistanê re bi berfa spî dixemilin û şêniyên gundên di hembêza çiyayan de xwe ji rojên dijwar re amade dikin. Jinên Kurd ên ku ji zimanê xwezayê baş fam dikin û li riyên ji bo çareseriyê digerin, ji bo werza bi ser û seqem a zivistanê xwarinên çanda Kurdî ya xwedî kevneşopiyeke demdirêj amade dikin.
Yek ji xwarên ji bo germkirina rojên sar ‘Terxîne’ ye. Ev xwarin hem bêhna ocaxên berê, hem jî beriya ku befir bibare, ji aliyê jinên kedkar ve tê amadekirin. Terxîne, ne tenê xwarinek e, dilsoziya mirovan a bi demên berê re ye. Bêhna axê û werza zivistanê tîne malan û kevneşopiya dapîran didomîne.
Bi terxîne re keşk jî ji vê mîrasê para xwe digre, sembola spîtiyê, sibehên zivistanê ye, bi nanê germ tê ser sifrê û malbatê li ser sifreyek sade û samîmî kom dike.
Ev kevneşopiya qedîm, hê li gelek gundan didome. Jin di werza payîzê de her dem terxîne û keşkê ji bo zivistanê amade dikin. Ev ne tenê xwarin, parçeyek ji nasname, bîr û jiyana mirovan e.
Tarxîne ne tenê xwarin e çanda gelê Kurd e, di heman demê de hêmana piştevaniya jinan û aboriya malê ye. Berê derfet sînordar bûn, ev xwarin ji bo malbatan gelek baş bûn. Dibe ku terxîne di çanda Kurd û Lorî de yekem xwarina amade be. Wisa ye ku di wêjeya gel a gotinî de jî cih girtiye, li ser wê gelan helbest jî gotine. JÎNHA