Em ê xwezayê azad bikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 14 Îlon 2025 - 15:15

  • Ekolojîst Cemîle Kaçar a piştî çalakiyên li Çiyayên Kazê li Bestayê jî tev li çalakiya li dijî talankirina xwezayê bû, wiha got: “Em ê ji vir şûnde her tim bi xwezaya Şirnexê re bin û piştevaniyê bikin."

Di 9-10’ê Îlonê de li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê gelek ekolojîst hatin bajar û çalakî li dar xistin. Parastvanên xwezayê, piştî meşa li navenda bajar, li Herêma Bestayê şevekê nobet girtin. Endama Komîsyona Edaleta Avhewayê Cemîle Kaçar ku li Çiyayên Kazê jî li dijî qirkirina daran tev li çalakiyan bûbû, li dijî talankirina xwezayê tev li nobeta li Şirnexê bû.

Cemîle Kaçar, bal kişand ser texrîbata Cengîz Holdîngê ya li Çiyayên Kazê çêkirî û got: “Li wir qirkirineke mezin a daran hate kirin. Di tevahiya zivistanê de em li Çiyayên Kazê bûn. Me piştgirî da piştevaniya li wir. Em îro jî li Bestayê ne. Heman qirkirina daran a li Çiyayên Kazê belkî ya hêj mezintir li vir tê kirin. Em dibînin ku em bi qirkirineke xwezayê re rû bi rû ne.”

Bi domdarî Cemîle Kaçar anî ziman ku texrîbata li Tirkiye û Kurdistanê girêdayî hev in û wiha pê de çû: “Ev tev jî qirkirina ekolojiyê ne. Me heman tişt par havînê li Akbelenê jiya. Li Akbelenê qirkirineke mezin a daran çêbû. Mixabin me nekarî darên li wir rizgar bikin. Heman tişt îro li vir tê kirin. Heke em bi hev re li ber xwe bidin em ê bikarin pêşiya vê bigirin.”

Cemîle Kaçar diyar kir ku li dijî qirkirina ekolojiyê ji bilî têkoşîna hevpar tu rêyên wan ên din nînin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev qirkirin, tenê bi piştevanî û têkoşîna hevpar a gelan dikare pêşî lê were girtin. Ji ber ku ev qirkirineke mezin e. Ji Çiyayên Kazê heta Bestayê, em ê bi hev re xwezayê azad bikin. Em ê ji vir şûnde her tim bi xwezaya Şirnexê re bin û piştevaniyê bikin." MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.