- Deq wek hêmaya çandê ya kevnar di nava çanda jinên Kurd de cihê xwe digire. Weke sembolek ya xemilandinê li ser sîma û rûyên jinan tên neqişandin. Fatma Temel ku vê çanda kevnar zindî dihêle, ji Amedê heta Silêmaniyê li pey dîroka kevnar a deqê ketiye.
Neqişîna deqan ya li ser rû û destan, xwedî dîrokeke kevnar a berî hezaran salan cihê xwe di nava çandê de girtiye. Di roja îro de ev çand derdikeve pêş. Berî niha zêdetir li nava jinan û taybet jinên bi temen dihatin neqişandin. Li ser rû, dest û heta bedenan jî deqên bi neqişên heyv, roj, stêr û gelek fîgûrên din dihatin kolandin. Her sembol û hêmana dihate neqişkirin jî xwedî wateyeke xwe ya taybet heye.
Neqişandina deqan beşeke ya ji çanda jinên Kurdistanê ye. Li gorî hinek çavkaniyan li nava Kurdan dîroka neqişîna deqan digihêje 10 hezar sal berî niha. Ev çand ji dema şaristaniyê û kevneşopiyeke hevpar tê. Zêdetirî xwe taybetmendiyeke çandî ji bo jinên Kurd hatiye bexşandin. Li gorî herêmên Kurdistan şêwazên neqişandinên deqan heye. Bi amûreke tûj û dîsa derziyê li cihê ku dixwazî bi neqîşînî kar li ser dikî. Cihê tê kunkirin bi hibrê jî tê tijekirin û bi wî rengî neqiş derdikeve pêş.
Fatma Temel ku hem bi neqişandina deqê vê çanda kevnar diparêze hem jî bi kesan dide naskirin, li navçeya Dêrik a Mêrdîn ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û mezin bûye. Ji bo vê çanda deqê berdewam bike, 8 salin li Amedê atolyayek vekiriye. Fatma Temel ku vê çanda kevnar zindî dihêle, ji Amedê heta Hewlêr û Silêmaniyê geştek ji bo dîroka kevnar a deqê daye destpêkirin.
Têkildarî dîrok û wateya neqişandina deqê de, Fatma Temel ji ajansa me re axivî. Fatma destnîşan kir ku ev çandeke hezar salî ye ku ji aliyê jinên Kurd ve hatiye neqişandin û bûye beşek ji nasnameya li Rojhilata Navîn, bi taybetî ji bo Kurdan.
Rêbaza berê û ya niha cuda ye
Di derbarê dest avêtina vî karî û armanca wê de Fatma Temel wiha anî ziman: “Destpêkê min ji Amedê destpê kir, piştre li Dersîm û Wanê. Piştre hatim Başûrê Kurdistanê. Ji bo dîrok û motîfên cuda yên neqişandina deqê, geştek daye destpêkirin. Ger kesek bixwaze jî ji bow ê deq çêdikim. Berê, Kurdan şîrê dayikê bi hibrê tevlihev dikirin û piştre re çi motif bixwazin bi derziyê li nav çerm dikirin, lê niha rêbaz cuda ye.”
Her motîfek xwedî wateyekê ye
Fatma Temel di dewama axaftina xwe de qala motîfên neqişandina deqê kir û wiha domand: “Her motîfek wateyek cuda heye. Berê piranî ji aliyê jinan ve dihat çêkirin, lê niha ew mêr jî çêdikin. Di heman demê de, dîroka van motîfan ne nû ye. Ger em dîroka wan lêkolîn bikin, em dibînin ku motîfên pênc hezar salî û deh hezar salî hene. Jinan di wateya hêz, serkeftin, bereketê de motîfan li ser bedena xwe xêz dikirin. Em dixwazin vê çanda 12,000 salî bidomînin, lê mixabin ev çand ji ber bandora civak û olê paşketiye. Wek berê nayê çêkirin. Ger jinên di navbera 70 û 80 salî de winda bibin, ev çand jî wê winda bibe. Ev çand ji aliyê jinên ku asîman û xwezayê wekî sembol li ser laşê xwe xêz kirine ve hatiye pêşxistin.“
Di arşîva wê de 400 motîf hene
Wek Fatma bi xwe dibêje bi sedan motîfên cuda yên deqê hene, lê dîtina motîfên nû û cuda zehmete. Fatma got: “Di arşîva min de nêzîkî 350 heta 400 motîfên cuda hene. Min di nava sale deheft heta heşt motîfên nû yên cuda dîtine û hemû jî wateyek erênî hene.” Li ser cudahiya di navbera deq û tatto de jî Fatma Temel wiha anî ziman: “Gelek cudahî di navbera xal û tattoyên nûjen de hene. Ya yekem, tattoya modern mirov dikare her tiştî çêbike û neqşek diyarkirî nîne. Ti wate û armancek diyar ya tattoyê nîne. Lê deq bê nexş û motîf nabe, xwedî armancekê ye. Di tattoyê de gelek reng hene û tiştek asayî ye. Lê deq ne wisaye û hibrek cuda heye.” ROJNEWS/SILÊMANÎ