Divê dewlet bi destê aştiyê bigire

Nûçeyên Jin

Duşem 15 Îlon 2025 - 15:00

  • Dayika Aştiyê Afîfe Kartal, diyar kir ku ew ji bo aştiyeke birûmet bi salane têdikoş in û got divê dewlet bi destê aştiyê bigire.

Dayikên Aştiyê yên ku bi salan e ji bo pêşî li mirinên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bigirin têdikoşin, dixwazin pêvajoya nû ya ku Rêber Apo daye destpêkirin bi aştiyê encam bide. Yek ji van dayikan jî Afîfe Kartal e ku dayika şehîd û girtiyek e. Yek ji hezaran jinên Kurd e ku li Kurdistanê li dijî zordariyê ji bo aştiyê têdikoş e. Keça Afîfe Kartal Têkoşîn di sala 2011'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 2017'an de şehîd bû. Kurê wê ku 22 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn jî, hê girtî ye. Afîfe Kartal, biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna aştiyê didomîne.

Afîfe Kartal, destnîşan kir ku divê dewleta Tirk destê aştiyê ya ku Rêber Apo dirêj kiriye bigire û wiha domand, “Eger Serokkomar Erdogan bi rastî jî aştiyê dixwaze, divê daxwazên me li ber çavan bigire. Zarokên Erdogan şer nakin; zarokên me şer dikin. Zarokên gelê Kurd her tim berdêl dane; tevî vê Kurdan her tim aştî xwest. Di merasîma veşartina cenazeyên zarokên xwe de jî her tim me daxwaza xwe ya aştiyê aniye ziman. Em êdî naxwazin cenazeyên şehîdan bibînin. Sê Dayikên Aştiyê di komîteya ku li Meclîsê hate avakirin de axivîn; Destûr nedihat dayîn ku bi Kurdî jî biaxivin. Li cihekî ku Kurdî qedexe ye, mirov dikare behsa aştiyek çawa bike? Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Birêz Ocalan ji bo aştiyê çi ji destê wî tê dike.”

Afife Kartal, di dawiyê de jî ev tişt gotin, “Divê Rêber Apo azad bikin. Divê gerîlayên me werin. Ew tenê aştiyê dixwazin. Yek ji zarokên min di vê rêyê de xwe feda kir. Kurekî min di girtîgehê de ye. Ji ber zordariya dewletê ez neçar mam koçber bibim. Keça min ji bo daxwazên vî gelî têkoşiya û canê xwe feda kir. Cenazeyê keça min di kîsikekî de radestî min kirin. Ji ber vê yekê heta dawiya emrê xwe em ê daxwaza aştiyê bikin. Tenê mîrateya ku ez ê ji zarokên xwe re bihêlim dê aştî be. Eger ez bimirim jî, zarok û neviyên min wê têkoşîna aştiyê bidomînin. Divê gelê Kurd xwedî li têkoşîna Rêber Apo derkevin. Xema Rêber Apo tenê aştî ye. Divê dewlet destê aştiyê ya ku Rêber Apo dirêj kiriye bigire." ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.