Encama dîplomasî û têkoşîna gelê Kurd
Şemî 14 Sibat 2026 - 03:40

Bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê re têkoşîna gelê Kurd car din bû rojeva tevahiya cîhanê. Di nav meha dawiyê de têkoşîna gelê Kurd li aliyekê bû rojeva bi dehan bername, dahurandin, nûçe û gotarên rojnameyên sereke yên navneteweyî û li aliyê din jî hate rojeva parlamentoyên gelek welatên cîhanê.
Bi xebatên dîplomasiya Kurd û piştgiriya dostên Kurdan ên li deverên cîhanê yên cur bi cur êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li Kongreya DYA'yê, Parlementoya Hollandayê, Parlementoya Ewropayê, li Parlementoya Portekîzê, li Neteweyên Yekbûyî û gelek mekanîzmayên din ên siyasî, civînên pir alî yên navneteweyî pêşnûmayên ji bo Rojava hatin pêşkêşkirin, rûniştin hatin lidarxistin û biryarên piştgiriya gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê dikin hatin derxistin. Kar û xebatên li dora Rojavayê Kurdistanê derketine holê wekî encamek girîng a dîplomasî û têkoşîna gelê Kurd bandorek diyarker li ser siyaseta navneteweyî dike.
Êrişên di encama Peymana Parîsê ku di 6'ê Çileyê de wekî komployek navneteweyî li dijî gelê Kurd pêk hat, di demek kin de bû rojeva sereke ya cîhanê. Ji roja êrişan dest pêkir heta niha li ser têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê bi dehan bername, dahurandin, nûçe û gotarên weşanên sereke yên navneteweyî. Li sedan navendên cîhanê bi milyonan Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û têkoşînek mezin meşandin. Aliyek vê têkoşînê yê girîng û kar û xebatên dîplomasiyê bû. Di encama berxwedanê û hewildanên dostên gelê Kurd de êrişên li ser Kurdan, têkoşîn û statûya gelê Kurd li gelek parlemento û mekanîzmayên navneteweyî de hate rojevê. Li ser Rojevayê Kurdistanê pêşnûmeya pêşkêşî parlementoya hatin kirin, li ser pêşnûmayan rûniştin pêk hatin, nîqaşên berfireh hatin meşandin û biryarên girîng hatin girtin.
Piştî êrişîn û rabûna gelê Kurd û dostên wan ên li çar hêlên cîhanê rewşa Rojavayê Kurdistanê li lijneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) de hate rojevê. Di nîqaşên Konseya Ewlehiyê de bangawaziya rawestandina êrişan hate û girîngiya pêkanîna agirbestê hate kirin. Bi boneya êrişên li dijî sivîlan komên çete yên tundiraw hatin şermezarkirin û hişyarî li Hikumeta Demkî ya Sûriyê hate kirin. Piştî bi milyonan Kurd û dostên wan daketin qadan berê tîrên rexneyan vegeriyan ser Hikumeta Demkî.
Têkoşîn û xebatên dîplomatîk bandoreke girîng li siyaseta DYA'yê jî kir ku hêza li ser Hikumeta Demkî herî bi bandor û li Sûriyê diyarker e. Li ser çapemeniyê bangawazî li senatorên Amerîkî hate kirin û qampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Di demek kin de bi sed hezaran kes tev li qampanyayê bû û ji siyesata DYA'yê hate xwestin ku ji xeletiya li Sûriyê kirîn vegerin. Li ser zêdebûna bertekan di pêşengiya Senatorê Amerîkî Lindsey Graham de pêşnûmayek bi piştgiriya her du partiyan pêşkêşî Senatoya DYA'yê hate kirin. Di pêşnûmayê de tê pêşniyar kirin ku ger Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê mafên gelê Kurd û kêmaran nas neke, cardin bi pêndankirinan re rû bi rû bimîne. Tê payîn ev pêşnûma di demên pêş de bikeve dengdanê.
AW / NAVENDA NÛÇEYAN















