Hem saxlem hem erzan e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 24 Îlon 2025 - 15:00

  • Li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe buhayê alav û amûrên avakirina avahiyan zêde dibe.

Ji ber buhabûna hêsin, çîmento, xîz û cureyên din ên di înşaatan de tên bikaranîn, êdî gel berê xwe daye bikaranîna keviran. Li Şirnex jî welatî êdî him ji bo sexlemiyê him jî ji bo erzaniyê diwarên xanî, hewş û hewzan bi keviran lêdikin. Li Şirnex ji ber kêmbûna hosteyên çêkirina diwarên kevir, gelek hoste ji derveyî bajêr tên û li vir dixebitin. Mehmet Sînan Çelîk ku ji Amedê ye, tevî gelek xizmên xwe li Şirnexê dixebite. Mehmet Sînan Çelîk anî ziman ku 5 sal in li Şirnexê vî karî dike û got: “Karê em dikin pir zehmet e. Serê sibê em zû tên ser kar. Em karê lêkirina dîwaran dikin. Em bi keviran dîwaran lêdikin. Em dişkînin û dikin dîwar. Li gor zehmetiya karê me em pereyek baş distînin. Destheqê me rojê 2500 TL ye û xwediyê kar xwarin, vexwarin û cihê razana me jî eyar dike.”

Beton zirarê dide xwezayê

Mehmet Sînan Çelîk diyar kir ku diwarên ew lêdikin ji yê betonê baştir e û wiha axivî: “Niha dema xizê çeman bikar bînin ew beton piştî çend salan êdî weke axê lê tê. Her wiha gelek deveran êdî kanên keviran hatine vekirin û wan keviran dikin xîz. Lê ev yek jî zerarê dide xwezayê. Em piranî keviran ji nav zeviyan dertêxin. Him zeviyan paqij dibin da ku xwediyê zeviyê karibe çandiniyê bike, him jî em xwezayê diparêzin.”

Mehmet Sînan Çelîk herî dawî anî ziman ku piraniya gel ji ber bihabûna hesin, çîmento, xîz û hwd, êdî nikarin avahiyan lêkin. Di aliyê buhabûnê de di navbera karê me û kare betonê de ji sedî 50î cudahî heye. Em bi salan e li vir dixebitin. Em bi keda xwe debara xwe dikin. Em nanê xwe ji kevir derdixin.”

Beton pir buha ye

Welatiyê ku diwarê derdora baxçeyê wî tê çekirin Suleyman Salgûcak jî anî ziman ku li Şirnexê 4 santralên betonê hene û got; “Van her 4 santralên betonê xwe kirine yek û betonê buha difiroşin. Êdî li Şirnexê gel jî keviran ji nava erdê xwe dertixe û dike diwarê hewşê. Him saxlemtir e, him jî erzantir e.”

AW/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.