- Adnan Şenbayram da zanîn xwezaya Kurdistanê ji bo berjewendiyên siyasî tê pêşkêşkirin û wiha got:"Hema bêje hemû polîtîkayên ku li ser xwezayê têne sepandin ji ber berjewendiyê û armancên ewlehiyê ne. Hêzên siyasî, xwezayê wekî çavkaniyek bêdawî dibînin, wê difiroşin hevkarên xwe, bi armanca dirêjkirina temenê xwe yê siyasî van polîtîkayan dimeşînin."
ROZA METÎNA / AMED
Talana sîstematîk a xwezaya Kurdistanê dewam dike. Şîrketên bazirganiyê li gelek deveran, bi taybetî li Çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê yên Şirnexê xwezayê wekî qada rantê bi kar tînin, talan û wêran dikin. Bi destên cerdevan û leşkeran her wiha şîrketên bazirganiyê li ber çavê raya giştî talan dewam dike. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê her wiha gelek rêxistinên ekolojiyê di 9-10'ê Îlonê de li Bestayê kom bûn û li hember talankirina xwezayê nobet girtin her wiha meş hat lidarxistin.
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram ê bi xwe jî tevli çalakiyên li dijî qirkirina xwezayê bû têkildarî talana sîstematîk a xwezaya Kurdistanê û girîngiya têkoşîna li dijî talanê nirxandin kir.
Pênaseya ekolojî û xwezayê
Adnan Şenbayram di destpêkê de bal bir ser ekolojî û xwezayê û wiha got:"Ekolojî ne tenê parastina xwezayê ye. Ew di heman demê de teşeyekî nû ya têkiliya xweza-mirov nîşan dide. Ev yek jî domdariya jiyanê gengaz dike, hişmendiya civakê pêş dixe, şêwazên rêveberiyê ji nû ve dinirxîne û mirovan azad dike. Ekolojî rexneyek li ser desthilatdariyê, kapîtalîzmê û têkiliya qral-koleyê vedihewîne. Ji hêla din ve, xweza navê pergalek her tim xwe nû dikeye. Ev pergal pêdiviyên bingehîn ên wekî av, oksîjen, xwarin û stargehê peyda dike. Dihêle mirov û zindiyên din bijîn. Di navbera kesan û xwezayê de têkiliyek diyalektîk heye. Ev têkilî ne tenê li ser sûdgirtinê ye, lê li ser têkiliyek bi temamî ya li ser hebûna hevbeş e."
Bi awayekî sîstematîk tê talankirin
Adnan Şenbayram da zanîn li dijî talankirina xwezayê bi çalakiyan bertekek hevpar hatiye nîşandan û wiha pê de çû:"Xwezaya Şirnexê bi salan e bi awayekî sîstematîk tê talankirin. Êrîşên li ser xwezayê, ku di salên 1990'î de bi valakirin û şewitandina gundan dest pê kirin, niha gihîştine asta wêrankirina ekolojîk. Di encama van polîtîkayan de, daristan tên şewitandin, gihîştina çavkaniyên avê tê astengkirin, erdên çandinî û sewalkarî bêkêr dibin. Meş û çalakiyên nobedariyê yên ku di 9'ê Îlonê de bi dirûşmeya 'Em rê nadin qirkirina xwezayê' li dijî van polîtîkayên wêranker hatin lidarxistin, di nîşandana îradeya gelê herêmî ya ji bo parastina xwezayê de pir girîng in. Van xwepêşandanan, ku bi hezaran kes beşdar bûn, hesasiyeta zêde ya raya giştî li hember wêrankirina xwezayê ya ji bo berjewendiyên qezencê û polîtîkayên ewlehiyê, nîşan dan. Ev helwest nîşanek eşkere ya hevpar a ji bo parastina xwezayê ye."
Li dijî qirkirinê wê daran biçînin
Adnan Şenbayram bal bir ser kampanyaya çandina daran û wiha dewam kir:"Her meha mijdarê, li Kurdistanê kampanyayên çandina daran wekî helwestek li dijî birîna daran têne lidarxistin. Armanca van kampanyayan vejandina jiyanê, bilindkirina hişmendiya ekolojîk û pêşkêşkirina bersivek berbiçav a li dij wêrankirina xwezayê ye. Îsal, armanc ew e ku bi mîlyonan dar bi ruhekî seferberiya tevahî werin çandin. Kampanya jixwe piştgiriyek girîng a raya giştî werdigire û wekî erkekê derdikeve pêş. Beşdarbûna her keseke/î di vê kampanyayê de ji bo azadiya xwezayê û berdewamiya jiyanê girîng e."
Êrişek giştî li ser xwezayê heye
Adnan Şenbayram da zanîn êrişeke giştî li ser xwezaya Kurdistanê heye û wiha got:"Bi kanên komirê yên li Şirnexê hatine avakirin li ser Çiyayê Cûdî yek dar jî nehiştine. Jîngehên zindiyan hatine wêrankirin, çavkaniyên avê bi dînamîtê hatine zuwakirin û çem bi komirê qirêj bûne. Loma astim û KOAH li herêmê belav bûne. Di vê navberê de, bendavên ewlehiyê hevsengiyên avhewayê têk birine û çemên heyî wêran kirine. Bendavên Nerduş û Heftborî yên ku hatine plankirin bên çêkirin, dê bibin sedema birîna bi hezaran daran û wê bibin sedem, gelek qadên dîrokî di bin avê de bimînin. Bi lêgerîna petrolê ya li Çiyayê Gabarê bi mîlyonan dar birîn, sûlavên xwezayî zuwa kirin û cureyên endemîk di bin xetereyê de ne. Ev hemû pêkanîn êrîşek giştî ya li ser xweza, dîrok û jiyana zindiyan e."
Êrişa li ser xwezayê siyasî ye
Adnan Şenbayram bi lêv kir ku qirkirina xwezayê di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de jî tê kirin û wiha dewam kir:"Belê, wêrankirina ekolojîk a li Kurdistanê tê kirin, ne tenê ji bo wêrankirina jîngehê ye, lê di heman demê de siyasî ye. Ev pêvajo demek dirêj e ku wekî beşek ji polîtîkayên şerê taybet tê bicîhanîn, bi taybetî bi rêya madeyên hişber, fihûş û jînkujiyê serjimara herêmî hedef tê girtin. Bi talana xwezayê armanc ew e ku debara bingehîn a wekî çandinî, xwedîkirina ajalan û daristan tune bibin. Di heman demê de bi van polîtîkayana gel neçarî koçberiyê jî tê kirin. Armanc ew e ku bîra dîrokî têk biçe û nasnameya çandî bê tunekirin. Ji bo ku ev polîtîka têk biçin, divê her kes xwe birêxistin bike, ji nasnameya xwe ya dîrokî û çandî haydar bibe û têkiliya xwe bi xwezayê re xurt bike. Bêyî berjewendiyên li ser rantê."
Xwezaya Kurdistanê tê pêşkêşkirin
Adnan Şenbayram da zanîn xwezaya Kurdistanê ji bo berjewendiyên siyasî tê pêşkêşkirin û wiha got:"Hema bêje hemû polîtîkayên ku li ser xwezayê têne sepandin ji ber berjewendiyê û armancên ewlehiyê ne. Hêzên siyasî, xwezayê wekî çavkaniyek bêdawî dibînin, wê difiroşin hevkarên xwe, bi armanca dirêjkirina temenê xwe yê siyasî van polîtîkayan dimeşînin."
Têkoşîna tenduristiyê ye
Adnan Şenbayram bal bir ser bandora xwezayê ya li ser tendirustiya mirovan jî û wiha bi dawî kir:"Siyasetên wêranker ên li dijî xwezayê têne sepandin bandorên wêranker li ser tenduristiya mirovan dikin. Bi taybetî santralên termîk, kanên komirê û lêgerîna petrolê dibin sedema zêdebûna pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî yên wekî pençeşêr, astim, KOAH û mirina pêşwext a li herêmê. Hewaya qirêj, çavkaniyên avê yên kêmbûyî û betonkirina xwezayê ne tenê hevsengiya ekolojîk, lê di heman demê de tenduristiya laşî û derûnî ya mirovan jî tehdît dike. Ji ber vê yekê, têkoşîna ekolojîk di heman demê de têkoşînek tenduristiyê ye. Divê her kes têkiliya xwe bi xwezayê re ji nû ve binirxîne, xwezayê ne wekî çavkaniyek were xwarin, wekî hebûnekê bibîne."