Gundê Gurezî ya li devera Serçiya ya girêdayî bajaroka Xelîfan ji ber kêm aviyê bi gazindin û ji neçarî dest ji bax, rez û xwedîkirina ajelan diberdin. Her wiha li gund pirsgirêka rê, elektrîk, dibistan û nexweşxaneyê heye. Ji ber nebûna xizmetguzariyan metirsiya valebûna gund heye.
Gundê Gurez dikeve quntara rêze çiyayê Serawird û nêzî bendava Bêxme ye. Bi rez û bax û sewalvaniyê tê naskirin. 20 km dikeve rojavayê bajaroka Xelîfan, temenê gund zêdetirî 200 sale. Çend kaniyek avê li gund hebûn, lê niha zuwa bûne. Niha ji ber kêmaviyê hêdî hêdî gund vala dibe.
Ciwaniya gundê me nema
Nîmet Mihemed xelkê gundê Gureze, derbarê pirsgirêkên xizmetguzariyê de axivî û got: “Ji ber nebûna avê gundê me hêdî hêdî vala dibe. Sedemê wê hişkesaliye û bîrên me zuwa bûne. Rez û baxên me hişk bûne û me dest jê berdane. Gundê me bi rez û bax û xwedîkirina ajelan avaye, lê nebûna avê ciwaniya gundê me jê standiye û pirsgirêkên mezin bi xwe re aniye.”
Îmad Ezîz jî şêniyek din ê gundê Gureze, Îmad jî got: “Beriya 17 salan hikûmetê projeyek avê ji bo gundê me çêkir. Lê tenê karî 12 deqeyan avê bide gund ew jî ne paqij bû. Niha pirsgirêka me ya herî mezin ave. Ger wisa berdewam bike wê sê sal din gundê me vala bibe û xelkê wê berê xwe bide bajaran.”
Behzad Elî jî ji bilî avê îşaret bi pirsgirêkên din ên li gund kir û got: “Navenda me ya tendirustiyê hîna ya serdema rejîma Baase û heta niha nehatiye nûjenkirin. Avahiyên dibistanên gund kevnin û bi kêr nayên xwendevan têde waneyan bibînin. Stûnên elektrîkê hemû têk çûne. Sahayek lîstinê ji bo ciwanan nîne û di nava tozê de futbolê dilîzin.”
ROJNEWS/XELÎFAN