Rewşa gel xirab e
Pêncşem 28 Tebax 2025 - 03:00
Hikûmeta Herêmê ya demborî nêzî 90 rojan e mûçeyê mamoste û karmendan belav nekiriye. Karmend rexne li hikûmetê digirin û dibêjin; “Mûçe mafê herî rewa yê her ferdî ye ku divê bê peydakirin. Rewşa welatiyan pir xirab e, xirabtir jî dibe.”
Ji ber pirsgirêkên siyasî yên di navbera herêmê û Bexdayê de li ser mûçeyê karmend û mamostayan li hev nekirine. Li aliyekî Bexda mûçeyan rênake li aliyê din jî hikûmeta dem borî ya Herêma Kurdistanê karmend û mamoste ji bîr kirine. Ji ber vê yekê rewşa jiyanî ya welatiyên Başûrê Kurdistanê di nava zehmetiyên mezin de ne.
Karmend û mamosteyên Helebceyê li ser nebûna mûçe û nêzîkatiya hikûmetê nêrînên xwe anîn ziman.
Mamoste Nasîh Ehmed anî ziman ku nedayîna mûçeyan, ji her sê mehan carekê parvekirina mûçeyan ji ber helwesta wan e û got: “Eger em li hemberî biryarên hikûmetê xwedî helwest nebin, wê ew jî mûçe nedin. Jiber bêhelwestiya gel serê her sê mehan carekê mûçe tê belavkirin. Eger xelk, karmend û mamoste hemû bi hev re bên kolanan wê demê hikûmet ewqasî xemsar tevgerê nake. Wê demê wê mûçe jî di dema xwe de bê parvekirin.”
Welatiyê bi navê Hemîd Seîd diyar kir ku li Iraqê mûçeyê meha Tebaxê tê belavkirin, lê hê jî li Herêma Kurdistanê mûçeyê meha şeşan di rê de ye û got: “Rewşeke din ya pirsgirêka mûçe heye, nizanim çima wisa lê dikin? Dibe destê welatên din li pişt vê rewşê hebe.”
Hemîd Seîd anî ziman li ser li ser mûçe siyaset tê kirin û got: “Mûçe mafê herî rewa yê her ferdî ye ku divê bê peydakirin. Rewşa welatiyan pir xirab e, xirabtir jî dibe. Dixwazin xelk bi rehetî nejîn. Çavên xelkê her li dînar û mûçe ye. Tişta maye destê me em daxwaz ji Xweda dikin ku vê rewşê li ser xelkê sivik bibe û bide borandin.”
Karkerê bi navê Reûf Selîm got: “Ji ber nebûna mûçe rewşa bazarê jî pir xirab e. Rojane yek pakêt destmal difiroşim. Tiştek li bazarê nemaye, hema ew maye kepçeyek bide ber xwe û hemû hilweşîne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê hê jî mûçeyê meha Hezîran û Tîrmehê nedaye. Her wiha meha Kanûna sala borî jî hê nehatiye dayîn. Meha Tebaxê va diqede, lê nayê zanîn bê ka wê ew mûçe bê dayîn an na.
HELEBCE-ROJNEWS