Li Siwêregê ‘Ziman-Kurd’ vebû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 17 Îlon 2025 - 16:40

  • Rêveberê ZIMAN-KURDê ku li navçeya Sêwregê ya Rihayê hate vekirin, Mazlûm Dogan Taniş têkildarî armanca avakirina komeleyê û xebatên wê axivî û wiha got: “Armanca me lêkolîn û pêşvebirina çand, huner û zimanê Kurdî ye.”

 

Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand, Huner û Zimanê Kurdî ya Sêwregê (ZIMAN-KURD) beriya mehekê li navçeya Sêweregê ya Rihayê bi awayekî fermî hate vekirin û rêveberiya xwe ava kir. Li Sêweregê cara ewil e ku komeleyeke çand, huner û zimanê Kurdî tê vekirin. Rêveberî avahiya ku ji bo komeleyê radestî wan hatiye kirin niha restore dike. Ji ber avahiyeke kevnare ye tê payîn ku restorasyon dê heta mehek û nîvan biqede. Piştî ku restorasyon biqede û avahî were amadekirin dê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî ders bên dayîn. Her wiha ji bilî ziman dê dersên piyano, gitar, wênexêzî û sînemayê jî bên dayîn.

Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand, Huner û Zimanê Kurdî ya Sêwregê (ZIMAN-KURD) Mazlûm Dogan Taniş têkildarî armanca avakirina komeleyê û xebatên wê ji ajansa me re axivî.

 

‘Xebateke wiha heta niha li bajarê me çênebibû’

Mazlûm Dogan Taniş têkildarî pêvajoya avakirina komeleyê wiha got: “Qasî 6-7 mehan nîqaş li ser vî fikrî çêbûn. Em komeleyeke wisa ava bikin, an nekin. Gel dê çiqas xwedî lê derkeve, çiqas bigihe armanca xwe… Beriya mehekê me rêveberiya xwe ava kir û ji bo avakirinê serlêdan kir. Serlêdana me hate pejirandin. Çawa serlêdana me hate pejirandin me dest bi restorekirina avahiya xwe kir. Armanca me lêkolîn û pêşvebirina çand, huner û zimanê Kurdî ye. Mixabin xebateke wiha heta niha li bajarê me çênebibû. Ji ber vê yekê me jî xwest ku em vê valahiyê dagirin. Û ji bo nifşên pêşiya xwe em bingehekê ava bikin. Em dixwazin çi jin, çi mêr, zarok, ciwan herkesên zimanhez be û bixwaze zimanê xwe bi pêş ve bibe me xwest li ser vê bingehê saziyekê ava bikin. Mirovên me yên dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin bêçare nemînin. Helbet em dizanin roleke me ya dîrokî heye, ev pergala em di nav de di sed salên dawî de bi awayekî sîstematîk şerekî taybet dimeşîne. Em hewl didin vê rola xwe ya dîrokî bi awayekî herî serkeftî pêk bînin.”

 

‘Piştgiriya gelê me em gelekî şanaz û serbilind kirin’

Mazlûm Dogan Taniş bal kişand ser eleqeya gel a zêde ya ji bo komeleyê û wiha pê de çû: “Em ne li bendê bûn ku di nava Sêweregê de em di demeke kin de ewqas zû bên nasîn û piştgiriyeke ewqas mezin çêbibe. Piştgiriya gelê me em gelekî şanaz û serbilind kirin. Di vê pêvajoya avakirina komeleyê de çi ciwan çi jin ji xwendekar û çi kal û pîr hema bêje her roj em xebatên avakirinê dimeşînin. Di nava rojê de serdan, alîkariya madî û manevî ji aliyê gel ve tê kirin. Bi rastî xwedîderketina gel hem erkên me mezinkirin hem jî hişt ku em bi awayekî cidî, coş û kelecan karê xwe bikin.”

 

Banga xwedîderketina li saziyê

Mazlûm Dogan Taniş wiha bang li gelê Sêwregê kir: “Di serî de daxwaza me ji gelê Sêweregê ew e ku xwedî li saziya xwe derkevin. Em saziya gel in. Xwedîderketina saziyê xwedîderketina li çand, huner û zimanê xwe ye. Ji ber vê yekê em dixwazin werin saziya xwe. Her wiha piştgiriya pirtûkan dibe amûran dibe were kirin dê baş bibe. Banga me li saziyên çand, huner û ziman ên li Kurdistan û derveyî welat jî heye ku piştevaniya me bikin. Em hewl didin ji vê pêvajoya girîng ku tê re derbas dibin re bibin bersiv.”

 

‘Çand û huner û ziman tûrnûsola pêvajoye ne’

Mazlûm Dogan Taniş bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku aştî mayînde bibe divê em pêşiyê bi nirxên civakê yên esasî re li hev werin. Ev jî çand û zimanê Kurdî ye. Sazîbûyîna me jî girêdayî pêvajoyê ye. Mirov dikare bêje çand û huner û ziman tûrnûsola pêvajoyê ne. Mixabin pratîka ewilî ya di civîna Komîsyona Aştiyê de neyînî bû. Astengkirina axaftina dayikeke Kurd mînaka vê yekê ya şênber e. Hêviya me ew e ku ev kompleks û refleksa neyînî were derbaskirin. Ji bo ku aştî mayînde bibe divê civaka Kurd bi awayekî serbest û azad bikaribe bi ziman û çanda xwe bijî.”   FEXREDÎN KILIÇ/ AW/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.