- Destpêka salên 1930'yî ye. Waliyê wê demê yê Amedê bi îdîaya "Sûr dora bajêr dipêçin nahêlin ba bê, germ e, dibe sedema nexweşiyan" biryara xirakirina Sûrên Amedê dide.
Dest bi xirakirinê dikin. Arkeologê fransiz Albert Louis Gabriel ku wê demê li Amedê ye çawa vê dibihîze dikeve nava hewldanê, hem ji bo Enqereyê, hem ji bo Fransaz û cihên têkildar re dinivîse. Di dawiyê de bi ser dikeve û pêşî li xirakirina Sûran digire. Helbet heta vê serdekinê li Deriyê Çiyê û li Deriyê Mêrdinê du cihên girîng têne xirakirin jî. Dîsa jî Gabriel bi ser ketiye, Sûr rizgar bûne û niha jî kurdên li Amedê deynên xwe ji bo Gabrielê didin, wî bibîr tînin. Bi çi? Bi pêşangehek.
Pêşangeha bi navê "Wefaya ji bo Gabriel" ji aliyê DÎTAV'ê (Weqfa Alîkarî û Danasina Amedê) ve hatiye organîzekirin û pêşangeh li Navenda Cand û Hunerê ya DÎTAV'ê ku li nava Sûrê ye hate vekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Cîgirê Serokê DÎTAV'ê Şeyhmus Diken û gelek kesên din beşdarî vekirina pêşangehên bûn. Pêşangeh meheke wê vekirî be.
NAVENDA NÛÇEYAN