Hejmara penaberan li Swîsreyê kêm dibe. Swîsreyê ragihand, di 2024an de hejmara penaxwazan li gorî sala berê ji % 8.1 kêm bûye. Par, 27,740 kes li vî welatî serî li mafê penaberîyê dane.
Agahîyên li ser mijarê ji alîyê Sekreteriya Koçberiyê (SEM) ve hat weşandin. Welatê herî zêde di vê mijarê de derketîye pêş dîsa Afxanistan e. 8,627 welatîyên Afxanistanê serî li mafê penaberîyê dane.
Tirkîye duyemîn e
Tirkîye welatê duyemîn e ku welatîyên wê herî zêde serê li mafê penaberîya Swîsreyê dane. Par, 4,000 welatîyên Tirkîyeyê ji Swîsreyê mafê penaberîyê daxwaz kirine. Tevî vê jî, rêjeya penaxwazên ji Tirkîyeyê ji % 40 kêm bûye. SEM ragihîne, koça penaberîyê ya ji Tirkîye, Afganistan û Sûrîyeyê kêm bûye. Ev jî bûye sebeb, hejmara penaxwazên li Swîsreyê kêm bibe. Daneyeke din a giring a raporê jî di derbarê rêjeya dayîna mafê penaberîyê ye. SEMê di 2024an de ji mafê penaberîyê daye ji % 54ê penaxwazan.
Detayên rapora SEMê
Hin agahîyên ji rapora dawî ya SEMê wiha ne:
Zexta Tirkîyeyê li 3 milyon penaberên ji Sûrîyeyê û li 200,000-300,000 hezar penaberên Afganistanê dikare careke din koça ber bi Ewrûpayê ve zêde bike.
Koça ji herêma navendê ya Deryaya Spî ji % 60 kêm bû. Par, 67,000 kes bi rêya bê rotayê gihîştin Îtalyayê.
Hejmara kesên ji rojavayê Afrîkayê yên li Swîsreyê serî mafê penaberîyê dane zêde bûn.
Gelek penaxwaz ji ser Swîsreyê derbasî Almanya, Fransa û Brîtanyayê dibin û naxwazin li Swîsreyê bimînin.
Hejmara penaxwazên li Tirkîyeyê hem li Swîsreyê hem jî li Ewrûpayê kêm bûye.
SEM texmîn dike, di sala 2025an de wê 24,000 kes serî li mafê penaberîyê bidin. ÎNFOWELAT