- Hunermendên ji TEV-ÇAND’ê bang kirin ku bi kincên xwe yên gelêrî, bi stran û dirûşmên xwe beşdarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bibin.
Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Ewroapyê (TEV-ÇAND) ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn banga tevlîbûnê kirin ku wê li navnîşana “Remydamm/Victor-Toyka Str. 44139 Dortmund” a Elmanyayê bê lidarxistin.
Hunermendan navê wan li jêr ji bo festîvalê gotin;
Amele: Wê surprîzên me yên cüda hebin.
Xozan Comerd: Em daxwaza xwe ya aştî û azadiyê bilind bikin.
Serdar Azad: Bi stranên xwe bên tevlî bibin.
Bermal Çem: em ê dengê xwe bigihînin Îmraliyê.
Peywan Arjîn: Werin em bi hevra vê coşê bibînin.
Hemîd Ûrmiye: Em ê bi hev re vê coşê mezin bikin.
Elfas Malazgîr: Ji 7 heta 70 salî em li benda her kesî ne.
Cewad Merwanî: Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî festîvalê bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN