Ji bo nexweşên çolyakê dikan vekir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 21 Îlon 2025 - 16:10

  • Gulan Yaşa, bi firin û kafeya ku vekir ji bo nexweşên çolyakê bû hêvî û derfetê dide mirovên nexweşên çolyakê. Gulan Yaşa ya li Amedê firin û kafe vekir û berhemên bê gluten tê de bicih dike got ew xesasiyeta nexweşan dizanin.

Li gorî daneyên Wezareta Tendurisityê ya 2024’an li Kurdistan û Tirkiyeyê nexweşiya çolyakê her diçe zêde dibe û ji sedî 10’ê nexweşan nexweşiyê wan tên tespîtkirin. Ji mijdara 2023’yan heta niha hejmara nexweşên çolyakê wek 166 hezar û 614 hatiye diyarkirin. Li gorî vê yek ji bajarên ku herî zêde nexweşiya çolyakê lê heye Amed e. Li gorî daneyên wezaretê ji 7 hezarî zêdetir nexweşên çolyakê hene.

Li Amedê kesên nexweşên çolyakê di alî xurek û xwedîbûnê de pirsgirêkan dijîn. Gulan Yaşa ku ev pisgirêk dît, hewl da çareseriyê pêş bixîne. Gulan Yaşa li Amedê firin û kafe vekir û berhemên bê gluten tê de bicih dike.

Gulan Yaşa da zanîn ku 10 sal in nexweşa fîbromiyaljî ye û got: “Yanî nexweşiya min jî wek ya çolyakê ye. Ev nexweşî jî heta emrê min wê hebe. Ji ber ew jî wek çolyakê ye. Êşên wê her diçin zêde dibin. Doktor got divê tu sporê bikî, diyetê bikî û bê gluten xwe xwedî bikî. Min salek û nîv derman girt. Piştre min jî wek nexweşên çolyakê xwarin xwar.”

Gulan Yaşa wiha anî ziman: “Bi zarokên xizmên me re jî çolyak derket. Bi biraziyên hevjînê min re derket. Çolyaka wan hinek zêde bû. Her tim digotin em ê nanê wan çawa çêbikin. Xwegîhandina van berheman zehmet bû. Hevjînê min 30 sal in nanpêjî dikir. Lê tevî vê bi hevîrê çolyakê çêkirina nan zehmet bû. Me li ser vê biryar da em cihekî wisa vebikin.”

Gulan Yaşa destnîşan kir ku şaxa wan a ewil li Ofîs a Yenîşehîrê ye û got: “Ya duyemîn me li Dîclekent a Peyasê vekir. Me xwest malbat bi zarokên xwe re bên û rehet bikin. Zarok ji hamburger hez dikin. Em ji bo wan hamburger, manti û gelek tiştên din çêdikin. Hemû nexweşên çolyakê bi rehetî dikarin bên vir. Em xesasiyeta nexweşan dizanin. Ji ber vê em xwarinên xwe bi baldarî çêdikin. Em dema berhemên xwe difroşin em dişopînin jî. Em dipirsin hûn pê rehet dikin an na. Di pirsgirêkek biçûk de em test dikin.”

JINNEWS/AMED/ŞEHRÎBAN ASLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.