Em nikarin debara xwe bikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 25 Îlon 2025 - 15:15

  • Jinên destvala ji bazarê vedigerin bi lêv kirin ku her tişt biha ye û nikarin sebze û fêkî bigirin. Jinan gotin:"Divê demildest dewlet rewşê çareser bike."

Krîza aborî her diçe giran dibe û gel ji ber krîzê nikare hewcedariyên sereke bigirin. Lê desthilatdarî îdia dike ku aboriya welat roj bi roj baş dibe. Navenda Lêkolîna Çînî ya Sendîka Bîrleşîk Metal Îş (BÎSAM) di meha tebaxa 2025’an de sînorê birçîbûnê 26 hezar û 149, ya xizaniyê jî 90 hezar û 450 aşkera kir. Navenda Lêkolîna Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR) di meha îlona 2025’an de daxuyand ku lêçûna xurekan a malbateke 4 serjimarî 37 hezar û 173 ye. Li gorî BES-AR’ê sînorê birçîbûnê 58 hezar û 335 e, ya xizaniyê jî 90 hezar û 279 e.  Mûçeyê asgarî jî 22 hezar û 104 lîra ye. Mûçeyê asgarî ji sedî 68.17 di bin sînorê xizaniyê de dimîne.

Yên herî zêde ji krîzê bandor dibin jin in. Jinên diçin bazaran dest vala vedigerin. Jinên çûn bajara Çîmentepe ya Konak a Îzmîrê der barê mijarê de axivîn û got êdî girtina sebze û fêkiyan luks e.

Nûran Uspala diyar kir ku teqawît e û xurekên bazarê gelek biha ne û got: “Bi mûçeyê teqawîtê em debarê dikin. Li rewşa me binêrin em perîşan in. Mûçe têr nake. Zarokên min neviyên min hene. Di vê rewşê de ne pêkan e em debarê bikin. Em nikarin nîv kîlo qiyme bigirin. Xanî kirê ye, têr nake. Fatureyên av, ceyran û telefonê hene. Çi ji me dixwazin? Mirov çi bikin? Kirê bidin, alavan bigirin, wê çi bikin? Wê ciwan çi bikin? Ev prisgirêk çawa çareser bibe nizanim. Tiştek ji destê me nayê.”

Aşkin Korpe jî bi lêv kir ku xurek pir biha ne û wiha dirêjî dayê: “Her kes zehmetiyan dikşîne. Rewş ne baş e. Zivistan hat me tiştek nekir.  Me tirşî jî çênekiriye. Em nikarin ji neviyên xwe re fêkî bigirin. Ev wisa nabe. Demek dirêj e rewş wisa xerab e. Mirov nikarin bi mûçeyê asgarî debarê bikin. Kirê biha ne. Bi vî pereyî wê çi bikin. Rewşa jinan hîn zehmet e. Tên bazarê lê nikarin tiştekî bigirin.”

Hamdiye Çerî jî destnîşan kir ku kîloya sebze 70-80 lîra ye û wiha anî ziman: “Debar zehmet bûye. Mûçeyê asgarî têra kê dike? Ez ji bazarê hatim lê min tiştek negirt. Tenê keça min dixebite. Ew jî mûçeyê asgarî digire. Divê demildest dewlet rewşê çareser bike.”

JINNEWS/ÎZMÎR/NAZLICAN NÛJÎN YILDIZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.