- Jinên gundan her tim şêwaza jiyana xwe ji ya bajêr ku li wir hawîrdorek ne tendurist û têkiliyên civakî yên nelihevhatî hene, çêtir dibînin. Jiyana gundan kevneşopiyên civakê diparêze û zindî dihêle.
Jiyana gundan li ser şêwazên jiyana kevneşopî û kevnar ava bûye. Ew li deverên nêzî çeman, ji bo dahata xwe bi çandinî, xwedîkirina ajalan û masîgiriyê ve girêdayî ne. Ji ber ku ew hawîrdorek xwezayî û saxlem de mezin dibin. Jiyana wan ji ya bajêr cuda xuya dike ku piraniya nifûsê li wir bi bazirganî û pîşesaziyê ve girêdayî ye. Bajar bi qerebalix û nifûseke zêde ye, ev jî atmosferê deng dike û dihêle ku niştecihên gundan şêwaza jiyana xwe tevî zehmetî û xebata dijwar a li ser erdên çandiniyê, tercîh bikin.
Radîna Mihemed a 50 salî û dayîka 10 zarokên 3 jê zarokên keç in, şêwazên jiyana gundewarî û bajarî berawird dike. Radîna destnîşan kir ku jiyana li gundan aram û sade ye, ev yek wê ji jiyana li bajarê qerebalix cuda dike. Radîna wiha got:“Tevî xwezaya dijwar a kar û zehmetiyan, şêwaza jiyana me nêzî xwezayê ye ku ev yek hiştiye em bi xweza û zehmetiyên wê re wek beşek yekgirtî ya jiyana xwe bi hev re bijîn û xwe biguncînin. Ev jî aliyekî giyanî dide wê ku me bi hawîrdora wê ve girê dide. Jiyana berê ji ber nebûna wesayît û amûrên çandiniyê, her wiha berpirsyariya malê û malbatê li ser milê jinan bû û bi xwedîkirina ajalan, karên çandinî û anîna avê li ser piya, gelek dijwar bû. Me erzaqên malê jî amade dikir. Heta niha ev kar xwe didomîne û jin berpirsyariya mezin dike, lê bi hebûna amûrên nûjen hinek ev bar ser jinan siviktir bûye.”
Fatimê Îbrahîm jî behsa urf û adetên li gundan kir ku di nav de hevgirtin û ahenga di navbera niştecîhan de heye û wiha axivî: “Hevgirtina civakî li gundan hê jî heye û ew yek ji urf û adetên me yên baş e. Ev hevgirtin çi kêfxweş be çi xemgîn be, xwe diyar dike. Em hê jî cilên xwe yên kevneşopî û gelêrî di boneyên xwe diparêzin û beşek ji wan paşguh nakin. Ji ber ku ew dema lixwekirinê hevdu temam dikin. Di şahiyên xwe de jî em bi amûrên muzîkê yên kevnar ve girêdayî ne. Ev, amûrên wek tembûr, bilûr, stran, stranên gelêrî û girtina xelekên govendê bi hevdu re ne. Di mebestên xemgînî de jî şêwra şînê sê rojan tê lidarxistin, xizm û cîran dicivin da ku dilê malbata mirî xweş bikin û berpirsyariya amadekirina xwarinê û belavkirina qehwe û çayê hildigrin.”
NÛJINHA/REQA/NÛR EL-EHMED