YÎBO; amûra şidet û bişaftinê!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 15 Îlon 2025 - 17:40

Dibistanên Leylî yên Herêmî (YİBO) di sala 2023’an de bû mijara projeyeke berfireh. Di çarçoveya Projeya Ciwanan a Navenda Bîrê de, pirtûka elektronîk a bi navê “YİBO wek Amûreke Şîdet û Asîmîlasyonê” ji aliyê Şukran Demir û Ozgur Unal ve hate amadekirin û ev xebat bû belgefîlm.

Belgefîlma “YÎBO” di 9’emîn Festîvala Fîlmên Belgefîlm a FilmAmedê de, ku ji hêla Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Kayapinarê ve bi hevkarî tê organîzekirin, di nav belgefîlmên fînalîst de cihê xwe girt. Belgefîlm di navbera 26 û 30’ê Îlonê de li festîvalê wê bi temaşevanan re bê parvekirin.

Belgefîlm ji hevpeyivînên bi 25 mezûnên YİBO’yê re, ku di navbera salên 1962 û 2010’an de li bajarên Bidlîs, Wan, Colemêrg, Êlih, Riha, Amed, Mûş û Dêrsimê jiyane, pêk tê.

Proje diyar dike ku YİBO wek amûrên şîdet û asîmîlasyonê hatine bikaranîn, û zarok ji ber çand, ziman û nasnameya xwe ya etnîkî hatine dûrxistin û di bin dîsîplîna leşkerî de hatine “terbiyekirin”.

Belgefîlm her wiha binpêkirinên giran ên mafên mirovan jî derdixe holê û bi şahidiyên xwendekaran, tomarên arşîvê û avahiyên YİBO’yên terkkirî armanc dike ku bîra civakî vejîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.