ELÎ HESEN / ANF / AMÛDÊ
Ciwanê bi navê Ciwan Yûnis yê ji bajarê Amûdê yek ji ciwanên ku welatê xwe terk nake. Ciwan Yûnis diyar kir ku çi dibe bila bibe wî fikra koçberiyê ji mejiyê xwe avêtiye û got:“Dema ku em ji bajarê xwe derkevin tê wateya ku em dixwazin dijmin derbasî warê me bibe. Ji ber vê yekê jî min xwest ku ez li bajarê xwe xebatekê bimeşînim. Projeya min ji bo ku zarokên me bikenin min cihê lîstikê ji wan re çêkiriye.”
Yûnis anî ziman ku gelek kes projeya wî pêşketî dibînin û got:“Min cihê lîstikê bi keda xwe sererast kir û paqij kir. Nêzî 30 hezar dolar lê çû. Zarok tên vir û têra dilê xwe dilîzin. Lîstgehê ji saet 9 sibehê heta 1’ê nîvroyê vedikim, her wiha saet ji 4’an heta 7’an vekirî dimîne.” Ciwan Yûnis got ku armanca wî ew e ku bajar bi têkoşîna xwe bixemilîne û got:“Hêviya min ji gelê me heye ku li vî bajarî miqate bin, ji ber ku ev bajar berpirsyariyeke di stûyê me de ye, divê ku em xwedî lê derkevin. Divê zarokên me rûyê zarokên me biken be û zarokatiya xwe bijîn. Çûyîn û hatina zarokan, hêviyên me zêdetir dike.”