Hikûmet ji bo cotyaran nabe alîkar

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 14 Îlon 2025 - 16:00

  • Cotyarên Helebceyê diyar kirin ku ji bo karê xwe bimeşînin hikûmet alîkariya wan nake û bal birin ser zehmetiyên dikşînin.

Çandinî yek ji sektora ku welat pêş dixe û dahateke zêde ya debarê ya hikûmet û welatiyan e. Hikûmet jî piştevaniyeke baş a vê dike. Lê li Herêma Kurdistanê hikûmeta dem borî ya heyî, weke gelek sektorên din pişta xwe daye kerta çandiniyê. Ji ber vê yekê cotyar ziyaneke mezin dibînin. Li ser vê yekê cotyarê Helebceyê derbarê nêzîkatî û berhemên xwe yên çandiniyê axivîn.

Cotyarê Deşta Şarezûrê Aware Hemesalih ewilî rexne li hikûmetê girt û got: “Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê alîkarî bi me re nake. Li gel vê jî gelek carî ji bo me dibin asteng. Nabe berpirseke herêma Kurdistanê bibe sedema ziyangihiştina bi dehan cotyarî. Ji ber gelek berhem ji derve dikevin nava herêmê, berhemên me cotyarên navxwe ziyaneke mezin bidest dikeve. Hikûmet ti demê piştgiriya cotyaran nake.”

Li ser berhemên îsal ên çandiniyê rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Helebceyê Star Mehmûd anî ziman ku li gorî salên borî îsal rêjeya şiliyê li parêzgeha Helebceyê baştir bûye û got: “Vê jî bandor li berhemên çandiniyê kiriye. Berhem li gorî salên borî zêdetir tên bazarê. Berhemên mîna bacan, kulind, bamya, zebeş û gelek berhemên din li bazarê hene.”

Star Mehmûd anî ziman ku yek jî pirsgirêkên cotyaran firotin û anîna berhemên wan ên li bazarê ne û got: “Yek ji piştgiriya Wezareta Çandiniyê ew e ku dema berhemên navxwe gihiştin, pêşiya berhemên ji derve ya ketina navxwe digire. Herêm bazaran amade dikin ku berhemên navxwe bişînin derve. Hikûmet hewl dide ku berhemên navxwe bigihnin welatên cîran û bazara navrast û jêr ya Iraqê. Ew berhemên li sînorê deverê hene ji sedî 10-20’ tên Helebceyê, beşeke din jî diçin Silêmanî û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê.” HELEBCE-ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.