Li Dêrezorê dema festîvala xuremyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 12 Îlon 2025 - 15:30

  • Li bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê amdekariyên Festîvala 4’emîn a Xurmeyan tên kirin. Amadekariyên festîvalê ku bi çavdêriya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya bajarê Hecînê û tevkariya Saziya Çandiniyê ya Sûsê û Ekîba "Bikura Ehla" ya xwebexş têne kirin, wê 17’ê Îlonê were lidarxistin.

Di çarçoveya amadekariyan de, baxçeyek xurmeyan li bajarokê Baxozê ku temenê wê zêdetirî 40 sal e tê amadekirin ku festival li wir were lidarxistin.  Bang li şênî û tevahî cotkarên li gundewarên rojhilatê kantonê hat kirin ku beşdarî festîvalê bibin. Her wiha navên beşdarên pêşbirka festîvalê tên qeydkirin û xalata ku dê li 3 kesan werin belavkirin tên amadekirin.

Festîvala Xurmeyan her sal ji aliyê şênî û saziyên civaka sivîl ve, bi armanca piştevaniya çandiniya xwecih û pêşxistina çanda herêmê, balkişandina ser hilbirîna xurmeyan û cûreyên wê tê lidarxistin.

Tê zanîn ku bajarokê Baxozê jêdera sereke ya xurmeyan li Sûriyeyê ye. Li gorî daneyên şaredariya bajarokê, zêdetirî 12 hezar darên xurmeyan li bajarokê hene. Şêniyên bajarok bi çandina xurmeyan debera xwe dikin. ANHA/DÊREZOR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.